ENQERE - Sedema derxistina Rêberê PKK'ê Ocalan ji Sûriyeyê û radestkirina wî ya Tirkiyeyê piştî 18 salan bi awayekî zelaltir derdikeve holê. Rojhilata Navîn a ku Ocalan hat derxistin veguherî cografyayekî şer kur bûye, Sûriye jî bûye cografyaya ku yên ew derxistin û ên bi cih bûn tijî bûne û rêxistinên hov peyda bûne.
Li ser komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat û Ocalan ev yek wekî "qedexekarê rûerdê" bi nav kir û bi operasyonekî radestî Tirkiyeyê hat kirin 18 sal derbas bû. Beriya 6 hezar û 570 rojan Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît ku wê demê ev yek wekî "serkeftinekî" nîşan da lê piştî demeke kurt gotina "Amerîkayê çima Ocalan radestî me kir min fêm nekir" a ku gelek wateyan di nava xwe de dipewîne bi kar anî. Ev geşedanên ku di nava kurdan de di 16'ê Sibatê de bû sedema hestên wekî şîn, înfîal û îsyankariya li dijî cihanê lê Ecevît nakarî wateyê bide Ocalan hê wê demê wekî "Komploya navneteweyî" bi nav kir. Tenê ji bo xwe jî na komployekî li dijê gelê tirk, kurd û gelên herêmê ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye kirin pênase kir.
HÎNBÛNÊN 18 SALAN
Ocalan bi salan xwest vê yekê ji raya giştî ya Tirkiyeyê re vebêje û wan qanî bike. Bi taybetî jî rayedarên dewletê û hin kesên di bin bandora "teoriya netewperestiyê" de ne ev yek wekî "Ocalan dixwaze xwe xilas bike" nirxandin û ketin nava nêzîkatiyekî pir erzan û ji rêzê. 18 salên ku derbas bû nîşan da ku nirxandinên Ocalan çiqas di cih de û mafdar e û gelên herêmê ev yek bi tecrubeyên bi êş hîn bûn.
YÊN JI SÛRIYEYÊ HATIN DERXISTIN ÊN LI SÛRIYEYÊ BI CIH BÛN
Piştî ku 13 sal ji derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê derbas bû vê carê kesên ku li Sûriyeyê bi cih bûn balê dikişîne. Bi feraseta "Ger ji Sûriyeyê derkeve tê teror bi dawî bibe, herêm bi aram be" Ocalan ji Sûriyeyê hat derxibtin, û hêzên ku îdia dikin ew ji Sûriyeyê derxistine, Rûsya ya ku ew nehewand Amerîkaya ya ku bi komployekî navneteweyî ew radestî Tirkiyeyê kir û Tirkiye ya ku ew teslîm girt îro li Sûriyeyê cirîdê davêjin. Li gorî daxuyaniya ku Serokomar Tayyîp Erdogan li Bahreynê da jî li Sûriyeyê milyonek kesan jiyana xwe ji dest dane, herê kêm 10 milyon kes bûne penaber, bajar hatine xirakirin û şewitandin, hema ku dewletekî bi navê Sûriyeyê li holê nema.
OCALAN JI ROJHILATA NAVÎN HAT DERXISTIN MUDAXALEYÊ DEST PÊ KIR
Geşedanan nîşan da ku derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û radestkirina Tirkiyeyê "bêbandor kirin" tenê bi Sûriyeyê re eleqadar nîne ji bo geşedanên li Rojhilata Navîn amadekariyek e. Piştî ku Ocalan hate radestkirin di gelek nirxandinan de got ku hêzên navneteweyî wî li Rojhilata Navîn wekî astengiyekî dibînin, ji ber vê yekê dixwazin "tasfiye bikin", mudaxaleyên li hemberî herêmî ev nirxandin di nava demê de piştrast kir.
