Bi darbeya 12'ê Adarê re cemaetê xwe di nava artêşê de bi rêxistin kir

ENQERE - 12'ê Adarê ji ber ku hikûmet hat tasfiyekirin wekî roja darbeyê tê zanîn. Geşedanên di darbeya 12'ê Adarê de darbeya 15'ê Tîrmehê bi ruh dike. Bi darbeya 12'ê Adarê re rêya ku cemaet xwe di nava artêşê de bi rêxistin bike vekir, di darbeya 15'ê Tîrmehê de jî hikûmeta AK partiyê hemû artêş û polîs xist kontrola xwe.


Di 12'ê Adara 1971'an de, di nava zincîra leşker û fermandar de darbeya leşkerî pêk hat û zor li hikûmetê hat kirin ku hikûmet îstîfa bike. Di ser darbeya 12'ê Adarê re 46 sal derbas bûn. Li Tirkiye ku gelek darbe pêk tên darbeya 12'ê Adarê û darbeya 15'ê Tirmehê gelek aliyên wê yên dibişin hev hene. Fermandarê Artêşê Serfermandar Memduh Tagmaç, Fermandarê Bejayî Faruk Gurler, Fermandarê Deryayê Celal Eyiceoglu û Fermandarê Hewayê Muhsin Batur bi îmzeyên xwe muhtira dan Serokomar Cevdet Sunay û xwestin hikûmet îstîfa bike. Ev wekî darbeya leşkerî hat pênasekirin.

LI DIJÎ ENIYA 68'AN PÊK HAT

Wekî Tirkiye li cîhanê jî eniya 68'an pêş ket. Li Tirkiye hêza şoreşger pêş ket. Eniya rastgir, li dijî eniya çepgir û şoreşger bi riya leşkerî darbe pêk anî. Çawa ku li Amarîkaya Latîn pêşketina enî û hên çepgir û sosyalîst bi darbeyan paşve ket, darbeya 12'ê Adarê jî li Tirkiye bi heman rengî pêş ket. Li Rojhilata Navîn darbeya leşkerî ya Rejîma Baasê jî rastî heman demê tê. Balkêş e di vê dem û dîrokê de kurd ji nûve katine nava lêgerîna nasnameyekê.

BAZARA XWÎNÊ

Ji bo ku darbeyê pêk bînin wekî darbeya 12'ê Îlonê ewil di navbera çepgir û rastgiran de rageşî pêş xistin. Darbeya çepgir ku pêş bikeve wekî hincet hat nîşandan û li dijî Zanîngeha Beyazitê êrîş pêk anîn. Di 16'ê Sibata 1969'an de li Qada Beyazit a Stenbolê 76 rêxistinên ciwanan li dijî 6'emîn Fîlo ya DYA'ê xwestin çalakî pêk bînin. Rêxistinên ciwanan rastî êrîşê hatin û wekî darbeya ku AK Partiyê di 15'ê Tîrmehê de pêk anî bi xwîn derbas bû. Endamên Komeleya Têkoşîna bi Komunizmê re li qadê 2 xwendekar kuştin. Darbe li ser daxwaza hêzên sermayedar pêk hat. Bi hevkakiya Partiya Edaletê û CHP’ê di 1970'an de bi zagona hêjmar 274'an a kar û zagona hêjmar 275 a Sendîkayn di meclîsê û senato re hat derbaskirin. Li dijî vê yekê karkeran dest bi çalakiyan kir. Di 11'ê Hezîrana 1970'an de Serokomar Cevdet Sunay ev pêşnûme erê kir. Karkeran li dijî vê yekê di 15-16'ê hezîranê de çalakî pêk anîn. Bi sedhezaran karker beşdarî vê çalakiyê bûn. Piştre sendîkaya karkeran DİSK hat girtin û Rêveberiya Awarte hat îlankirin.

Pêvajo û geşedanên di derbeya 12'ê Adarê de pêş ket û geşedan û guhertinên di darbeya 15'ê Tîrmehê de pêş ket dişibin hev. Beriya hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê jî Cemaetê bi gotina “Kurd bi navê KCK'ê rêxistina paralel ava dikin' di nava dewletê û artêşê de xwe bi rêxistin kirin.


