ROJEVA 26'Ê SIBATA 2017'AN

ROJANE

*Dê rûniştina doza Meclîsa Giştî ya Şaredariya Colemêrgê Sibel Çapraz a ku li Geverê bi awayekî birîndarî hat binçavkirin û paşê hat girtin di 28'ê Sibatê de li Geverê bê dîtin. Malbata Çaprazê, ji bo dozê banga piştevaniyê kir.

*Mêrsîniyan, diyar kir ku ew ê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê di referandûmê de bibêjin "Na".

*Hevgirtiyên Platforma Na ya Datçayê yên li Datçayê derî bi derî digerin û dest bi xebatên "Na"yê kirin, diyar kirin ku hedefa wan a girseyî kesên dibêjin "Erê" û bêbiryar in. Ji endamên platformê Umut Baran Sumer, dest nîşan kir ku wan li Datçayê eniyeke berfireh a "Na"yê çêkiriye û got, dê xewnên yekzilamî bi "Na"yê veguherin kabîsan.

*Heran a ku bi keleha xwe, malên xwe yên gumbetî, bi zanîngeha xwe ya li cîhanê zanîngeha ewil e û bi gihandina mirovên zanistê yek ji navendên zanistê yên cîhanê tê qebûlkirin. Lê niha, ji ber şer kes serdana wê nake.

*Li gundê Talatê yê Nisêbînê, welatiyekî bi riya telefonê me xwe gihandê, îdia kir ku leşker bi mayînan malên dîrokî dirûxînin. Her wiha heman welatî diyar kir ku, welatiyên hatine binçavkirin hîn jî leşker beşdarbûyîna lêgerînê li wan ferz dikin

*Rojnameger Rohat Aktaş û Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP'ê Mehmet Yavuzel ê li jêrzemînin Cizîrê hatin kuştin, dê li Pirûsa Rihayê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (13.00)

* Akademiya Kolanê ya akademîsyenên hatine îxrackirin li Enqereyê dane destpêkirin dê dersa xwe ya 6'emîn li Parka Ethem Sarisuluk a Batikentê bide. (16.00)

* Meclîsa HDK'ê ya Beykoza Stenbolê bi beşdariya Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û parlamentera HDP'ê Huda Kaya bi şîara "Gotin a me ye" xwarina piştevaniyê bide. (13.00-17.00)

JIN

* Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sancaktepeyê, dê bi beşdarbûyîna Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldanê, têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya navçeyê şahiyekê li dar bixe. (13.00)

EKOLOJÎ

* Li Somayê ligel ku projeya lêgerîna madenê ya koma Eczacibaşi Walîtiya Manîsayê rapora "ÇED pêwîst nîne" da û vê carê jî projeya rê ya Enqere Îzmîrê ya li herêmên ku ereziyên çandiniyê zêde ne derbas dibe qebûl kir.

*Gola Erçekê ya wek "Bihuşta Çivîkan" tê binavkirin piştî qeşa girt, 300 cure çivîkên êdî êm nedidîtin ji neçarî koç kirin.
*
Parazvanên jiyan û xwezayê yên li Stenbolê dê si slogana "#Na ya parazvanên jiyanê" li Parka Maçkayê bên cem hev. (12.30

ABORÎ

*"Mastê gamêşan" ê navdar ê li navçeya Kandira ya Kocaeliyê, tahma xwe ji şîrê birûn yê gamêşan distîne. Ji ber êdî hilberîner ji vî mastî tiştekî qezenc nakin, niha li ber qedandinêye.