Di mizgeftê de banga 'Bibin cerdevan'

AGIRÎ - Fermandariya Cendirmeyan a Gîhadînê zextê li kesên 25 û 35 salî dike ku bibin cerdevan û piştî ev zext zêde bûn, hat îdiakirin ku di mizgefên li herêmê de banga "bibin cerdevan" hatiye kirin.

Hat gotin ku bang li keyayên 62 gundên navçeya Gîhadîna Agiriyê kirine ku biçin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê û ji wan xwestin ku "Ciwanên 25 û 35 salî teşwîqî cerdevaniyê bikin." Li ser van zextan, bi taybetî li gundên ku cerdevan lê hene, di mizgeftan de propagandaya cerdevaniyê hat kirin. Hat gotin ku li hin gundan keya rû bi rû bi welatiyan re axiviye û xwestiye bibin cerdevan.

Hat aşkerakirin ku keyayên gundên ku berê nebûne cerdevan, ev zext qebûl nekirine, hat gotin ku keyayên gundên wekî Şikrok, Kevirgewrk, Mîrzecan û Tezekendê, hin ji wan 4 caran û hin ji wan 2 caran di mizgeftan de propagandaya cerdevaniyê kiriye û xwestine welatî bibin cerdevan. Keyayan di bangê de xwest kesên dixwazin bibin cerdevan, divê serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê bidin, lê heta niha kesî ji bo cerdevaniyê serî li qereqolê nedaye.

‘EV PÊKANÎN DÊ GEL BERDE HEV’

Gundiyekê ji gundê Şikrokê ku nexwest navê xwe bêje, aşkera kir ku bi vê pêkanînê dixwazin gel berdin hev û wiha got: "Di navbera hin gundan de tengezarî heye. Heke bibin cerdevan dê hev bikujin. Li gorî agahiyên ku jineke ji gundê Kevirgewrkê daye, 3 kes ji bo cerdevaniyê serî lê daye, kesên ku navên wan tên gotin ji xwe AKP û MHP'î ne."

‘KES LI GUND NABE CERDEVAN’

Welatiyê ji gundê Mîrzecanê aşkera kir ku bi salan e cerdevaniyê li ser wan ferz dikin, lê wan qebûl nekiriye û wiha pê de çû: "Kes ji gundê me nabe cerdevan, heta dewlet cerdevaniyê li ser me ferz dike, bila derfetên kar ji me re saz bikin."