Tahmaz: Heta Ocalan nekeve dewrê dê aştî pek neyê

STENBOL - Sekreterê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê heke aştiyek pêk bê divê Ocalan bikeve dewrê û wiha got: "Ji bo aştiya li Tirkiyeyê divê pêşniyara Ocalan a heyeta çevdêriyê bê sazkirin."

Sekreterê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz aşkera kir ku li Tirkiyeyê şertên destpêkirina pêvajoyeke aştiyê tune û bal kişand ser pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di dema pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: "Di hemû pêvajoyên krîtîk de Ocalan ket dewrê. Ji bo pêşketina pêvajoya çareseriyê kedeke mezin da. Divê civak pirsa mirovê ku dê me ji vê rewşê derxe çima nayê bi hêzkirin? bike." Tahmaz da zanîn ku Tirkiyeyê bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê re êdî pirsgirêka kurd ji pirsgirêkeke Tirkiyeyê derketiye û wiha axivî: "Êdî bû pirsgirêkeke herêmê. Ji ber ku însiyatîf ji destê Tirkiyeyê derket. Êdî pirsgirêkeke kurd a gelek aktorên wê heyî li holê ye."

'NAVNÎŞANA AŞTIYÊ ROJAVAYÊ FIRATÊ YE'

Tahmaz destnîşan kir ku divê Enqere tirsa kurdan li ser xwe bavêje û polîtîkaya xwe ya ewlehiyê biguherîne û pêvajoyeke nû bide destpêkirin û ev tişt got: "Ji bo ev polîtîka biguhere, divê kesên ku deng dane AK Partiyê, îro şûn de dengê xwe nedin vê polîtîkayê û biguherînin. Em çareseriya meseleya kurd li Samsun, Edîrne, Tekîrdag, Îzmîr û Enqereyê bigerin, dê çareser bibe. Li aliyê Firatê çareseriyeke çawa tê xwestin? Rojavayê Firatê dê bihêle kurd çawa dixwazin bijîn? Divê ev pirs bên bersivandin. Navnîşana aştiyê ne Amed e, rojhilatê Firatê ye."

'GOTINÊN OCALAN ÎRO YEK BI YEK PÊK TÊN'

Tahmaz bal kişand ser "Mutabaqata Dolmabahçeyê" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha pê de çû: "Ev mutabaqat ji bo derbaskirina krîza 2014'an bû, lê derbas nebû. Me ev pêvajo rast nexwand. Ev kaosa li Rojhilata Navîn zûtirîn ji hêla Ocalan ve hat dîtin û ev hevgirtin pêşniyar kir. Ev hevgirtin di heman demê de sîgorteya Tirkiyeyê ya ku berbi kaosê ve dikişandin bû. Ev nehat dîtin. Ez vê yekê tenê ji bo dewletê nabêjim. Ji bo em xebatkarên aştiyê, aktorên siyasî jî dibêjim. Mixabin di vir de rewşeke ku em şa bibin tune, divê em xemgîn bibin. Ew tiştên ku Ocalan wê demê digot, îro yek bi yek pêk tên."

'ME DERFET JI DESTÊ XWE KIR'

Tahmaz anî ziman ku polîtîkaya ku Tirkiye îro ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêk tîne, dê Amedê îqna neke û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Enqere îro bi polîtîkaya xwe ya li dijî PYD'ê dê Amdê îqna neke. Ji ber wê me hemûyan ev derfet ji destê xwe kir. Di salên 1929-1930'an polîtîkaya Komarê li dijî kurdan çi be, îro jî ya Enqereyê ew e." Tahmaz got ku "Pêşniyar neketin jiyanê" û ev nirxandin kir: "Di dem pêvajoya çareseriyê de 'Mirovên aqilmend' li çar aliyên Tirkiyeyê pêşniyarên ji bo AK Partiyê kirin, yek jî neket meryetê. AK Partiyê ji ber tirsa kurd pirsgirêka wê ya ewlehiyê derket holê. Enqere dixwaze tevgera kurd tune bike, li dijî destkeftiyên Rojava polîtîkayan bi pêş dixe. Dîsa referanduma li Hewlêrê di rojevê de ye û vê jî ji bo xwe wekî gefekî dibîne."

