MÊRDÎN – Li navçeya Şemrexê karkerên demsalî ku piraniya wan jin in, di bin kelekela havînê de bi 40 TL'yî rojê 12 saetan dixebitin. Karkeran diyar kir ku ew neçar in bixebitin. Xwediyên kar jî dan zanîn ku ji ber komusyonvan ew jî ji ber ceyran û mazotê keda xwe dernaxin û tu bikî nekî ev jî bandorê li yewmiya karkeran dike.
Yek ji navçeyên Mêrdînê ku ji aliyê çandiniyê ve destdayî ye jî Şemrex e. Germahiya Şemrexê havînê digihê 47 pileyan. Gelê Şemrexê zêdetir şînatiyên wek bexdenûz, marol, pîvazên şîn, garis û genim diçînin. Lê ji ber nêvenga şerî ya li herêmê, ne cotkar, ne jî kardêr zêde nikarin veberhênaniyê bikin. Cotkarên heyî jî ji rewşê bêzar in. Li gel wê jî karkerên ku kar dikin jî, yewmiyeyên wan ne bi dilê wan e.
Yek ji kesên ku li Şemrexê çandiniyê dike jî Şukru Çelîk e. Malbata Çelîk li naav erdê xwe bexdenûz, pîvazên şîn, marol û spanaxê diçîne. Malbata Çelîk ji rewşa ku tê de ye bêzar in.
Lê ji beriya malbata Çelîk me pirsgirêkên karkeran guhdar kirin. Karkerên li nav zeviyên malbata Çelîk dixebitin ji Dêrik û gundên derdorên Şemrexê ne. Karker saet 6-7’ê sibehê tên nava bostan û heta 6-7’ê êvarê di bin germahiyeke ku xwe digihîne 45 pileyan de dixebitin. Karkera bi navê Ayşe Soylemez diyar kir ku ew zarokên xwe yên biçûk li malê dihêle û di vê germê de bi 40 TL'yî dixebite.
‘EM DERÎ LI SER ZAROKÊN XWE DIGIRIN Û TÊN KAR’
Karkera bi navê Salîme Soylemez jî anî ziman ku heta ku demsala kar diqede car heye ku ew mala xwe nabînin û wiha axivî: “Em derî li zarokên xwe digirin û tên kar. Ez ji 15 saliya xwe ve vî karî dikim. Keçên min ên 20 salî jî heman karî dikin. Ji ber feqîriyê em neçarî dixebitin.”
‘LAWÊ MIN DU CAR JI BER TAVÊ NEXWŞ KET'
Medîne Aydin jî bi lawê xwe yê 7 salî Eyupcan û hevalê xwe re tê çinîna bexdanûzê. Aydin her roj lawê xwe yê 7 salî di seet 6’an de ji xew radike. Aydin da zanîn ku ew neçar e lawê xwe bîne û wiha domand: “Ez lawê xwe tînim kar, ev du car ji ber germê nexweşketiye. Eger lawê min dest bi dibistanê bike, wê çaxê ez neçar im ku kar nekim, yan jî tenê rojên betlaneyê kar bikim. Em di vê germê, vê rewşê de bi 40 TL'yî dixebitin. Wekî din tu tişt ji destê me nayê em neçar in.”
‘GEL FEQÎRE, MAL NAYÊ FIROTIN, BANDOR LI YOMIYAN DIKE’
Şukru Çelîk jî pirsgirêkên cotkaran wiha anî ziman: “Ez bi xwe xwediyê kar im lê di bin vê germê de bi karkeran re dixebitim. Min destpêkê li Enqereyê kar dikir, li wir mal dihat firotin. Lê gelê me feqîr e pere di berîka wan de tune ye malê me nayê firotin. Zengînên me jî hemû direvin aliyê rojavayê Tirkiyeyê û kar dikin.”
Çelîk da zanîn ku ew heqê keda xwe nagirin û wiha got: “Li vir her tişt mesref e. Ez ji torbe, lastîk, kirêya erebeyan, ji xwe fatureya ceyran û avê bi serê xwe pirsgirêk e. Em heqê xwe dernaxin û ev jî bandor li yewmiya karkeran dike.”
‘HETA MALÊ ME DIÇE CEM GEL DIBE SÊ QAT’
Lawê Çelîk Ulaş Çelîk jî dest nîşan kir ku dema mal ji destê wan derdikeve gelek komusyonkar û bazarvan dikevin navberê û wiha got: “Heta malê me diçe cem gel dibe sê qat. Bazarvan û komusyonkar destikê me dikin 2 beş û her yekî ji wan bi du qatê me difiroşin. Her kîsê me 100 gurz e, ji xwe heta digehe destê gel nîvî diçe çopê. Ev bandor li yewmiya karkeran jî dike.”