PIŞTÎ 4 SALAN LI SÛRIYEYÊ ŞER HATE DESTPÊKIRIN
Piştî radestkirina Ocalan 2 sal derbas bû êrîşa 11'ê Îlona 2001'an a ku li cihanê ahengan ji nûve saz bike çêbû. Di encama êrîşa ku El Qaîdeyê li ser xwe girt a li hemberî Navenda Bazirganiyê ya Cihanê çêbû û 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û piştî vî bûyerê Amerîkayê mudaxaleyî Afganistanê kir. Piştî dagirkirina Afganistanê hêzên ku Amerîkaya serkêşiyê dike mudaxaleyî Iraqê kirin. Piştî dagirtirina Iraqê ya di 2003'yan de Sedam Huseyîn ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve hat girtin û rejîm hilweşiya. Tezkereya 1'ê Adarê ya ku di Meclîsê de redkirina bikaranîna axa Tirkiyeyê ya ji bo mudaxaleyê, ev yek tenê bi hilweşandina rejîmê ve bi sînor ma. Lê "demokrasî, azadî û aştî" ya ku hat îdiakirin tu caran nehat Iraqê.
Mudaxaleya Iraqê li Rojhilata Navîn kevir ji cihên xwe hejand û piştî 7 salan jî bi navê Bihara Ereban îsyanên gel destpê kir, piştre jî mudaxaleyên navneteweyî yên ku ev îsyan manuple kirin... Li şûna daxwazên gelan a azadiyê dîsa ji aliyê navendên hêzê ve qurbanî têkoşînên îxtidaran hatin kirin. Ocalan rewşa xwe, ya Tirkiye, Mezopotamya û Rojhilata Navîn di nirxandinên xwe de gelek caran anî ziman ku çawa têkoşînên azadiyê hatine qurbankirin, li ser vê gelek pirtûk nivîsand. li Tunus, Lîbya, Urdun, Misr ji vî pêvajoyê rasterast bi bandor bûn û daxwazên azadiya gelan derketin pêş lê piştî ku çend sal derbas bû denê tişta ku li van deran guherî rêveberiyên welatan bû. Li Misrê darbe çêbû, li Lîbyayê Muammer Qedafî hate lînckirin, rêveberiyên Birayên Misilman ên hatin rojevê di vî demê de hatin dîtin. Di dawiyê de rewşa ku di 2011'an de derket holê û hê jî berdewam dike nîşan da ku Ocalan çima wekî kesekî qedexe hat îlankirin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, geşedadan ev yek nîşan da.
ÎDIAYÊN PÊŞKETIN Û RASTÎ
Ocalan ê ku bi "cudakariyê" hat sûcdarkirin piştî li Rûsya, Yewnanistan, Romanya, Kenya û hin welatên din wekî "qedexekarê rûerdê" hat îlankirin û piştre radestî Tirkiyeyê hat kirin li ser esasê paradîgmaya xwe ya bingeha wî di şertên dîlbûnê de avêt modela "Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk" pêş xist. Di vî modela Ocalan de sînorên di navbera welatan de tê sistkirin û yekîtiya ol û etnîkên cuda tê esasgirtin. Kesên ku Ocalan bi "cudakariyê" sûcdar dikin, bi polîtîkayên xwe ve hemî civakan li ser esasê "mezheb, kêmar û cudabûnan" anîn hemberî hevdû.
Ocalan ê bi "terorîzmê" tê sûcdarkirin beriya pêvajoya Îmraliyê di 1993, 1998, 1999'an de û piştre jî gelek caran agirbest îlankir û ji bo "pirsgirêk bi riyên demokartîk bê çareserkirin" û pêşiya mirinan bê girtin kete nava lêgerînê, yên ku xwestin Ocalan tasfiye bikin jî bi polîtîkayên xwe ve bûn sedem ku bi milyonan kes jiyana xwe ji dest bidin, dîsa wekî ku hîmê "şerê sed salê" ya li Rojhilata Navîn avêtin.
