ROMA – Rêberê Katolîkan ê ruhanî Papa Francis diyar kir ku G20 dibe sedema tifaqên xetere û wiha got: “G20 zerarê dide xizanan û koçberan.”
Lîderê cîhana Katolîk yê ruhanî Papa Francis di gotûbêja rojnameya Îtalyan la Repubblica de wiha got: “G20 min dixe nav fikaran. Li nîvê dinyayê li koçberan dide û bi demê re bêtir lê dide.” Francis destnîşan kir ku xetereya herî mezin a li cîhanê koçberiyê û bal kişand ser kesên xizan, koçber û lawaz ku bi koçberiyê re rû bi rû ne û ew li kêleka ev kesên ji vî îstîlaya koçberiyê ditirsin re dimîne.
Papa Francis têkiliyên Amerîka-Rusya, Çîn-Koreya Bakur, Rusya-Sûriye ji teza xwe re mînak nîşan da û got: “Ez ji tifaqa bi xeter a di navbera hêzên biyanî de ditirisim.”