Cenazê 48 penaberan hat dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyan li bajarê Tobrukê yê Libyayê cenazeyê 48 kesan hatiye dîtin.

Heyva Sor a Libyayê ya li bajarê Tobrukê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku di navbera noqteya lêgerînê ya Ecdabiya û Tobrukê de cenazeyê 48 penaberên Misrê hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de agahiyên berfirehî nehatin dayîn, l^ğ hat gotin ku misiriyên mirî hatne dîtin, cenazeyê 19 ji wan li bajarê Tobrukê di goristana bêkesan de hatine veşartin, cenazeyê 29 kesan jî ji ber ku alavên neqilkirinê tune ne, hêj tên rasestandin. Balyozê Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Misrê Halîd Yusuf Riza jî aşkera kir ku ew li ser bûyerê lêkolînan dikin, Wezareta Karê Derve ya Misirê jî bi rayedarên Libyayê re ketine têkiliyê.

Misir û Libya dikevin pêravê Deryaya Spî, penaberên ku dixwazin bi rêyên qaçax biçin Ewropayê, vê herêmê wekî "cihê derbasbûnê" dizanin.