ROJANE
* Komeleyên girêdayî Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat ên li Stenbolê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Serokê Federasyona Komeleyên Depê ya Xarpetê Alî Edebalî wiha got: "Ji bo ku 'Na' zêde derkevin em ê bixebitin."
*Gelê pomak ên li gundê Orhaniyeyê dijîn û wekî "muhacîrên şerê 93'yan" derbasî dîrokî bûne ligel polîtîkayên asîmîlasyonê ziman û çanda xwe didin jiyankirin. Di pêvaoya referandûmê de dibêjin tercîha wan dê bibe "Na".
* Welatiyê bi navê S.D., yê ji bo kayê ji gund bîne bi destûr ket gund û derket, diyar kir ku bi destûr dikarin têkevin gund, lê derketin qedexe ye. S.D.,anî ziman ku dema çû gund dema ket nava gund û li mala Abdî Aykut a hatiye şewitandin nerî, leşkerên li wir ew hişyar kirin û nexwestin wê felaketê bînin û pêkanînên xwe ji welatiyan vedişêrin.
* Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Silopiya, diyar kirin ku gelek sedemên wan ên di referandûmê de bibêjin "Na" hene. Dayîka Şaziye Bîlîr got ku dema gel biçe ser sindoqan divê gundê Xerabê Bava bîne ber çavên xwe û wisa dengê xwe bikar bîne.
* Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bi riya nameyan agahî dan xismên xwe û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê û gardiyan di salek dawî de 6 carin bi ser kawîşên wan de digirin û hemû alavên girtiyan ên taybet desteser kirine. Girtiyan anîn ziman ku heta pênûs û lênûskên wan jî desteser kirine.
* Esnafên Geverê yên dikanên wan di şer de hatin xerakirin, diyar kirin ku dê li dijî şer û xerakirina dikanên xwe ji kesên dikanên wan xera kir û qrîza aborî bi ser wan de anî re bêjin "Na".
* 19 meh berê li Erdexanê leşkeran dolmîşa gulebaran kir. Di gulebaranê de kalê 70 salî Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da. Du sal der bas bû, lê di alilê doz û lêpirsînê de tu pêşketin tune.
* Serokê rêxistina CHP'ê yê Navçeya Navendî ya Qersê Onur Ulutaşdemir, diyar kir ku pêwiste serokên partiyê yên bajaran jî destûr nedin pergala serokdewletiyê û wiha got: "Em dê li Qersê kurd, tirk, terekeme, azerî û malakanî tev dê bêjin 'Na'
* Gulîstan Huseyîn Îsmaîl a ku dixwaze ji hevserê xwe veqete diyar kir ku ji ber îxbara hevserê xwe bavê wê Huseyîn Îsmaîl Şexo hatiye girtin. Di sedema girtina Şexo de jî îxbar û parvekirinên wî yên di çapemeniya civakî de kiriye tê nîşandan
*Elewiyên Tahtaci yên li kontarên çiyayê Toroslarê dijîn, têkildarî referanduma qanûna bingehîn fikrên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê bêjin "Na"
* Doza 4 kesên ku di nav de Nûçegihanên Vice News a Amerîkayê jî hene û di dema qedexeya derketina derve de li bajarên herêmê ji bo belgefîlman bikişînin hatibûn dê li 8'emîn DAdgeha Ceçaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Doza têkîldarî teqîna di 5'ê Hezîrana 2015'an de li Amedê di mîtînga HDP'ê de çêbû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan zêdetirî 400 kes jî birîndarbûn dê li Dadgeha Rojavaya Sîncanê ya Enqereyê bê dîtin. (14.00)
* Bi beşdariya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), Entitutiya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Article 19, PEN a Swedê, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û Komeleya Rojnamegerên Ewropa dê têkîldarî astengiyên li hemberî azadiya çapemenî û îfadekirinê li Salona Konferansê ya TGC'ê ya Cagaloglu ya Stenbolê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (15.00)