Li Sûriyeyê çûnhatin zêde bû: Li qadê QSD avakar e

ENQERE - Di navbera Moskowa, Enqere û Washîngtonê de trafîka Sûriyeyê gur bû. Lê ev gurbûna çûnhatina têkildarî demokrasiyê, li qadê rasteqîniya avakariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî naguherîne. Li gor hin çavdêran, gelek kes bi sedemên cuda dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin, lê ji bilî QSD'ê tu şensekî wan tune ye.

Piştî rêveberiya Trump li DYA'ya dest bi kar kir, ji bo Tirkiye li Sûriyeyê hebûna xwe mayînde bike, niha ketiya nav lêgerînan, da di vî warî de DYA'yê îkna bike. Tirkiye li hêlekê bi "bikaranîna weziyeta xwe ya stratejîk a hevpar" dixwaze li ser DYA'yê bandorekê çêbike, li hêla din jî di gelek xalan de hewl dide Rûsyayê îkna bike.

Ji bo vê, di demên dawî de giranî dan ser operasyonan El Babê ya ku ev du meh e tu necam nedane der. Ev gurbûn tam jî di arefeya ku Serokomar Erdogan bi telefonê bi Trump re hevdîtin çêkir dest pê kir û paêş domiya. Piştî vê Serokê CIA'yê Mike Pompeo hat Enqereyê. Şefê CIA'yê yê ku berê hemû serdanên wî bi awayekî nepen çêdibûn, lê vê carê li Enqereyê bi protokoleke payebilind hat pêşwazîkirin. Serokomar û Serokwezîr bi Pompeo re hevdîtin çêkirin. Dê îro jî, Serfermandarê Giştî yê DYA'yê Joseph Dunford bê Enqereyê.

PÊNGAVÊN RÛSYAYÊ

Ji van hemû temasên dîplomatîk bendewariyên Tirkiyeyê eşkere ne: Li Sûriyeyê kurdan derî hemû hevkêşeyan bike û bi hêzên girêdayî xwe ji nû ve wesfekî çalak dabîn bike. Tirkiye nîqaşên operasyona Babê jî û yên têkildarî operasyona Reqayê jî li ser vî esasî dike. Lê belê, Wezîrê Parastinê Fikri Işik di daxuyaniya xwe ya dawî de bi van gotinan, "Encama em dixwazin hîn bi dest neketiye" bi awayekî aşkere anî bû ziman ku, di vê mijarê de wan hîn DYA'yê îkna nekiriye.

KÎ KÊ BI KAR TÎNE?

Li gel van hemû hevdîtinan, lê kurdan li Moskowayê konferanseke girîng li dar xistin û piştî wê bi kêliyekê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, daxuyand ku bêyî kurdan dê li Cenevreyê tu encam neyên wergirtin. Li ser vê Tirkiyeyê jî dest bi şopandina teza "Rûsya û bi giştî jî hêzên navnetewî kurdan bi kar tînin" kir. Lê merciyên biryardanêr ên Tirkiyeyê ku vê hevkêşeyê bi awayekî ters radixînin jî bi daxuyaniyên wek "Divê DYA û Rûsya wan muhtacî kurdên wir neke, em ji boyî her lihevkirinê hene" diyar dikin ku kurd van hêzan bi kartînin.

DYA Û RÛSYA BI HEVKARIYÎ TEVDIGERIN

Serokê Lijneya Rêveberiya Navenda Polîtîkayan a Enqereyê Hasan Kanpolat ê ji Sputnikê re axivî, diyar dike ku di trafîka dîplomasiyê ya demên dawî de "mijarên stratejîk" esas hatine girtin, Tirkiye ji hêla DYA'yê re "planeke tirkî" ragihandiye. Lê ji bilî "jidewrêderxistina kurdan" der barê vê planê de tu agahî tune ne. Bereksê hin analîstan Kanpolat, dest nîşan dike ku di hevkêşeya Sûriyeyê de Rûsya û DYA bi hev re tevdigerin û wiha dibêje: "Bi awayekî giştî em dibînin ku ji rêgeha Îsraîl û DYA'yê derneketiye. Ev dem di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û hem jî li bakurê Sûriyeyê di piştevaniya ji bo PYD'ê tê kirin de tê dîtin. Di 2016'an de li Moskowayê ji vekirina ofîsê ya PYD'ê heta konferansa kurd a Moskowayê ku duh qediya bigere, hemû nîşan didin ku di karê Sûriyeyê de ji bereka Îsraîl û DYA'yê nehtaiye derketin."

