Di xaçerêya krîtîk de axaftinên li ser navê Ocalan zêde bûn

ENQERE - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de 18 salên xwe yên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Yek Kesî temam dike. Li gel Ocalan 18 salin bi tena serê xwe di nava şertên ji cîhanê qutbûyî dijî, ji niha ve gelek derdor di vê xaçerêya krîtîk de li ser navê Ocalan dest bi axaftinan kirin.

Herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de Heyeta Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkiribû. Demek berê birayê wî Mehmet Ocalan ji ber greva birçîbûnê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtineke kurt pêk anî bû, lê ji bilî vê hevdîtinê tu hevdîtin pêk nehatin. Li gel vê di vê serdema krîtîk a Tirkiyeyê de, kes nizane gelo Ocalan der barê van geşdanan de çi difikire û fikra wî çî ye.

OCALAN BÊDENG DIKIN Û LI SER NAVÊ WÎ DIAXIVIN

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ê paşeroja dîrokiyî û dîroka siyaseta nêz a Tirkiyeyê baş dizane, baş analîz dike û pêşbîniyên wî yên heta niha rast derketine, lê têkildarî guherandina Qanûna Bingehîn heta niha tu beyaneke wî tune ye. Lê belê, li gel vê jî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ber pêdivî bi piştevaniya hilbijêrên kurd hebû, berdevkên îktîdarê beyanên ku Ocalan "Piştevaniya serokatiyê dike" didan. Lê îro, rayedarên heman partiyê vê carê Ocalan bi dijbertiya "Pergala serokatiyê, pergala Serokomratiyê" rexne dikin.

ÇEWTIYA MUXALEFETÊ YA DER BARÊ OCALAN

Li gel beyanên îktîdarê yên axaftina li ser navê Ocalan, muxalefeta ku diparêze ew li dijî îktîdarê muxalefetê dike jî li gor vê pozîsyona xwe werdigire. CHP û derdora nêzî wê, bêyî li daxuyaniyên Ocalan ên wê demê binihêrin, li ser beyanên berdevkên îktîdarê yên berê rolekî li Ocalan bar dikin û bi vî awayî hewl didin ku hilbijêrên kurd ber bi îktîdarê ve hêl bikin. Dema hevdîtinên pêşniyara Qanûna Bingehîn pêk dihatin, partiya muxalefetê digot "di vê pêşniyarê de xweserî heye" û li gel vê rojnameya Cumhuriyetê ya nêzî partiya muxalefetê ye jî ya li qadê derfetên propgandayê dide îktîdara AK Partiyê jî, li ser beyanên Yalçin Akdogan ên berê, derpêş kir ku Ocalan piştevaniya pergala serokatiyê dike.


YALÇIN AKDOGAN BÛ REFERANSA KEMALÎSTAN

Rojnameyê jî vê îdiaya xwe spart daxuyaniya yek ji Alîgirên Serokwezîrtiyê yê berê û koordînatorê pêvajoya çareseriyê Yalçin Akdogan. Daxuyaniya Akdogan a ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê di 28'ê Tîrmeha 2015'an de ji AA'yê re axivî û Cuhuriyet xwe dispêrê ev e:

“Tim li ser navê Ocalan derewan dikin, 'Ocalan li dijî pergala serokatiyê ye, Ocalan li dijî koalîsyona bi AK Partiyê re ye...' Ev kulliyen derew in. Bi navê Ocalan tim civakê dixapînin. Dema bi Ocalan re hevdîtin dihatin çêkirin, ma li Tirkiyeyê bi navê koalîsyonê mijarek hebeû, Ocalan, 'bi vî re bikin, bi wî re bikin.' Ji ber vê nemesûliyeteke zêde heye. Wisa difikirim, heke Ocalan vana zevt bike dê bi daran bera wan bide, dê bibêje 'we her tişt mehf kir'..."

LÊ OCALN JI BO SEROKATIYÊ ÇI DIFIKIRE?

Baş e, lê Ocalan di mijara pergala serokatiyê de çi difikire, di beyanat û daxuyaniyên ku berê dabûn de çi digot. Hêl di ser Ocalan re davêjin ber hevdu, lê dema li fikrên Ocalan ên bi wesîleyên cuda der barê serokatiyê de vegotine dinihêre bi awayekî aşkere dibîne ku bê fikrên wî yên di vê babetê de çi ne.

