ROJANE
* F.A., anî ziman ku li gundê Xerabê Bava hevjînê wê hatiye îşkencekirin û şevekê şilfîtazî li hewşa malê hatiye rawestandin û diyar kir ku, têkildarî rewşa hevjînê wê yê rakirina nexweşxaneyê agahî nayê dayîn. Her wiha F.A., got destûra têketina gund jî nayê dayîn.
*Navenda Çand û Hunerê ya Hemama Hadrayê ya bi piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin û hat girtin, hunermendên li navendê dixebitîn mala xwe ya hunerê ava kirin. Yek ji avakarên civatê Ferhad Nas, anî ziman ku yê hunerê diafirîne ne dîwarên kevirî ne û got, huner guh nade tu astengiyan.
*Parêzer Necati Çeledir, dest nîşan kir ku di pêvajoya OHAL'ê de ber bi referandûmê ve tê çûyîn û got, heke "N" derkeve dê ev encam li Tirkiyeyê pêvajoyeke demokratîkbûyînê lezgîntir bike.
*Li Bûldanê, Yaşar Dişkaya yê li baxçeyê mala xwe 39 sal e bi rê û rêbazên berê ji hevrîşimê hilberîna şalan dike, tekane kes û şahidiê dawîn e ku ji qozeyan hevrîşimê çêdike.
*Li Sêrtê, rêveberên Egitim-Sen'ê yên bi KHK'yan hatin îxrackirin, gotin ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".
*Koroya Kizil Notayê ya ji aliyê Komeleya Kizil Okyanûs LGBTÎ'yê hat avakirin, strana "Tu dînî dîn" bi gotinên "Me duh bi şev ji Zeki Muren pirsî/Got bibêjin Na, Na Na" li hev anîn û şîrove kirin.
*Yek ji hosteyên Tîrîtê ya bi goşt tê çêkirin û di taştê de bivê nevêya rihayiyan e, Bedri Gul wiha dibêje: "Kesê bi Tîrîtê dest bi rojê dike, heke danên din tu tiştî nexwe jî dibe."
* Oldarê Sunî Îbrahîm Yuce diyar kir ku di referandumê de tercîha wan aliyê rastiyê ye, ew ê li pişt kesên bindest û mazlum bin. Pîrê Elewî Hasan Kilavuz jî da zanîn ku vî welatî gelek ji qesr û siltanan kişandiye û divê siltan û padîşah venegerin.
* Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê pêwistî bi darizandin û cezakirina fermandar û generalên ku wekîlên AKP'ê gotin "Şirnex xera kirin" û piştre ji doza “FETO” hatin girtin, nedît û biryara bê şopandinê da. General û fermandarên Şirnex xera kirin, niha ji doza "FETO" tên darizandin.
*Di ser gulebarankirina şoreşger, helbestvan û xeratê ermenî Mîsak Manûşyan û 22 hevalên wî de 73 sal derbas bûn.
*Rojnameya Welat a di 1992'yan de dest bi weşana xwe kir û di warê hînbûna kurdî de bi mîsyona dibsitanekê tevdigeriya û peywrewên wê her tim rastî pêkûtî û çewisandinan hatin. Herî dawî jî yek ji peywrewên Welatê, Rojnameya Azadiya Welat bi KHK'yê hat girtin û edîtorên rojnameyê anîn ziman ku, ew ê li gel hemû pêkûtî û çewisandinên îktîdarê jî vê kevneşopiyê bidomînin.
* Malbat û perwerdekarên ku ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin ve ji kar hatin derxistin wê li pêş Pêşdibistana Zarokîstanê daxuyaniyê bidin. (10.00)
JIN
*Li Somayê her çi qas di ser facîaya cinayeta karî ya 301 karker jiyana xwe ji dest dan 3 sla derbas b
bin jî, hîn jî êşa malbatan wek roja ewil e. Hevjînên kesên di madenê de jiyana xwe ji dest dan wiha gotin: "Yên çûn çûn, yên mayî jî êşa wan naqede."
CIWAN
*Xwendekarên Zanîngeha Trakyayê yên di nav dezgeha “Dîren Unîversîte”yê de cih digirin, ji bo xwedî li akademiya azad û mamosteyên xwe derkevin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".