Endamê Dev-Genç'ê yê beriya darbeyê hat girtin û di 1974'an de bi Efoya Giştî hat berdan Salman Kaya ji dihaberê re axivî. Kaya, anî ziman ku wê demê di nava artêşê de mirovên xwedî fikra çep û sosyalîst hebûn û wê demê eniya 68'an serdest bû û wiha got: "Hêzek mezin a eniya 68’an di nava şoreşa demokratîk a mîllî de hebû. Di nava artêşê de jî feraseta çep hebû. Wê demê me li zanîngehê panel pêk dianîn. Di dibistanên Deniz Harp de jî heman forum û panel dihatin li darxistin."

Kaya, anî ziman ku wê demê hêza çep û sosyalîst ji nava artêşê hatin paqijkirin û wiha got: "Wê demê Korgeneral Cemal Madanoglu yê teqawît û ekîba xwe di 9'ê Adara 1971'an de got dê darbe pêk bê û ev gotin belav kir. Ji MÎT’ê Mahir Kaynak ev gotin belav kir û li pêş vê hewldanê girt. Ez heta 11'ê Adarê li Sansaryan Han’ê rastî îşkenceyê hatim. Têkiliya me bi derve tune bû. Di encamê de me bihîst ku 9'ê Adarê hat û derbas bû.

HÊZA SOSLAYÎST BELAV KIRIN

Kaya, anî ziman ku Faruk Gurler ê dinava darbeya 12'ê Adarêde cihê we girt bê alî ma û wiha got: “12'ê Adarê di nava artêşê de li hevhatinek bû. Gerenal Tagmaç Sunay bi wan re bû. Nûnertiya milê çepgir digirt. Di encama darbeya 12'ê Adarê de hêza çep û sosyalîst ji nava artêşê hatin paqijkirin. Piştî vê darbeyê tevgera Gulen di nava artêşê de we bi cih kir. Di artêşê de mirov bi keda xwe nagêje cihekî. Ji serdema Osmanî heta niha subay û general ji dibistanên herbê tên perwerdekirin. Dogan Gureş û kalikên wî jî tev ji paşayan tên. Piştî darbeya 12'ê Adarê rê li pêş Gulen hat vekirin ku xwe di nava artêşê de bi rêxistin bike.

Serokê Komeleya Leşkerê Mexdûrê Darbeyên Leşkerî Rahmi Yildirim jî anî ziman ku wê demê ciwan li dijî pergala dij-emperyalist hişyar bûn û malbatên polîs û subay jî tev li meşan bûn. Yildirim, anî ziman ku li gel mudaxayan eav hişyarî nehat astengkirin û wiha got: "Ciwanên şoreşger, rewşenbir, hunermend hatin girtin. Rastî îşkenceyê hatin. Rastî gulebaranê hatin. Dîsa weşan hatin qedexe kirin. Kêmasiyên darbeya 12'ê Adarê bi darbeya 12'ê Îlonê temam bû. Di darbeya 12'ê Adara 1971'an de di nava TSK'ê de nêzî 600 subay û xwendekarên subayan rastî îşkenceyê hatin. Li gelek qadên welat navendên îşkenceyê hatin vekirin. Li Erenkoya Stenbolê jî Li koşka Zihni Paşa hat avakirin. Li vê koşkê û dibistana Mamak Muhabere ya Enqereê gelek hunermend û nivîskar li vir hatin kuştin.

AK PARTIYÊ DARBEYA XWE BI XWE PÊK ANÎ

Yildirim anî ziman ku darbeyên 27'ê Gulanê, 12'ê Adarê, li ber çavan nehatin girtin û di 12'ê Îlona 1980'an û 28'ê Sibata 1997'an de jî darbe dubare bûn û herî dawî di 15/16'ê Tîrmehê de dîsa hewldana darbeyê pêk hat û wiha got: "AKP'ê darbeya xwe bi xwe pêk anî. Darbeya 15'ê Tîrmehê kir hincet û zêdeyî 100 hezar karmendên cemaweriyê bêyî lêpirsîn hatin îxrackirin. Bi sedan saziyên çapemenyê ku li gorî AKP'ê tev negeriyan hatin girtin. Parlamenterên HDP'ê hatin girtin. Ji bo ev darbe dubare nebin em ji guhertinên qanûna bingehîn a referandumê re dibêjin Na" Em di
wazin her kes jî bêjin na.

Kenan Kirkkaya - dibaber