Erdogan şirîkê referanduma Barzanî ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko bal kişand ser şirîkatî û hevkariya AKP û PDK'ê û aşkera kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan şirîkê refernaduma Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ye.

Ji hêlekê ve nîqaşên der barê refernaduma li Başûre Kurdistanê de dewam dikin, ji hêlekê ve jî hevdîtinên piştperdeyî yên PDK û AKP'ê li naverastê belav dibin. Nivîskarê rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko di nivîsa xwe ya vê hefteyê de li ser vê hevkariyê rawestiya. Melko diyar kir ku li gorî nêrîna hin derdorên "bêhiş û fehmkor", ‘AKP neyartiya kurdan nake û ew tenê li hemberî PKK’ê ye’… û wiha got: "Heta beriya çend rojan serokê PDK’ê Mesûd Barzanî got ‘Çi qas Tirkiye dijberiya xwe ya li hemberî referandumê bîne ziman jî AKP ne li hemberî destkeftiyên gelê kurd e’ û bi van gotinan bi awayekî zelal piştperdeya rexneyên Tirkiyeyê deşîfre kir."

Melko di dewama nivîsa xwe de pirsa "Gelo divê mirov çi encamê ji van gotinên Barzanî derxe?" jî kir û wiha pê de çû: "Em çi qas bifikirin jî wateya gotinan ev e: ‘Ji rexne û nerazîbûnên AKP û Tirkiyeyê yên li dijî referandumê netirsin, haya me ji hev heye…’ Li gorî agahiyên siyasetmedarekî esil kurd ê berê di nav AKP’ê de bû û niha jî nêzî Erdogan e dan, xebera Barzanî û PDK’ê ji rexneyên Erdogan û AKP’ê heye û der barê armanca referandumê de agahiyên girîng dan. Çend gotinên balkêş ên siyasetmedarê navborî ev in;

ARMANC NE SERXWEBÛN E

* “Rêveberiya PDK’ê bi rêya Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê re ragihand ku armanca referandumê bi tu awayî ne serxwebûna dewleta Kurdistanê ye. Referandum pêk bê û encama wê ji sedî sed be jî dê gavên Tirkiye jê aciz neyên avêtin…”

*“Li gorî plana hatiye nîqaşkirin dê rêveberiya PDK’ê û Barzanî li ser pêkanîna referandumê hêzên muxalîf ên li dijî xwe tengav bikin û wan bîne ser rêya xwe. Yên li ber xwe didin dê bên teşhîrkirin.

* “Rexneyên Tirkiye û hêzên din ên bi rastî jî li dijî vê pêngavê wek gefeke ‘millî’ bên nirxandin. Lewre jî dê propaganda û gotegota ‘Li dijî neyaran Barzanî bi tenê nehêlin’ li nav gelê Başûr bê belavkirin.

* “Li gorî agahiya ku Nêçîrvan Barzanî daye Tirkiyeyê, du mehan beriya referandumê dê parlamento bê vekirin û heke PDK’ê di referandumê de encama hêvî dikir bi dest xist, dê piştî sê mehan hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê bê kirin…”

Û gelek agahiyên din ên ku armanca sereke ya Barzanî deşîfre dikin, ji devê wî kesê AKP’yî derketin. Em nizanin çi qas rast e lê heman kesî îdia kir ku Barzanî bi awayekî nepenî çûye Îranê û xwestiye heman peymanê bi Tehranê re jî çêke. Kesê navborî dibêje ku sînorên referanduma bê kirin ji hêla Tirkiyeyê ve tên diyarkirin û lewre beşeke mezin a axa Kurdistanê li derveyî referandumê dimîne."

'DIXWAZIN DESTHILATDARIYA XWE QAYÎM BIKIN'

Melko destnîşan kir ku ji van daxuyaniyan mirov fêm dike ku planên qirêjî li ser Kurdistanê tên meşandin û wiha got: "Siyaseta li parçeyekî diqewime, rasterast bandorê li parçeyên din dike. Mirov fêm dike ka çima dewletên desthilatdar li hemberî kurdan bi hev re tev digerin. Lê nayê fêmkirin ka çima PDK û Barzanî ji bo desthilatdariya xwe ev qas hêviya xwe bi dagirkerên Kurdistanê ve girê dide."

'DIVÊ RASTÎ JI GEL RE BÊ GOTIN'

Melko got ku "Armanca dewletên dagirker diyar e" û ev tişt got: "Di vê qonaxê de lazim e li Başûr li hemberî hemû êrîş û planan eniyeke hevpar a demokratîk bê avakirin û rastiyê ji civaka Başûr re bibêje. Li hemberî xetereyê çareseriya esasî jî pêkanîna kongreya neteweyî ye."