ENQERE - Beriya referandûmê krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropayê de, krîza Davosê ya 2009'an bi bîr dixe. Krîza Davosê, beriya hilbijartina herêmî ya 29'ê Adarê dest pê kiribû û heta hilbijartinên giştî yên 2011'an dewam kiribû. Piştî van hilbijartinan Tirkiye ji daxwazên xwe bi paş ve gav avêtibû û heta mexsedên mexdûrên Mavî Marmarayê jî di ber wan de hiştibû.
AK Partî ya ku di destpêka îktîdara xwe de bi taahuda demokratîkbûyînê hatibû ser kar, paşê her çû ji demokratîkbûyînê dûr ket û hem bi krîzên xwe yên li hundur hem jî bi yên derveyî, her tim xwest piştevaniya civakê zînde bihêle.
BERIYA HER HILBIJARTINÊ KRÎZEK
Beriya her hilbijartinê li Tirkiyeyê krîz rû didin. Di sala 2007'an de krîza Serokomartiyê, "Krîza Davosê" ya beriya hilbijartina herêmî ya di 2009'an de dest pê kir û heta hilbijartina giştî ya 2011'an dewam kir, beriya hilbijartina 2014'an krîza balafira Rûsyayê û niha jî beriya referandûmê krîza di navbera wê û welatiyên Ewropayê de rû daye û her diçe ev krîz kûr dibe. Lê piştî hilbijartin bi dawî dibin, vê carê jî Tirkiye bi paş ve gav diavêje û dikeve nava helwdanên başkirina van krîz û têkiliyan.
KRÎZA DAVOSÊ YA BERIYA HILBIJARTINÊN 2009 Û 2011'AN
Beriya hilbijartinan, li qada navnetewî krîza yekem a Tirkiyeyê, di sala 2009'an de di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dest pê kir ku ev wek "Krîza Wan Minut an jî Davosê" tê zanîn. Di 29'ê Çileya 2009'an di Zîrweya Aboriyê ya Davosê de di navbera Serokomar Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Şîmon Perez de diyalogek bû sedema destpêka vê krîzê. Erdogan, kuştina zarokên filîstînî ya Îsraîlê xist rojevê û bi gotina "Ez ê careke din neyêm Davosê" panel terikandibû. Piştî vê li Tirkiyeyê wek "Fatîhê Davosê" hatibû îlankirin. Heta, li hin welatên ereban jî li leha Erdogan de xwepêşandan hatin lidarxistin. Çimkî li gel vê bertekê, Erdogan ji bo têkiliya Îsraîl û Tirkiyeyê baş bibe, şertê dawîlêanîna dorpêçkirina li Gazzeyê jî datanîn.
MAVÎ MARMARA HAT JIBÎRKIRIN
Piştî krîza ku bi nîqaşên qoltixa nizm her çû kûrtir bû, bi organîzasyoneke ku AK Partî jî piştevaniya wê dikir, komek aktivîst ji bo dorpêça li Gazzeyê bişkînin bi keştiya bi navê Mavî Marmarayê di ser Behra Spî re hatin şandin. Îsraîlê mudaxileyî keştiyê kir û di vê mudaxileyê de 8 jê tirk bi giştî 9 aktivîst kuştin. Serokwezîr wê demê Erdogan, vê mudaxileyê wek "terorîzma dewletê" bi nav kir. Ji bo Îsraîl daxuyaniyekê bide, sefirê Tirkiyeyê yê li Îsraîlê bi paş ve kişand. Piştî ku Îsraîl daxuyanî neda, vê carê jî wek bersivdayînê sefirê Îsraîlê yê li Tirkiyeyê hat dersînorkirin. Erdogan heman krîzê beriya hilbijartina 2011'an jî kûr kir û di serdana xwe ya Lubnanê ya Mijdara 2010'an de daxuyaniyek da û di vê daxuyaniyê de got, "Em ji kujer re dibêjin kujer."
ŞÎROVEYÊN KRÎZÊ YÊN BERIYA HILBIJARTINÊ
Lê di van serdeman de di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, tevkariyên aborî û leşkerî tim dewam kirin. Piştî hilbijartinên 2009 û 2011'an krîz asayîtir bû. Di sala 2013'an de di navbera Serokomarê Tirkiyeyê recep Tayyip Erdogan û Serowezîrê Îsraîlê Netanyahû de bi riya telefonê hevdîtinek çêbû û ev hevdîtin bû destpêka çareserkirina krîzê. Erdoganê ku bi salan bûyera Mavî Marmarayê bi kar dianî, paşê bi nêzîkatiyeke "ma we ji min pirsî bû" nêzî mexdûran bû. Wê lêborîna fermî ya ku Tirkiye li bendê bû nehat kirin û her wiha ambargoya li ser Gazzeyê jî nehat rakirin. Lê belê li gel vê jî, Tirkiye wê doza ku li leha Îsraîlê vekiribû betal kir û têkilî dubare veguherîn syera xwe ya berê.
Her wiha heman krîz, wê demê bi awayekî zêde bûbû rojeva çapemeniya cîhanê jî. CNN International heman krîzê bi van gotinan şîrove kiribû: "Erdogan xwe winda kiriye an jî beriya hillbijartinan ji bo piştevaniya xw eya navxweyî zêde bike wiha dike, tam ne zelal e."
