Ji alîgirên Amedsporê kampanyayekî mînak


AMED
- Koma Alîgirên Berxwedar a Amedsporê ji bo malbatên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e cilan bibînin bi kampanyaya ku dane destpêkirin ve rûyê zarokan didin kenandin.

Amedspor a ku bi futbola dilîze di lîga xwe da bala hemû kesan dikişîne alîgirên Amedsporê jî heman seknê nîşan didin. Koma Alîgir a Berxwedan ji bo zarokên ku gundan dijîn û rewşa wan a aboriyê ne baş e kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin. Alîgiran ji bo cilên zivistanê ji bo zarokên ku rewşa malbatên wan ne baş e bikirin starta kampanyayê dan û ewil rûyê zarokên li navçeya Geverê ya Colemêrgê kenandinn. Alîgirên ku kampanyaya xwe didomînin niha jî xwe gihandin gundekî navçeya Xamûrê ya Agiriyê. Alîgirên Amedsparê hewl didin ku xwe bigihînin hemû zarokan.

PIŞTEVANÎ ZÊDE YE

Serokê Koma Alîgir a Berxwedan Ramazan Tugay destnîşan kir ku ewil alîkarî dane 23 xwendekarên dibistanekî û pêlav, mont û pêdiviyên zarokan kom dikin. Tugay da zanîn ku ew ê niha û pê ve jî ji bo zarokên Şirnex, Cizîrê û Nisêbînê piştevaniya xwe mezin bikin. Tugay wiha berdewam kir: "Di van alîkariyan de pere mijara gotinê nîne. Dema ku em alîkariyê didin em ê xemsar nêzîk nebin. Em wekî malbata berxwedanê di vî mijarê de xebat meşand, welatiyan me yên bi ihistiyar eleqa nîşan dan. Bawer im em ê di demeke kin de bigihînin zarokan."

'PIŞTÎ AGIRIYÊ EM Ê PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN'

Tugay bilêv kir ku futbol tenê futbol nîne û ew bi vî rengî nêzîk dibin û wiha got: "Em wekî koma alîgr a berxwedan tenê alîgirên tîmê nînin Em ê bi alîkariya welatiyên xwe yên din jî têkoşîna xwe xurt bikin. Niha em ji bo zarokên li gundên Agiriyê dixebitin. Piştî Agiriyê em ê ji b hem^uzarokên Şirnex, Colemêrg û Cizîrê alîkariyê kom bikin. me li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî agahî da. Welatiyên derveyî welat û yên bihistiyar pere dişînin. Hin ji wan pênûs, lênûsk, mont, cilên zivistanê dişînin. Em ê di komeleyê de kom dikin û em ê teslîmî zarokên Agiriyê bikin."