Aram Tîgran di dilê kurd de nemire

AMED – Muzîk û stranên hunermend Aram Tîgran, li ser perwerdekarê enstrumana ûdê Udî Neşet Guçmen bandorek mezin dike û ew jî dest bi lêdana ûdê dike. Guçmen da zanîn ku Tîgran bi stranên xwe bingeha muzîka kurdî çêkiriya û got: “Hemû stranên wî ji bo muzîka kurdî veguherin klasîkekê. Heta kurd bijîn dê Aram Tîgran jî her tim bijî.”

Bi ser mirina hunermendê mezin ê ermenî ku wek “Bilbilê Rojhilata Navîn” tê nasîn Aram Tîgran re 8 sal derbas bû. Malbata Tîgran bi êşa sala 1915’an re yek ji malbatên ermenî ya ku berê xwe dide koçberiyê. Malbata Tîgran ji gundekî di navbera navçeya Pasûra Amedê û Sasona Êlihê ji ber qirkirina ermeniyan berê xwe dide bajarê Qamişloya Rojava. Malbat li Qamişlo bicih dibe û bi kurdan re jiyana xwe didomînin. Aram Tîgran jî çavê xwe li Qamişloka Evînê li jiyanê vedike û di temenê biçûk de bi muzîkê re eleqadar dibe. Tîgran di 9 saliya xwe de dest bi lêdana ud û cumbuşê dike. Tîgran bi kurdî, erebî, ermenî, suryanî, yewnanî, tirkî û ji gelek çand û zimanên din stran vegotin. Tîgran herî zêde bi stranên xwe yên kurdî hat nasîn û di nav dilê gelê kurd cih girt.

CENAZEYÊ ÇINARA MUZÎKA KURDÎ ASTENG KIRIN

Tîgran bi salan li Radyoya Dengê Êrîvanê hunermendiye dike û pişt re derbasî Ewropa dibe hunera xwe li wir didomîne. Piştî salên xerîbiyê Aram Tîgran yekemîn car di 8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê tê Amedê stranên hesretiya welat dibêje. Tîgran di 8’ê tebaxa 2009’an de li paytexta Yewnanîstanê li Atîna çû ser dilovaniya xwe. Her çiqas wesiyeta Tîgran ew bû ku wî li Amedê defin bikin jî lê hikumeta AKP’ê prosedurên qanûnî wek hincet nîşan da û anîna cenazeyê Tîgran asteng kir.

QEYÛM KONSERVATUAR GIRT

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser navê Aram Tîgran konservatuar vekir û bi hezaran kes li vir hatin perwerde kirin. Li konservatuvarê di 5 salan de dersen mîna şano, wêne, folklor, sinema û muzîk tên dayîn. Piştî di 1’ê mijdara 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin konservatuvar hat girtin û gelek mamosteyên wê jî kar hatin derxistin.

Yek ji van mamosteyan jî Udî Neşet Guçmen ê ku mamostetiya enstrumana udê dikir. Têkildarî jiyana hunermend Aram Tîgran em bi Udî Neşet ê ku 27 sale li udê dide re axivîn. Udî Neşet di destpê de diyar kir ku çavkaniya îlhama wî ya jiyana muzîkê Aram Tîgran e û bandorek mezin lê kiriye.

DEMA DIBÊJIN MUZÎKA KURDÎ ARAM TÎGRAN TÊ BÎRA MIROV

Udî Neşet da zanîn ku dema mijar dibe muzîka kurdî yê yekemîn tê aqilê mirovan hunermend Aram Tîgran e û got: “Dema mirov dibêje muzîka kurdî Mihemed Şêxo, Mihemed Arifê Cizrawî û Şakiro û gelek hunermendên din jî tên bîra mirov. Lê belê ji ber ku Aram Tîgran di navbera muzîka kurdî û ermenî de aheng da avakirin cihek wî yê taybet heye. Di melodiya hunera Aram Tîgran de hem ruhek kurdwarî û hem jî ruhek ermenîkî heye. Bu du çand û zimanan stranan pêşkêşî me kir û hunera xwe parve kir.”

‘STRANÊN WÎ BINGEHA MUZÎKA KURDÎ YE’

Udî Neşet destnîşan kir ku hemû stranên Aram Tîgran ji bo muzîka kurdî veguherîne klasîkekê û hunera Aram bingeha muzîka kurdî ava kiriye. Udî Neşet anî ziman ku stranên mamoste Aram Tîgran li ser zar û zimanê bi milyonan kurd û ermeniyan e û got: “Heta gelê kurd bijî dê mamoste Aram Tîgran jî bijî. Wê her tim ew hunera wî zindî bimîne. Dê di nav dilê gel de bijî. Em ê fêrî herkesî bikin. Dê stranên wê bêmirin bibin.”

Dîcle Muftuoglu - dîhaber