Alewî: Dijberî polîtîka hezaran salan çareserî yekitîye

ENQERE - Civaka elewî ku her dem di eniya demokratîkbûnê de rolek mezin lîstiye, di serdema nû de jî namzeta îtîfaka serdemanû ye. Serokê ABF'ê Muhittin Yildiz, diyar kir ku li dijî projeya întîkama polîtîkaya hezar salan tenê rêya çareseriyê yekîtî ye.

Di pêvajoya ku Tirkiye hatiyê de lêgerîna îtîfaq û têkoşîha hevpar a civakan berdewam dike. Yek ji hevparên îtifaqa hêza çareseriya demokratîk e eniya saziyên elewî ye. Dema îtîfaq û têkoşîna hevpar dikeve rojevê elewî jî berê xwe didin wê eniyê. Eniya sîwan a elewyan Federasyona Elewiyên Bektaşî mileki girîng yên eniya demokratik in. Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Muhittin Yildiz nirxandinên girîng kirin.

Yildiz, anî ziman ku lêgerîna wan a îttifaqê ne bê cih û war e û wiha got: "Li cihê edalet û demokrasî tune be, hiqûq tune ye. Li c ihê hiqûq, edalet û demokrasi tune be şer, kuştin û zulim heye. Ji ber vê yekê yekîtî nebe nabe ye. Dema mirov li beriya 16'ê Nîsanê û piştî wê dinere, dibîne ku li vî welatî pirsgirêka heq, hiqûq û edaletê heye. Ji ber vê yekê yên li edalet, heq û hiqûqê digere divê bêyî ku bêjin "Lê" "lewra" bibin yek. Divê her kes di bin baneyê îttifaqê de bimin yek û vê eniyê mezin bikin. Ez bawer dikim ku ev enî dê mezin bibe. Hemû kesên dikekevin ber vê pêla yekperestî, wêdekirin, înkar û îmhayê, kes û civakên ku ziman, bawerî û nijadên wan çidibe bila bibe bibin yek û eniya yekîtiyê mezin bikin. Ger ku çalakiyên elewî, kurd, sosyalîst û ên din pêk tînin dewletê û îktîdara AKP'ê bêzar dike wê demê divê ev çalakî bêtir bên mezinkirin. Divê dewlet û hekûmet vê tirsê bijîn."

PÎVANA YEKÎTIYÊ EDALET, HEQ Û HIQÛQ E

Yildiz, anî ziman ku yekîtî li ser têgehên Aştî, demokrasî û edaletê dibin yek û wiha got: "Ji bo li vî welatî kuştin, xwîn û komkujî raweste, kî ji vê rêveçûnê ne razî ye, kî ji bê edaletî, bê hiqûqiyê ne raziye divê li ser daxwaza edalet, heq, hiqûq, demokrasî û azadiyê bibin yek. Divê hemû eniyên tên wêdekirin û mafê wan tê binpêkirin di vê îtifaqê de cihê xwe bigirin. Hemû kesên edaletê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin pêwiste li vir bibin yek û yekîtiya xwe xurt û mezin bikin. Dema em li Qanûna Binghîn a 1982'an binerin, hişmendiya yekperestî hebû. Qanûna ku elewiyan û ên din tune dihesibîne hebû. Xwestin her kesî bikin tirk û sûnî. Polîtîkaya bişawtinê pêş xistin. Îtîfaqa AKP -MHP'e ya 2016-2017'an li ser projeya 2023'an a yek ziman, yek bawerî, yek nijadî hat avakirin. Di sala 1915’an de ev proje li ser ermeniyan xistin meriyetê lê bi ser neket. Heman feraset û polîtîka di 2023’an de jî tê amadekirin."

DIVÊ TU KES JI BER ZIMAN Û BAWERIYA XWE NEYÊ WÊDERKIRIN

Yildiz, destnîşan kir ku di feraseta aw elewiyan de tu kes ji ber ziman, çand, bawerî û nijada xwe nayê wêderkirin û wiha lê zêde kir: "Di çanda me elewiyan de olên mazluman nayê pirsîn. L ser navê aştî, azadî û demokrasiyê, me wekî saziyên elewî bang li hemû saziyên demokratîk kir û me xwest li dijî pergala şer em Qanûna Esasî ya Aştiyê ava bikin. Me xwest hemû bawerî, ol, ziman, çand û nijadên cuda bi reng û nirxên xwe bên parastin û xwe pêş bixin. Elewi niha pêşengiya vê îtîfaqê dikin. Em her dem dibêjin, fikra wan a siyasî, baweriya wan û zimanê wan çi dibe bila bibe, hemû kesên tên wêderkirin divê bên bibin yek."

‘EM AZAD BIN HÛN JÎ DÊ AZAD BIN'

Yildiz, heri dawî wiha got: "Ger ku ev îtîfaq pêk neyê diktatorî her ku biçe dê mezin bibe û har bibe. Li cihê demokrasî tune beedalet, li cihê edalet tune be demokrasî nabe. Li cihê edalet û demokrasî tune be zilm, komkujî û diktatorî dê serdest be. Ji ber vê yekê em dibêjin em azad bibin hûn jî dê azad bibin. Divê her kes hurmetê ji nirxên hev re nîşan bide û hev biparêze. Em azad bijîn da ku hûn jî azad bijîn.

Kenan Kırkaya - dihaber