Tirkiye bi hemû welatan re pirsgirêkan dijî

ENQERE - Hikûmeta AKP di destpêka îxtidara xwe de bi slogana "bi cîran re bê pirsgirêk" hat ser kar. Di nava salên derbasbûyî ji ber sedemên cur be cur bi Îran, Suriye, Iraq, Misr, Îsraîl, Rûsya, Yewnanistan, Ermenistan, welatên Yekîtiya Ewropayê ve pirsgirêk û krîz jiya. Tirkiyeya ku jibilî Erebistana Suîdî, Qatar û PDK'ê bi hemû welatan re pirsgirêkê dijî ji ber ku polîtîkayên dijminatiya Rojava dike ev pirsgirêkên ku dijî her çû kurtir bû.

Tirkiye di dema referandumê de, li aliyekê bi “krîza mîtîngên” li Hollanda û Almanyayê weşanê dike û li aliyê din pirsgirêkên ku polîtîkayên wê yên derve derdixîne tê dîtin. Ahmet Davutoglu ku di hikûmeta AK Partiyê de wezîrtiya karê der û wezîrtî kir bi hêviya “bi cîranan re polîtîkaya pirsgirêk nayê jiyîn” dana meşandin derbas ne kir, Tirkiye bi hemû welatan re bûye welatekî “pirsgirêkên bêdem û krîzan” dijî.

Bi taybet ji sala 2007’an pêde, AK Partiya ku îktîdara xwe sexlem kir, ji bilî welatên cîran bi gelek welatên din re pirsgirêk dijî. Bi taybet di sala 2011’an piştî Bihara Ereban, Tirkiyeya ku di lêgerîna “Anîna birayên misilman a îktîdarê û li îktîdarê bicihkirin” destpêkê Sûriye bi Misir, Îraq û welatên din re pirsgirêkê jiya. Ev polîtîkaya Tirkiyeyê gelek caran hem li hindur hem li derve wekî “polîtîkayên mezhepê” hatin destgirtin û rexnekirin.

POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ YA HILWEŞIYAYÎ

Tirkiye ku di sala 2003’yan de dema mudaxeleya DYE’yê ya Îraqê xwest derve bimîne, di salên paş wê de polîtîkayek ku xwe tevlî pirsgirêkan dike da meşandin. Bi taybet bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Tirkiye ku xeyala dê “li Heleb û Şamê nimêja înê bikin” dikir, bi Erebîstana Siudî û Qatarê re piştgiriya çek û aboriyê da komên radîkal ên Sûriyeyê. Di demekê de ji gotinas “birayê Esad” vegeriya û got “qatil Esad”. Rejîma Sûriyeyê jî ji şerê navxweyî Tirkiye berpirsyar dît. Tirkiye ku hedef dikir rejîma Esad bixe û li şûna wî “birayên misilman” bicih bike, dema ku dît li Sûriyeyê ev polîtîkaya wî pêk nayê gotin û helwesta xwe guherand. Lê Tirkiyeya ku dibêje ew yekbûyîna axa Sûriyeyê diparêzin, di demekê de li ser Cerablûsê re ket Sûriyeyê û xwest rewşa de-faco ava bike ev jî bû sedema bertekên qada navneteweyî û rejîma Sûriyeyê.

KRÎZA DI NAVBERA BEXDA Û ENQEREYÊ DE KÛR DİBE

Iraq û Îran ku di pirsgirêka kurd de bi hev re tevdigerin bûn welatên ku Tirkiye pêre pirsgirêkan dijî. Iraq dem dem Tirkiye bi xwe tevlîkirina karên hundir ên welat sûcdar kir, pirgirêkên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, bi peymanên petrolê yên PDK û AK Partiyê, hewldana serokwezîrê wê demê Davutoglu ya ji bo ziyareta Kerkûkê, leşkerên xwe li Başîkayê bicihkirin, û ji ber piştgiriya li Mûsilê dida komên sunî kûrtir bû. Yek ji krîzên girîng ên hatin jiyîn jî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo pêşengên Partiya Îslama Iraqê Tarik el Haşimî bû ku Iraqê cezayê darvekirinê lê birîbûn. Krîz herî dawî beriya operasyona Mûsilê kûrtir bû. Destpêkê li ser beşîkayê krîz hat jiyîn û piştre li ser tevlîbûna hêzan a operasyonê krîz hat jiyîn. Rêveberiya Iraqê, Tirkiye bi betalkirina operasyona Mûsilê sûcdar kir.

Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê yên ku bi salan li ser dijminatiya kurdan avakiribûn, bi pirsgirêka Sûriyeyê re kûrtir bû. Li Sûriyeyê Tirkiye û Îran li bloken cuda cih girtin. Tirkiyeyê piştgirî da komên mûxalif ên çekdar û Îranê jî piştgirî da rejîma Sûriyeyê. Lê ligel her tiştî her du welat di fermiyetê de têkiliyên xwe diparêzin û di demên dawî de gotinên li dijî hev bikartînin hişt bûne. Tevlîbûna Îranê ya pirsgirêkên li Yemenê tên jiyîn, li dijî bloka sunî ya ku Erebîstana Suudî piştgiriyê dide piştgirî dana milîsên Şîî Husî, Tirkiye û Iran hatin pêşberî hev. Tirkiyeyê li gel Erebîstana Siudî cih girt û got dê hewldanên Îranê feleketê bi xwe re bîne. Ev pirsgirêkê ku Tirkiye û Îran ji sala 2015’an ve dijîn, herî dawî li ser nûnerên dîplomatîk re hevdu sûcdar û hişyar kirin. Serokomar Erdogan, prense Îranê bi nijatperestiyê sûcdar kir û Îranê jî Tirkiye bi rêvebirina polîtîkayên mezheba sunî sûcdar kir. Îranê herî dawî ji hemwelatên xwe re gotin “necin tirkiyeyê”.

NEKARÎ DYE’YÊ LI DIJÎ DYE’Ê DERBIKEVE LÊ…

Tirkiye ku bi hemû welatan re pirsgirêkan dijî, ligel ku nekeve nav tevlîheviyekê de li ser bûyera Fetullah Gulen û Reza Zarrab bi DYE’ê re hatin beramberî hev. Lê di destpêka van pirgirêknên Tirkiyeyê yên bi DYE’ê û Rûsyayê re dijî herêma Rojava û polîtîkayên van welatan ên Rojava ne. Tirkiyeyê bang li NATO, DYE, Rûsya û welatên diki kir û got “biryara xwe bidin yan me yan PYD’ê hilbijêrin.”

Kenan Kirkaya - dihaber