GELO DÊ TIRKIYE BI DYA'YÊ BI PAŞ VE GAV BIDE AVÊTIN?

Baş e, lê ev çûnhatina dîplomasiyê dê bi jidewrêderxistin kurdan xwesteka Tirkiyeyê bi cih bîne an jî dê hêzên navnetewî vî tiştî qebûl bikin an na? Di vî warî de nirxandinên heyeta HDP'ê û Alîgirê Serokê Giştî yê Berpirisyarê Karên Dervê Hişyar Ozsoy ku demek berê li DYA'yê hin pêwendî danîbûn girîng in.

DI MIJARA OPERASYONA REQAYÊ DE DÊ DEV JI QSD'Ê NEYÊ BERDAN

Bereksê çûnhatina dîplomasiyê ya ji ber çend sedaman tê meşandin, qenaeta Ozsoy ew e ku li qadê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çalak in û xwedî hêzeke diyarker in û dê ev hêz ji dewrê neyê derxistin. Her wiha ji bo vê çend "hincetên maqûl" ên OZsoy jî hene û li ser van esasan radiweste:

“Yek, heta niha li qadê QSD tekane hêz e ku bi awayekî herî çalak têdikoşe û DAIŞ'ê bi paş ve dibe. OSO'ya ku wek alternatîfeke QSD'ê tê bazarkirin, ne kapasîteyeke wê ya wisa heye û ne jî serkeftineke wê ya wîsa. Li gel vê, di warê mantalîteyê de pir zêde ferqa wan ji DAIŞ'ê tune ye. Meseleya herî giring jî, QSD li qadên lê ye sazûmaniyekê ava dike û kapasîteyeke wê ya çareserkirina pirsgirêkan heye. Ji ber vê yekê, operasyona Reqayê jî tê de, heke gavek bê avêtin dê ev bêyî QSD û kurdan bi ser nekeve û li qadê hemû hêz vê dibînin."

Ozsoy, di vê mijarê de balê dikêşe ser daxuyaniyên Lavrov jî û parve kir ku, li gor çavdêriyên wan ên li DYA'yê, li gel hemû çewisaninên Tirkiyeyê jî dê di mijara operasyona Reqayê de dev ji QSD'ê neyê berdan.

NE DIYAR E KU DÊ TRUMP ÇI BIKE

Her wiha, Ozsoy dest nîşan dike ku dê di pêvajoyên pêş de hevdîtinên Cenevre û Astanayê bi hev ve bên girêdan û dê di vê mijarê de kurd çalaktir bin. Lê belê li gel vê xwşbîniya xwe jî Ozsoy parve dike ku nayê zanîn ku polîtîkaya Trump çî ye, (heta rayedarên payebilind ên DYA'yê jî di vî warî de ne xwedî agahî ne) û ancak di nav 3-4 mehan de ev polîtîka zelal bibe.

ÎDIAYA DYA Û RÛSYA DI WARÊ HERÊMA EWLE DE LI HEV KIRINE

Li gel vana, li gor hin agahiyên çavkaniyên cuda di meseleya "Herêma Ewle" ya ku Tirkiye bi israr wê dixe rojevê de, tê gotin ku DYA û Rûsyayê li hev kirine. Lê belê, li gor vê lihevkirinê tê diyarkirin ku ji bo vê dê li başûrê Sûriyeyê yanî li sînorê Lubnanê gaveke wisa bê avaêtin. Lê belê, tê diyarkirin ku ji Bakurê Sûriyeyê ya herêma Rojavayê di nav xwe de dihebîne heta niha planeke wisa nehatiye qebûlkirin û eger planeke wisa ji bo Bakurê Sûriyeyê bê qebûlkirin, dê herêmên kurdan jî daxilî vê bibe û her wiha tê îfadekirin ku tirsa Tirkiyeyê ya herî mezin jî ev e.