LI SÛRIYEYÊ XETA OCALAN BÛ ALTERNATÎF
Ocalan ji Sûriyeyê bi van hincetan hat derxistin, piştre komên ku li serê mirovan jê dikin û hemû nirxên mirovahiyê qetil dikin li Sûriyeyê hatin bicihkirin. Mîrateyên dîrokê hatin serobinokirin. Di serî de êzidî li ser gelan gelek qetlîam hatin jiyîn. Li hemberî vî rewşê kurdên di xeta Ocalan de ketin dewreyê, Li Şengal û Kobanê komên hovîtiyê komên di xeta Ocalan de ne dan rawestandin. Di heman demê de li hemberî vî xeta qatlîamê xeta Ocalan a "Neteweya Demokratîk, Xeta Jiyana Hevpar" hete dewreyê û li Sûriyeyê modole alternatîf derxist holê. Bi vî rengî xeta Ocalan ê ku ji aliyê hêzên cihanê ve hate derxistin bû xeta alternatîf.
Ocalan ev rewşa tu hate jiyîn di pirtûka xwe ya ku beriya çend salan nivîsand a bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de wekî "3'yemîn Şerê Cihanê" pênase kir. Ocalan ji bo vê di pirtûka xwe de wiha gotibû: "Di mijara 3'yemîn Şerê Cihanê de, Li Iraq, Afganistan, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî û Misrê encama bûyerên ku qewimîne bîlançoya 1'emîn û 2'yemîn Şerê Cihanê gelekî derbas kiriye û ev ji bo fêmkirina rastiya vî şerî bes e. Jixwe ji ber çekên nukelerî tê fêmkirin ku 3'yemîn Şerê Cihanê dê bi parçekirî be, demeke dirêj berdewam bike û bi teknolojiyên cuda bê meşandin. 3'yemîn Şerê Cihanê rastiyek e û navenda wî jî cografyaya Rojhilata Navîn û çanda wî ye. Geşedanên li Iraqa ku wekî navenda 3'yemîn Şerê Cihanê ye diqewimin jî bi tena serê nîşan dide ku ev şer tenê têkîldarî welatekî nîne û têkîldarî berjewendiyên hêzên desthilatdar ên cihanê û hebûna wan ve eleqadar e."
Ev nêrînên Ocalan bi daneyên Neteweyên Yekbûyî yên di 2014'an de hate piştrastikirin. Li gorî hemana daneyan di 2014'an de 59,5 milyon mirov ji ber şer bûne penaber, Ev hejmar roja me ya îro de zêdetir bûye û piştî şerên cihanê yên yekemîn û duyemîn gihîştiye hejmara herî zêde. Jixwe piştre jî li Amerîka û Rûsyayê hin otorîte geşedanên li Rojhilata Navîn wekî 3'yemîn Şerî Cihanê yê navlênehatiye kirin pênasekirin.
Çawa ku bi derxistina Ocalan ve herêm avêtin nava agir, Ocalan 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê kîjan de ji dewreyê bê derxistin Tirkiye ber bi şertên giran ên şer ve çû. Piştî ku Ocalan anîn Îmraliyê di 1999'an de agirbest îlan kir û komplo pûç kir. Ligel hemû êrîşan Tirkiye bi îradeya Ocalan a yekalî ve 5 salan "pêvajoya aştiyê" jiyan kir. Heman salê ji Qendîl û Ewropayê 2 komên aştiyê hatin Tirkiyeyê lê komên ku hatin bi salan ji girtîgehan hatin girtin.
OCALAN HER CARÊ RÊ VEKIR
Ocalan di hemî pêvajoyên krîtîk de kete dewreyê û gotin di cih be nehîşt ku Tirkiye bibe welatê şer. Di hilbijartinên serokomariyê ya 2007'an, hilbijartinên 2011'an referandûma 2010'an de li esr daxwazê her tim Ocalan kete dewreyê û demî be jî pêvajoya şer da rawestandin. Civaka Tirkiyeyê di navbera 2013-2015'an de bi îradeya Ocalan a yekalî ve di pêvajoya çareseriyê de cara yekem evqas nêzîkî aştiyê bû. Di nava 2 sal û nîvan de şer rawestiya, kesekî di şer de jiyana xwe ji dest neda. Di 28'ê Sibata 2015'an de Kêm mabû ku aştî mayînde bibe û li ser vî esasê "Deklarasyona Dolmabahçeyê" hat îlankirin. Lê piştre hema pêvajo hat xirakirin û niha Tirkiye bi guhertina qanûna bingehîn ve pêvajoyekî cuda dijî.
Kenan Kirkaya - dîhaber