WAN - Li Wanê ji ber bahoza berfê riya 94 gund û 119 gundikarn ji çû û hatinê re hat girtin.
Li herêmê ji ber bandora berfa ku 6 roje didome ji ber bahoza berfê riya gelek cihan ji çûn û hatinê re hat girtin. Ji ber bahoza berfê riya 7 tax û 30 gundikên Bahçesarayê, 20 tax û 25 gundikên Elbak, 13 tax û 6 gundikên Çildiranê, 3 tax û 8 gundikên Şaxê, 25 tax û 15 gundikên Erdîşê, taxek Westanê, 15 tax û 31 gundikên Payîzavayê, 6 tax û 4 gundikên Bêgirê, 4 taxên Qelqeliyê bi giştî 94 tax û 119 gundikan ji çûn û hatinê re hat girtin. Hat diyarkirin ku xebatên ji bo vekirina riyan didomin.