TEVGERA KURD NEHIŞT KRÎZ VEGUHERE SERKETINEKÊ
Çimkî krîza Wan Minut, beriya hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de pêk hatibû û heta hilbijartina 2011'an dewam kiribû. Her çi qas Ak Partî bi vê krîzê girseya xwe konsolîde kiribe jî, lê di hilbijartinan de encameke berbiçav bi dest nexist. Li gel krîza Davosê jî di hilbijartina herêmî ya 2009'an de rêjeya dengên AK Partiyê daket jis edî 39'an. Ev di heman demê de ji ber serketina tevgera siyasî ya kurd bû. Di hilbijartina 2009'an de tevgera siyasî ya kurd ku bi navê DTP'ê ketibû hilbijartinê, di 2004'an de bi namzetên serbixwe bi rêjeya ji sedî 1'ê 58 şaredarî bi dest xistibûn. Lê belê DTP di hilbijartian 2009'an de vê rêjeya xwe kir 5 qat û hejmara şaredariyên bi dest xist jî gihand 98'an. Piştî vê serketinê, wê demê Cemil Çiçekê AK Partiyî gotibû, "Xwe gihandin sînorê Ermenîstanê." Lê piştî vê hilbijartinê bi kêliyekê yanî di 14'Ê Nîsanê de tevî cemaetê li dijî siyaseta kurd operasyonên KCK'ê hatin lidarxistin û bi van operayonan re bi hezaran siyasetmedar û aktivîstên kurd hatin girtin.
KRÎZA RÛSYAYÊ PIŞTÎ BINKETINA 7'Ê HEZÎRANÊ DERKET HOLÊ
Hikûmeta AK Partiyê ya piştî hilnijartina 7'ê Hezîranê, beriya hilbijartina 1'ê Mijdarê ya dubare kir li hundur krîza şer kûrtir ki. Qedexeyên derketina derve û dorpêçkirinên li bajarên kurdan, weziyata şer bi her awayî da der û bi vê li pêşberî pêşveçûyîna HDP'ê bû astengî hatin derxistin. Tirkiyeya ku pêvajoya şer a di 20'ê Tîrmeha 2015'an de 7'ê Hezîranê şer kûtir kir û piştî hilbijartinê bi kêliyekê krîza balafira Rûsyayê xwe da der.
Piştî Tirkiyeyê di 24'ê Mijdara 2015'an de balafira Rûsyayê xist, di navbera her du aliyan de krîzek çêbû, lê piştî demekê Tirkiyeyê lêborîn xwest û bi vê lêborînê da têkilî normla bibin her tawîz dan. Tirkiyeyê pêşî dev ji vegotinên xwe yên dijberî Sûriyeya ku di bin banê Rûsyayê de ye berda û rengê vegotinên "Heta kujer, Esadê kuejr neçe çareserî nepêkan e" veguherand "Çareseriya bi Esad re". Lê li gel van tawîzên xwe, her tim jî hewl dida ku aliyê hember li dijî krudan sekna xwe diyar bikin. Tirkiyeyê gava pêşî piştî krîzê bi 7 mehan yanî di 27'ê Hezîraba 2016'an de avêt, ku Serokomar Erdogan ji Pûtîn re nameyeke lêborînxwestinê şand.
PUTİN ENERJİ ANLAŞMALARINDA İSTEDİĞİNİ ALDI
Di 1'ê Tîrmehê de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de temaseke rasterast pêk hat. Di vê temasê de Tirkiye bi beramberiya tawîzên xwe, daxwaza xwe ya îzolekirina Rojavayê xist rojevê. Di hevdîtina Çavuşoglu û Lavrov de "Yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat destnîşankirin" û Tirkiye vê wek gavavêtina ewilîn nirxand. Piştî krîzê bi 8 mehan yanî di 9'ê Tebaxê de Erdogan çû Rûsyayê û bi Pûtîn re hevdîtin çêkir û organîzekirina civîneke ku dê Rojava û Sûriye bê nîqaşkirin kir. Li gel vê Pûtîn jî di 10'ê Cotmehê de ji bo Kongreya Enerjiyê ya Cîhanê hat Tirkiyeyê û bi Tirkiyeya ku tawîz dan wê re hin peyman îmze kirin.
SER BOMBEBARANA RÛSYAYÊ HAT NIXUMANDIN
Bi sûîqesta Sefirê Enqereyê yê Rûsyayê Andrey Karlov re şik û gumanên Rûsyayê yên ji bo Tirkiyeyê zêdetir kirin. Lê belê, Tirkiye di hevdîtinên Astanayê de planên ji aliyê Rûsya û Îranê ve hatin amadekirin qebûl kirin. Di encama van planan de Tirkiye dev ji piştevaniya (îdia) El Nûsra û Helebê berda. Tirkiyeyê li Sûriyeyê li herêmeke sînorkirî operasyonên xwe domandin û Rûsyayê jî li hemberî vê xwe li nedîtiyê danî. Lê di 9'ê Sibata 2017'an de balafirên Rûsyayê bera TSK'ê dan û li gor daxuyaniyên fermî di vê bombebaranê de 3 leşker mirin. Lê belê, di vê mijarê de Tirkiyeyê bi tu awayî îtiraz nekir.
DI KRÎZA BI YE'YÊ RE PIŞTÎ REFERANDÛMÊ BÊ 'SAZKIRIN'
Niha jî Tirkiye krîzeke wek a Davosê, bi welatên Ewropayê re dijî. Vê krîza beriya erefeya referandûmê, wek hewldaneke ku ji bo di referandûmê de derdora ku hîn jî îknayî "Erê" nebûne îkna bike dixuyê. Her wiha wisa dixuyê ku wek krîzên din, piştî referandûmê dê Tirkiye ji bo sazkirin û başkirina vê krîzê bi welatên Ewropayê re têkeve nava têkiliyan.
Kenan Kirkaya - dîhaber