VÎYANA - Wezîrê AKP'î Zeybekçî di çarçoveya şahiyên 15'ê Tîrmehê de xwest biçe Avustguryayê, lê ketina wî ya welat hat qedexekirin. Hat gotin ku "Heke wezîr bê Avusturyayê dibe ev rewş ewlehiya cemaweriyê bixe xetereyê" ketina wî ya welat hat qedexekirin.
Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Avusturyayê der barê mijara roja duşemê de daxuyanî da û ev tişt got: "Bi rastî bêjim ku Wezîrê Karê Derve yê Avusturyayê Sebastîan Kuruz ketina wezîrê aboriyê yê tirk a welat qedexe kiriye, ez vê yekê bi vekirî teyît dikim." Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê Nîhat Zeymekçî armanc dikir ji bo şahiyên 15'ê Tîrmehê li Avusturyayê hin şahiyan li dar bixe.
‘ARAMIYA CEMAWERIYÊ DI BIN GEFAN DE YE’
Berdevk aşkera kir ku şahiya mijara gotinê "gelekî mezin e" hatineke Zeybekçî dê ewlehiya cemaweriyê ya Avusturyayê bixe bin xetereyê.
Biryara Avusturyayê, piştî roja înê Hollandayê hatina Alîkarê Serokwezîr Tugrul Turkeş erênî nedîtibû hat weşandin, têkiliyên di navbera Tirkiye û Avusturyayê, piştî 15'ê Tîrmehê xirab bûbûn.