Li Îmraliyê cara ewil nîqaşên serokatiyê di 23'yê Sibata 2013'an de hatine kirin. Yanî piştî destpêkirina pêvajoya muzakereyê bi kêliyekê. Nirxandinên Ocalan ên der barê wê mijarê de ev in:

HEKE AKP ME ŞAŞ FÊM BIKE DÊ FELAKET ÇÊBIBE

A. Ocalan: Bawerim dê AKP me xelet fêm neke. Heke xelet fêm bike, dê felaket çêbibe. Li gel vê heke AKP dîktatoriyaya xwe li me ferz bike, em vê qebûl nakin.

S. S. Onder: Serokê min, me her tişt axivî. Lê meseleya serokatiyê heye. Raya giştî di vê mijarê de zaf hesas e. Endîşe ew e ku veguhere avayiyeke totalîter.

A.Ocalan: Mirov dikare li ser pergala bifikire. Lê belê divê li vir Serokatî wek ya DYA'yê be. Wek Meclîsa Dewletê divê Senatoyek hebe. Ya duyemîn, divê Meclîsa Gelan hebe. Dibe ku navê vê Meclîsa Demokratîk be jî. Ev jî dibe wek Meclîsa Nûneran a DYA'yê be, dibe wek Dûmaya Binî ya Rûsyayê be jî. Wek Kamaraya Avamê ya Îngîltereyê, lê versiyona wê ya Tirkiyeyê. Esas em dikarin wisa bifikirin, HDK'ê întibaqî parlementoyê bikin.

HEKE WEK SEROKATIYA DYA'YÊ BE EM DIKARIN NÎQAŞ BIKIN

11'Ê ÇILEYA 2014'AN:

A. Ocalan: Di nîqaşên Serokatiya nû de, heke pergaleke wek a DYA'yê û wek a wê be, em dikarin nîqaş bikin. Ji bo vê dê qanûna civaka sivîl û qanûna xweserya rêveberiyên herêmî bê derxistin. Hilbijartina Serokomariyê girîng e. Divê potansiyela me esas bê girtin. Edikarin vê bikin du qat jî. Dê di tûra ewil de namzetê me hebe. Em ê li dor namzetê xwe bi awayekî azamî kom bibin, em ê dengê xwe zêde bikin û em ê hêza xwe derxînin holê. Ev çekeke mezin e û bi vê re dê cara ewil şensê ku em ê dîtina dengê xwe bibînin bide. Dê hem li dijî netewperestan hem jî li dijî AKP'ê di dest me de çekeke girîng a muzakereyê hebe. Kî xwe nêzî muzakereyê bike em dikarin piştevaniya wî bikin. Di heman demê de em ê bang li gelên kedkar ên Tirkiyeyê jî bikin.

EZ DIJRABERIYA ERDOGAN IM: EW TEKPARÊZIYÊ, EZ KOLEKTÎVÎZMÊ ESAS DIGIRIM

11'Ê HEZÎRANA 2015'AN:

A.Ocalan: Min îstismar dikin, çapemenî jî vê dike. Her tiştî li min bar dikin û diçin, ev ne exlaqî ye. Ez ê jî bi ser we de bêm. Evqas tenêtî, tekbûyîn zehmetiyê dide. Ez dijraberiya Erdogan im. Ew ji tekparêziyê hez dike, ez jî girîngiyê didim kolektîvîzmê.

EM ERDOGANEKÎ OTORÎTER, AKP'EYEKE HEGEMONÎK QEBÛL NAKIN

Em dikarin meseleya Serokomartiyê û Qanûna Bingehîn bi AKP'ê re jî bikin. Ji bo çûyîna qanûn û qanûna bingehîn muzakere divê. Lê belê em Erdoganeke otorîter û AKP'eyeke hegemonîk qebûl nakin. Hin ji me re dibêjin "Dûvelengiya AKP'ê nekin." A rast rewş tam bereksê vê ye. AKP di rewşa ku me dişopîne de ye. Em AKP'ê li pêyî xwe dikişînin.