NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, bal kişand ser hevdîtinên Tirkiye û Îranê û diyar kir ku Tayyîp Erdogan hatina serfermandarê Îranê jî weke amûrekê şerê psîkolojîk xistiye destê xwe û wiha got: "Ev jî nîşan dide ka Erdogan çiqas tengav bûye. Tayyîp Erdogan dibîne ku dê berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd, desthilatdariya wî bi serê wî de birûxîne."
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Iranê de rawestiya û bal kişand ser polîtîkayên Serokê AKP'ê Erdogan.
Nivîsa Pîr a Rojeva Medya weha ye:
Di navbera serfermandarên Îran û Tirkiyeyê de hevdîtin pêk hatin. Dema ku pirsa naveroka van hevdîtinan ji Tayyîp Erdogan kirin, da zanîn ku di demekê nêz de dê li dijî PKK’ê operasyonên hevpar pêk bînin. Li ser vê esasî bi Îranê re peymaneke wiha îmze kirine, em nizanin. Lê xuyaye ku ev pirs, beriya demekê hatiye amadekirin. Tayyîp Erdogan hatina serfermandarê Îranê jî weke amûrekê şerê psîkolojîk bi kar tîne. Ev jî nîşan dide ka Erdogan çiqas tengav bûye. Tayyîp Erdogan dibîne ku dê berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd, desthilatdariya wî bi serê wî de birûxîne. Rojev çi dibe bila bibe, di her axaftinekê xwe de mijarê tîne ser PKK’ê û gotinên weke ‘em ê wiha lê xin, em ê bikujin, tune bikin’ dike. Bi afirandina serkeftinên ferazî (sanal) hewl dide desthilatdariya xwe li ser pêya bigire. Lê tu feydeya tirsê ji ecelî re nîne. Dê Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê kurd li ber xwe bide û ya ku bi serê Kenan Evren de anî, dê bi serê Tayyîp Erdogan de jî bîne.
Tirkiye her tim gefa kurdan nîşanî Îran û Iraqê dide û bi piştgiriya van hêzan jî dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bitepisîne. Her çiqas êdî weke berê li ser Sûriye û Iraqê bi bandor nebe jî, hewl dide ku Îranê jî bike hevkarê tifaqa dij kurd. Li Iraq û Sûriyeyê hinek pirsgirêk hene lê di nava gelemperiya civak û dewletên ereban de ew helwestên hişk ên li hemberî pirsgirêka kurd êdî heta radeyekî şikestine. Ev rewş jî Tirkiyeyê hîn bêhtir ditirsîne. Ji ber vê yekê ye ku her roj qêre qêrê dike û dibêje ‘em destûrê nadin ku li Sûriyeyê dewletek bê avakirin’. Her çiqas kurd li Sûriyeyê yekitiyê bixwazin jî gotinên Erdogan ên weke ‘em nahêlin dewletê ava bikin’ rasterast bi dijminahiya wî ya bi kurdan re eleqedar e. Heta ku tehemûla jiyaneke xweser a kurdan a li çend herêman jî nake.
Bi biryara hevpar a kurd, ereb û suryanan a federasyonê re ev propagandaya parçekirinê jî têk çû. Li şûna ku tenê herêmên xweser ku kurd lê dimînin, bi sîstema federasyonê ku li ser erdnîgariyeke yekparçe re hemû gelên herêmê bi hev re dimînin, gelê kurd nîşan da ku ew yekitiyê dixwazin. Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê sîstemekî etnîkî nîne. Ji bo ku sîstema dewleta navendîparêz a otorîter veguherînin sîstemeke ku girîngiyê dide demokrasiyê û demokrasiya herêmî esas digire, ev proje pêşkeş kirin.
Her çiqas dijberiya Îran û Tirkiyeyê her du hêz anîbin cem hev jî di rewşa niha de hewldaneke Îranê ya weke înkar û êrîşê dê ji bo wê nebaş be. Tayyîp Erdogan dixwaze ku Îranê li dijî kurdan sor bike, bi hev bide şerkirin û bi vê yekê re jî bi rehetî desthilatdariya xwe bidomîne. Ji bo rehetkirina Tirkiyeyê ya ku ev 6-7 sal e li dijî Îranê dijberiyê di asta herî jor de dike, gelo dê Îran şerê li dijî kurdan bigire berçavan? AKP’ê di sala 2011’an de Îran bi ser Tevgera Azadiyê ya Kurd re şand. Lê di vê rewşê de herî zêde Îranê zirar dît. Ya ji Tayyîp Erdogan ve ê careke din Îranê wisa bi hêsanî bi kar bîne. Ya ji Erdogan ve dê Îran a ku di dîplomasiyê de zû bi zû têk naçe bi hevdîtinekê, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bide şerkirin. Ev jî nîşan dide ka Tayyîp Erdogan çiqas mirovekî xwedî zîhniyeteke teng e.
Îran jî dizane ku ger li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şerekî bide destpêkirin, dê encamên wê ji yên 2011’an pir cudatir bin. Ji ber ku ji sala 2011’an heta niha li Rojhilata Navîn rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi hemû dijwariya xwe didome, heye. Êdî şer û pevçûn ji lokalbûnê derketiye û li tevahiya herêmê belav bûye. Di vê rewşê de gelo dê çima Îran ji bo ku dewleta tirk rehet bike êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bike? Bi rastî jî ma mantiqekê vê heye? Îxtîmaleke mezine ku vê yekê bi rûşwet an jî zextê bi Îranê nikarin bidin kirin.
Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgerekî gerîla ya ku xwedî tecrûbeya bi dehan salan e. Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim ragihand ku ne alîgirên çareserkirina pirsgirêkan bi şer re ne. Lê dibêje ku ger êrîşên dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin pêk bên û di polîtîkayên qirkirinê de israr bikin, bi hezaran salan jî bê dê li ber xwe bidin. Jixwe sedema şerê dijwar ê niha li Tirkiyeyê, ji ber helwesta hikumeta AKP’ê ye.
Desthilatdariya AKP’ê çi dike bila bike, êdî şensê tu dewletan nemaye ku kurdên di nava sînorên xwe de bitepisînin. Kî li hemberî kurdan şerê tunekirinê bimeşîne, dê hemû kurdên li Rojhilata Navîn li hemberî xwe bibîne. Kurdan karektera şervantiya xwe bi dehan salan e, îspat kiriye. Ger pêwîst bike êdî kurd ne tenê li 4 eniyan, dikare li 5 eniyan jî şer bikin. Êdî xwedî vê tecrûbe, biryardarî û îradeyê ye. Jixwe ger kurd di demên pêwîst de nekarin li 5 eniyan şer bikin, li Rojhilata Navîn ne mimkûn e ku bikarin bigihîjin jiyaneke azad û demokratîk.
Bêguman Tevgera Azadiyê ya Kurd naxwaze li dijî tu dewlet û hêzên siyasî re şer bike. Heta ku nede qirika wê jî her tim ji şer xwe dide alî. Lê rastiya mêtingeriya qirker a li Rojhilata Navîn li kurdan ferz kiriye ku ger pêwîst bike divê li 5 eniyan jî bikare şer bike.