ROJEVA 20'Ê SIBATA 2017'AN

ROJANE

* Li Tirkiyeyê nêzî 12 milyon teqawît di bin xizanî û birçîbûnê de mehaneyê digire, welatiyên teqawît ên li Manîsayê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de ji bo pêşeroja zarokên xwe dengê "Na" bi kar bînin.

* Li parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr bi îdiaya dema Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû di 2012'an de "heqeret" li polîsan kiriye ji saleke heta 3 salan bi daxwaza cezayê doz hate vekirin.

* Koçerên ku bi îlankirina OHAL'ê re zozanên wan hatine qedexekirin û mexdûr bûne diyar kirin ku di referandûmê de ji bo azadiya zozanên xwe yên hatine qedexekirin dê dengê "Na" bi kar bînin û wiha gotin: "Ger 'Na' derkeve dê zozanên me azad be."

* Li Colemêrgê kedkarên ku bi KHK'ê ve hatine îxrackirin û bijartiyên wan ên ku kêm bûne di referandûmê de dê eniya "Na" rêxistin bikin.

* Ji gundê Xerabê Bava M.A. qala bûyera li gund kir û got ku 2 caran bi ser malan re hatiye girtin, îşkence li kurê wî hatiye kirin û wiha axivî: "Çek dan serê kurê min û gotina 'ji baxçayê we du kes derketin navê wan bide, ger nedî em ê te bikujin' gef xwarin." M.A. got ku hefteyek e zilmekî dijîn û banga bihistiyariyê kir.

* Doza 51 kesên 7 jê girtî ne û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî heye dê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amede bê dîtin. (10.00)

*Li Stenbolê 54 siyasetmedarên kurd ên ku di 9'ê sibatê de di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin dê derxînin dozgeriyê. (10.00)

POLÎTÎKA

* Ji Berdevkên Yekîtiya ji bo Demokrasiyê Riza Turmen diyar kir ku referandûm ji bo "Tirkiye dê bi demokrasiyê ve bê rêveberin an na" ye û têkîldarî gotinên ku di sererastkirinê de xweserî heye jî nirxandina "Li Tirkiyeyê dê rêveberiyekî bêhtir navendî bike rewa dike" kir.

* Parlamertera HDP'ê ya Şirnexê got ku di serî de Şirnex li bajarên kurdan ewlehiya hilbijartinê di xetereyê de ye, sandoqên bajarên hatin xirakirin û şewitandin dê li kû bên danîn û gel çawa dengên xwe bi kar bîne nediyar e.

EKOLOJÎ

* Cotkar, ekolojîst û endezyarên zîreatê ku li dijî îstîmlaqa Herêma Sanayiya Organîze ya Manîsayê ya ji bo 965 donim ereziya li taxa Emlakdereyê derdkevin diyar kir ku li herêmê ji ber îstimlaqên berê tenê 965 donim erezî hatiye hiştin û niha tê xwestin ku ev jî bê îstimlaqkirin lê ew ê desturê nedin.

JÎNGEHA KEDÊ

* Sendîkaya Kedkarên Weqf û Diyanetê ya girêdayî KESK'ê bi KHK ên ku di çarçoveya OHAL'ê de hatin derxistin ve hejmara endamên wî ji 850'an daxistin 65'an û anîn merhaleta tunekirinê. Serokê Sendîkayê Şukru Akilçagi nirxandina "Diyanetê li herêmê di civînên Miftiyên Bajar ên ku li dar xist ve fermana 'DÎVES'ê biqedînin' daye" kir.