ROJANE
* Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran der barê qedexeya li ser gundê Xerabê Bava diyar kir ku dema ji bo têketina bajarekî, herêmekê an jî gundekî tên astengkirin wê demê tê famkirin ku li dera astengî hebe binpêkirina mafan û derhiqûqî heye.
*Mehmet Sedef ê li Akdenîzê bêmal e û ji neçarî li kuçeyan dijî, bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike û her wiha li gel vê weziyeta xwe jî, li zêdeyî 50 pisîkên terkî kuçeyan hatine kirin dinihêre.
*Serokê Şaxa Komeleya Piştevaniya Berastengên Dîtinê ya Kocaeliyê Duran Karaman, anî ziman ku ji bo welatiyên berastengên dîtinê di referandûmê de dengên xwe bi kar bînin, pêdivî bi pisûlaya qepişandî heye.
*Li têketin û derketinên Taxa Otbîçer a Payîzavayê, pêşî gotin "Xetên înternetê tên kişandin", lê kamerayên MOBESE'yî hatin bicihkirin. Niştecihên taxê wiha bertek nîşan dan: "Nemehremiya me nema. 24 saetan em di bin çavdêriyê de ne."
*Fermandarê Hêzên El Senadîdê Bender Deham El-Hadî yê di operasyona Reqayê de cih digirin wiha got: "Em ê di demeke nêz de li Reqayê bin. Bila her kes bizanibe, li her cihê em azad dikin ref bi ref ciwan tevlî refên me dibin."
*Nalbendê dawî yê Qersê Maksut Ak, diyar kir ku êdî ew nikare çiraxekî jî bibîne û wiha got: "Berê mirov dixwestin bibin xwedî sinhetekê. Niha dixwazin bibin xwediyê yat û qatan. Piştî her tişt bû makîne, sinhet jî bû pereyê nan. Qîmeta xwêdana eniyê nema ye."
*Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê, dest bi xebata raporkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê kir. Heyeta ji 50 kesan pêk tê, li 72 girtîgehên li herêmê rapora binpêkirinên mafan amade kir û hat diyarkirin ku, dê rapora hatiye amadekirin di meha Hezîranê de bi raya giştî re bê parvekirin.
*Li Sêrtê, piştî li ser girê ku Tirbeya Şêx Turkî, ku ji bo turîzma baweriyî cihekî girîng e, binkeya leşkerî hat çêkirin, gorên li dora tirbeyê ji goristanê hatin veqetandin û welatî ji ber têlên hatine bicihkirin nikarin serdana tirbeyê bikin.
*Parlementerê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, diyar kir ku çewisandin û pêkûtiyên li herêmê du qat ji yên OHAL'ê girantir in û anî ziman ku, referandûm "tê wateya dengdayîna zilma li herêmê" û wiha got: "Wêneyên tên, îşkenceya li herêmê jî diçespînin."
*Serokê Şaxa SES'a Êlihê Deniz Topkan, têkildarî hilbijartina refrandûmê wiha got: "Em ê ji bo her hevalekî/e xwe yên bi KHK'yan ji karê xwe bûne bibêjin 'Na'."
*Li Wanê, 2 sal berê 2 zarokên 10 salî rastî îstismara zayendî ya mamosteyekî hatibûn. Derbarê bersûc de îdianame hat amadekirin û heta 30 sal cezayê girtîgehê ji bo tê xwestin. Mamosteyê îstismarkar ê piştî 11 mehan serbest hat berdan, dê îro rûniştina doza wî pêk bê, lê di îdianameya hatiye amadekirin de delîlên herî şênber ên îstismarê cih nagirin.
*Xwendekarên li wargehên girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dmînin, îdia kirin ku şap tevlî xwarinên wan tê kirin.
*Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay, diyar kir ku astengkirina heyetên ku dixwazin biçin gundê Xerabê Bava nîşan dide ku li wê derê sûc tên kirin û wiha axivi: "Li gund windahiya sewalan, îşkenceya tê kirin û windahiya mirovan hemû di berpirsyariya Waliyê Mêrdînê de ne û dê walî hesabê van pêkanînan bide." BI DÎMEN E
* Baroya Amedê, dê têkildarî kuştina Tahîr Elçî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.30)
POLÎTÎKA
*Partiyên kurdistanî, diyar kirin ku pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a bi tevkariya AK Partî û MHP'ê hatiye amadekirin, gelê kurd nas nake û dê bi tu awayî bi kêrî kurdan neyê.
JIN
*Jinên bodrûmî, anîn ziman ku ew ê rejîma yekzilamî qebûl nekin û wiha gotin: "Ji bo pergaleke piralî em ê bibêjin 'Na'."
*Şaxa KAMER'ê ya Semsûrê, jinên penaber ên sûriyeyî jî beşdarê xebatên "hayjêhebûnê" dike û bi vî awayî rewşa wan travmayî sivik dike.