NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç a bi armanca beşdarî konferansa ANC û SACP bibe çû Afrîka Başûr, diyar kir ku di konferansê de biryara daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin û wiha got; “Piştgirî dayîna têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd biryarek gelekî girîng û stratejîke. Wê ev biryar bandorê li giştî parzemîna Afrîkayê bike û deriyeke nû ya dîplomasiyê li Afrîka Başûr ji bo Kurdan vedike.”
Kongreya Netewî ya Afrîka (ANC) û Partiya Komunîst a Afrîca Başûr (SACP) şandeyeke KNK’ê ku nunertiya gelê kurd dike vexwandin kongreyên xwe yên di dîrokên cûda de pêkhatin. Kongreya ANC’ê di navbera 30’ê Hezîranê û 5’ê Tîrmehê de pêk hat û kongreya SACP jî di navbera 10-15’ê Tîrmehê de pêkhat. Şande dibin serperiştiya Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç de beşdar bûn. Endamên Komelaya Mafê Mirov ên Kurdên (KHRAG) li Afrîka Başûr dijîn jî beşdarî şandeya KNK’ê bûn û nûnertiya gelê Kurd di kongreyê de kirin. Di kongreya ANC’ê de, du biryarên girîng ên têkildarî demokratîzekirina Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin girtin.
Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç ku beşdarî kongreya ANC û konferansa SACP bû ji Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS'ê re axivî. Koç, spasiya xwe ji bo Partiya Komunîsta Afrîka Başûr (SACP) û Kongreya Netewî ya Afrîka Başûr (ANC) kir ku eleqeyeke mezin ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û hewldanên demokratîzekirina Rojhilata Navîn a bi peşengiya Kurdan pêktê kir.
‘KONFERANSEK STRATEJÎK BÛ'
Koç, destnîşan kir ku du partiyên hikûmeta Afrîka Başûr em KNK’ê weke nûnerên gelê Kurd bi awayeke fermî vexwandin konferansên xwe yên netewî û wiha got: "Konferansa ANC pir girîng bû. Ji ber ku konferansa diyarkirina stratejîya siyaseta neteweyî bû. Di wê konferansê de gelek mijarên stratejik hatin destgirtin. Yek ji wan ew bû ku ANC stratejiyek nû ji bo siyaset û dîplomasiya xwe ya navneteweyî diyarbike. Piştî vêya jî wê konferanseke din a ANC di meha Kanûnê de pêk were. Wê di vê konferansa meha Kanûnê de bername û stratejiya di vir de hate nîqaş kirin di dengdanê re derbas bikin. Ji ber ev konferans xeta stratejîk a nû diyar kir, ji lewma biqasî 5 rojan berdewam kir.”
ANC QÎMETEK MEZIN DIDE OCALAN
Nilûfer Koç, bal kiyşand ser nîqaşên têkildarî Kurdan û azadiya Ocalan û wiha got: “Cara yekemîne ku ANC di konferansa xwe ya stratejîk de cihekî taybet dide têkoşîna azadiya gelê Kurd û azadiya Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di belgeya stratejiya neteweyî beşa dîplomasiyê de tê gotin ku ‘Divê ANC piştgirî bide têkoşîna gelê Kurd ya ji bo bidestxistina mafên siyasî yên Kurd û têkoşîna ji bo aşitî û edaleta Rojhilata Navîn. ANC banga çareseriya siyasî ya hemû aliyên ku tekildarî pirsgirêka Kurdin dike. ANC her wiha banga azadî ji bo Reberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dike.”
Koç, behsa têkoşîna ku ANC li dijî rejîma Aparteîd daye meşandin kir û wiha axivî: “Afrîka Başûr (ANC) ji ber serkeftina xwe ya di têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê li qita Afrîka yê de weke hêzeke pêşeng tê ditîn û bi vê giringiya xwe jî yek ji hezêke sereke ya BRICS ê ye. BRICS hevpeymaniyek girîng ya navdewletiye û ji dewletên Brezîlya, Rûsya, Hîndîstan, Çîn û Afrîka Başûr pêk tê. Afrîka Başûr deriyê giştî parzemîna Afrîkayê ye. Ji lewma biryarên ku digirin û bi taybet jî biryarên têkildarî Kurdan girtine û di beşa xwe ya dîplomasiyê de cih ji vêya re veqetandin xwedî girîngiyeke mezine.”
