ROJEVA 25'Ê SIBATA 2017'AN

ROJANE

* Metin Buldan, bavê Serhat Bûldan ê 15 salî yê li Geverê tevî 3 kesan ji ber gulebarandina wesayitan zirxî jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku ew dev ji doza xwe bernadin û wiha got: "Li Kurdîstanê êdî mirina zarokan veguheriye rewşeke rûtîn. Di doza mirina 4 kesan de ji bilî polîsekî tu sûcdar nehatine girtin."

* Dayika Aştiyê Rahime İnce ya temenê wê her li dijî zilma dewletê bi berxwedayînê derbas bû, hem hevjînê xwe hem jî du zarokên xwe winda kirin. İnce, anî ziman ku li gel ewqas êş û azaran jî wê li gel temenê xwe yê zêd ejî tu carî ji têkoşînê bi paş ve gav neavêtiye û got, ew ê heta dawiya temenê xwe jî her li dijî neheqiyê raweste.

* Nursel Demir a berên ajalan bi kar nayîne û helezxweriyê tercîh dike, metbaxa helezxweriyê û ji nebatan çawa mast û penêr tê çêkirin vegot.

* Arkeolog Ozlem Ekinbaş, anî ziman ku perestgeha herî kevin a mirovahiyê Gobeklîtepe bê eleqe maye û wiha got: "Ji dêvla bi pêşnûmayên mezin pêşkeşî kapîtalîstan bê kirin, heke li gor ruhê xwe bi planên zanistiyî û parastina civakiyş bê pêşxistin da baştir bibe."

* Mudûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hat qetilkirin di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê pîşesaz û malbata xwe ve tê bibîranîn. Hevalên Rohat Aktaş ên rojnameger, diyar kirin ku Rohat evîndarê rastî û heqîqetê bû û gotin ku kesayetek pir zîrek û serkeftî bû. Rojnamegeran got ku ew ê ala, pênûs, fotokêş û kameraya Rohat Aktaş li erdê nehêlin.

* Gundiyên gundê Kanîrûrgê ji bo carek din gundê xwe ji nû ve ava bikin, li gund dest bi çandina dar û rezan kirin. Gundiyan dan zanîn ku piştî darên wan çêbûn ew ê careke din vegerin gundê xwe yê salên 90'î ji aliyê leşkeran ve hatiye xerabkirin. BI DÎMEN E

* Parêzerê Abdi Aykut, ku dîmenên wî yên dema rastî îşkenceyê hatibû di çapameniyê de derketibûn, Ridvan Alp diyar kir ku Aykut rastî îşkenceyê hatibî û bi wî awayî li qereqolê dima, lê ger wisa berdewam bikira wê jiyana xwe ji dest bidana. Keça Aykut, Şehrîban Aykut ku bi destûra dozgeriyê bavê xwe dît, da zanîn ku bavê wê bi zor û heft bela dikaribû biaxive û dema diaxivî rondik ji çavên wî dibariyan. BI DÎMEN E

* Koma Alîgir a Çarşi diyar kir ku zarok li kolanan bikaribin bi awayekî azad futbolê bilîzin divê hemû kes di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Em ê karta sor nîşanî yek zilam bidin û bibêjin na."

* Dayikên Şemiyê, li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00)

* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 420'emîn dê li dar bixin. (12.00)

* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)

* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)

POLÎTÎKA

*Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê, mebesta HDP'ê derî siyasetê tê kirin di xwe de dihebîne. Gurkan, anî ziman ku ji bo di sindoqan de dengê "Erê" derkeve AK Partî serî li her cure hîlekarî û êrîşan dide.

JIN

*Endamên TJA û Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Silopiyayê, diyar kirin ku ji bo berxwedana Sêvê, Pakîze û Fatmayan xurtir bikin, ew ê bi munasebeta Roja Jinan di 1'ê Adarê de li Silopiyayê dakevin qadan.

*Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê bi piştevaniya hunermendên jin vebûyîna pêşangeha "Piştevaniya Navbera Du Hilman" kir. Li pêşangehê berhemên ji aliyê hunermendan ve hatin bexşandin tên firotin û her wiha dê pêşangeha heta 24'ê Adarê li Zapata Modayê vekirî be.

* Li Îzmîrê bi şîrara "Bi tena serê xwe nabe 'Na' jin bi hevre xurt in" dê li Îzmîr, Manîsa û Muglayê daxuyanî bê dayîn. (13.00/15.00)

EKOLOJÎ

*Li navçeya Soma ya Manîsayê, rapora ÇED'ê ya ji bo zêdekirina kapasîteya 169 Santralên Enerjiya Bayê hat amadekirin, hat qebûlkirin. Sekreterê Giştî yê Çîftçî Sen'ê Ali Bulent Erdem, balê kişand ser texrîbata ekolojîk ya dê RES bi xwe re bînin û wiha got: "Soma bi awayekî taybet we navenda hilberîna enerjiyê hat îlankirin. Lê niha tevî hemû xwezaya xwe tê tunekirin. Dê ev zêdekirina kapasîteyê xesarê zêdetir bike."

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Edîrneyê, karkerên înşeatê diyar kirin ku ji ber ew heqê keda xwe nastînin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Hin karkeran jî got, ji ber ew deng didin AK Partiyê ew ê bibêjin "Erê".