ROJEVA 18'Ê SIBATA 2017'AN

ROJANE

*Cemile Alagoz a di 100 sal temenê xwe de şahidiya bi sedan qetlîamê kiriye, xwest demildest Kongreya Netewî ya Kurd kom bibe û wiha got: "Ji bo dawî li van êşan bê, divê êdî gelê kurd bibe yek."

*Cumali Atilla yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, ji rêveberiya Amedsporê xwest navê tîma xwe biguherînin û wan têxin rêveberiya qulûbê, an jê ew ê piştevaniya qulûbê nekirin û alîkariyê qut bikin. Li ser van gefan, rêveberiya qulûbê li dijî Atilla derket û bertek nîşan da.

*Li bajaroka Ewîna ya navçeya Stewrê gel got, "Çimkî em ne şer, aştiyê dixwazin" û anîn ziman ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

*Şaredariya Rêya Armûşê ya hawirdora wê bi blokên betonî yên bi bilindahiya xwe 2 metreyan hatiye dorpêçkirin, ji meha Îlonê heta niha ji bilî AK Partiyiyan tu kes riya xwe pê naxe.

*Colemêrgiyan sedema çima ew ê di referandûma ku di bin mercên OHAL'ê de pêk tê bibêjin "Na" vegotin û wiha anîn ziman: "Em ê bibêjin 'Na' û înşele dê di vê 'Na'yê de xêr û bêrek hebe."

*Mufettîşên der barê Hevşaredarê Şaredariya Akdenizê ya qeyûm tayînî wê hat kirin û 4 kesên li gel vî lêkolîn kirin, li gel rastî tu sûcî jî nehatin lê derket holê ku Wezareta Karên Navxweyî destûra lêpirsînê daye.

* Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatine şewitandin bertek nîşanî biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya, "Kuştina wan li gor hiqûqê ye" dan û gotin ew ê heya dawiyê şopdarê doza zarokên xwe bin.

*Qeraş Nezîr Koçîgît (60) 20 salin li Vatanê karê aş dike. Koçîgît diyar kir ku êdî feydeya arê şa nemaye û wiha got: “Fabrîqa derket karê me nema. Tenê şêniyên taxa Vatanê nanê tendur û şikeva dipêjin û arê wan dihêrim.

* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)

* Dayikên Şemiyê yên ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin cara 621'emîn li Qada Galatasarayê dê bên cem hev. (12.00)

* Şaxên Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîr û Amedê dê têkildarî windayan daxuyaniyê bidin. (12:30-13.00)

* Hevdîtina Însiyatîfa Na ya Bihevre ya Mêrsînê bi şîara "Wer em hevre 'Na'yê xurt bikin" dê li Odeya Muşawîrên Malî civîna çapemeniyê li dar bixe. (14:00)

JIN

*Rêveber û endamên Komeleya Jiyanê ya Jinê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo qanûneke bingehîn a hîn bêtir piralî, hîn bêtir azadiyan di xwe de dihebîne û demokratîktir ji bo referandûmê amadekariyên "Na"yê dikin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Soma ya 301 karker bûn qurbanê cinayeta kar, ji bo baştirîn şert û mercên xebatê û ewlehiya kar, karkeran got ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Karkeran got, di 15 salên îktîdara AKP'ê de her tim mirin bûye para karkeran û wiha axivîn: "Bi 'Na', em ê bêjin em jî hene. Ji bo rawestandina cinayetên kar û hesabpirsîna 301 karkerî û ji bo rûmeta xwe em ê bibêjin 'Na'."