Tahmaz aşkera kir ku îro di navbera kurdan de yekitî bi pêş dikeve û ev wekî serdemeke dîrokî pênase kir û ev tişt anî ziman: "Di vir de aştî dê bi pêş keve. Yek rêya vî welatî heye, divê em bi kurdên xwe re li hev bên, ev ji bo derketina ji kaosê derfetek e."

'DIVÊ HEYETA ŞOPANDINÊ HEBE'

Tahmaz şerê ku 50 salan li Kolombiyayê jî bi bîr xist û di vê der barê de jî ev agahî da: "Civak bûbû du parçe, bûbû. Referandum hat kirin. Destpêkê ji aştiyê gotin na. Di referanduma duyemîn de ji aştiyê re gotin erê. Ji ber du sedeman qazanc kir. Divê Tirkiye ji vê tiştekî bo xwe derxe. Ji bo aştiyê bernameyek zelal û vînek bi hêz a siyasî bê avakirin. Divê heyeta çavdêriyê ya ku Ocalan bi israr tanî ziman bê avakirin. Ev hebin dê aştî pêk bê."

'ÇIMA DESTÊ OCALAN NAYÊ BIHÊZKIRIN?'

Tahmaz derbirî ku di çi demê de hevdîtina bi Ocalan re qut bûye, li Tirkiyeyê şer dest pê dike û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: "Li Tirkiyeyê kêngê operasyonên leşkerî û girtin dest pê bikin, hevdîtinên bi Ocalan re tên qutkirin. Performansa Ocalan a di çareseriyê de tê zanîn. Di hevdîtinan de musteşarê cemaweriyê ji Ocalan re gotibû ku 'Hûn ne taktîkî, stratejîk nêzîk dibin'. Ez çawa dijîm divê kurd jî wisa bijîn. Ez aştiyê dixwazim. Belê kê vê yekê hêsantir bike? Ocalan. Wê demê çima destê vî mirovî nayê bihêzkirin? Hûn serî li cezakirinê didin? An jî hûn çima nahêlin ew vê mîsyona xwe bîne cih? Divê pirsê em bikin. Rastiyek heye, Ocalan di demên krîtik de ketiye dewrê. Di pêvajoya çareseriyê de kedeke wî ya mezin heye. Welatiyê li Edîrneyê çima destê mirovî yê di vê pêvajoyê de derketiye holê nagire? Divê em vê yekê bipirsin."

'DIBE KU HÊJ XIRABTIR BIBE'

Tahmaz piştrast kir ku heta Ocalan nekeve dewrê, ne serfermandariya giştî, ne DYA, ne jî Tayyîp Erdogan dikare Qendîl û kurdan îqna bike û ev tişt anî ziman: "Tirkiye, îro û 10 salên din jî biryara hev re jiyanê bide, an jî biryara cuda jiyankirinê bigire jî; teqes divê vê meseleyê li ser maseyê çareser bike. Ocalan gotibû ku 'heke ev pêvajo biqede min mirî bizanibin. Em pêvajoyê bi lez bikin, bila tiliya kesên din nekeve nanê.' Ev peyamek bû. Aktor zêde bûn. Hêj xirabtir bû. Çi bû ku we ev pêvajo bi dawî kir, divê ev bê pirsîn. Civak ji pêvajoya Osloyê heta niha rola Ocalan lêpirsîn dike."

'KURDÊN LI 4 PARÇEYAN BÛN AKTOR'

Tahmaz da zanîn ku ew difikire ku dê meseleya kurd di serokatiya Erdogan de neyê çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her ku dereng bê xistin, dê zêdetir bi Tirkiyeyê bide windakirin. Bingeha parastinê jî û ya cudabûnê jî dê li ser masê hel bibe. Divê hemû beşên civakê bên îqnakirin. Ev jî bi diyalog û muzakareyê dibe. Karê Tirkiyeyê jî zehmet dibe. PKK'ya ku bûye xewreşka Tirkiyeyê li ser vê maseyê ye. Êdî kurdên her çar parçeyan bûn aktor."

Mehmet Şah Oruç - dîhaber