DÎPLOMASIYA KURDAN JI SALA 1995'AN DE DEST PÊ KIRIYE
Koç, bal kişand ser dîroka destpêkirina dîplomasî û danûstandinên Kurdan li gel pêşeng û şoreşgerên Afrîka Başûr u wiha got: "Li Afrîka Başûr ji sala 1995 destpêkir û heya niha jî dewame. Di sala 1997’an de dibin serokatiya serokê Komela Kurdên ji bo Mafên Mirovan birêz Essa Moosa de yekemînn rexistin bûyîna Kurdan li Afrîka Başûr çêbû. Essa Moosa îsal di 26’ê Sibatê de çû ser dilovaniya xwe, birêzdarî bibîrtînim.” Koç diyar kir ku ANC bi girîngî li ser demokratîzekirina Rojhilata Navîn a dibin pêşengiya Kurdan de pêşdikeve disekine û wiha got: “Gelek derdorên siyaseta Afrîkaya Başûr têkoşîna gelê Kurd ya ji bo demokrasi û azadiyê li Rojhilata Navîn weke têkoşîna xwe dizanin. Ji lewma piştgiriya çareseriya pirgirêka Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin.”
PROJEYÊN OCALAN GIRÎNG DIBÎNIN
Koç, anî ziman ku herdu partiyên Afrîka Başûr rol û projeyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîng dibînin û wiha axivî: "ji bo wî jî daxwaza azadiya Ocalan dikin. Ango azadiya Birêz Ocalan ji xwere weke erkekî exlaqî dibînin. Ji ber lîderê wan Nelson Mandela jî mîna Birêz Ocalan ketibû girtîgehê û rû bi rûyê heman tiştan hatibû, ji lewma di vê mijarê de hesasiyet didin nîşandan û ji nêz ve dişopînin. Her wisa beriya Rêberê PKK’ê Ocalan li Kenya were dîl girtin jî xwestibû biçe Afrîka Başûr û Mandela jî dê ew li Afrîkayê qebûl kiriba. Ev jî bandoreke girînge ku di vî alî de ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.”
DÊ DERIYÊ EFRÎQA LI DÎPLOMASIYA KURDAN VEKE
Koç, diyar kir ku ew jî weke şandeya KNK’ê di herdû konferansan de beşdarvanan ji serkeftin û destkeftiyên têkoşîna gelê Kurd agahdarkirine. Koç têkildarî wê ev biryar kengê bikevin pratîkê de jî van agahiyan da: “Hem konferansa ANC û hem jî konferansa SACP’ê 2 karên stratejîk bûn. Biryarên derbarê piştgiriya têkoşîna Kurdan û daxwaza azadiya Ocalan biryarên stratejîkin. Wê rêbazên vê yên derbaskirina pratîkê çawabin, ewê piştre li ser rawestin. Lê, ev biryarane wê qonaxeke nû ji bo dîplomasiya Kurdan li Afrîkayê veke.” Koç herî dawî jî diyar kir ku eleqeyeke mezin a ragihandinê ji van du karên startejîk yên ANC û SACP’ê re hebûne û got: “Piştî derketina van biryarên girîng yên di konferansên Afrîka Başûr de û her wisa di ragihandinê de bûn roje êrîşeke cidî ya siyasî ya dewleta Tirk û yên Îranê li ser hikûmeta Afrîka Başûr çêbû.”
Neslon Mandela Rêberê Rêxistina ANC ya Afrîka Başûr ku 28 sal di Greva Rûben a Afrîkaya Başûr di girtîgehê de ma, dîsa dema 1992’an ji girtîgehê derket, di hilbijartina yekem a Afrîka Başûr di sala 1994’an de yekem ew bû Serokkomar. Xwediyê Xelata Nûbelê ye. Di sala 1994’an de Xelata ‘Ramanê Atatorktiyê’ jê re dabûn, lê ev qebûl nekir û gotibû ku ‘heya hûn mafê Kurdan nedenê û Kurdan di girtîgehê de bigirin, ez xelatê we nas nakim’. Di 5’ê Kanûna 2013’ê de wefat kir.