ROJANE
*Heval û xwendekarên Peywirdarê Lêkolînê yê Zanîngeha Çûkûrovayê Mehmet Fatih Traş ê ji ber belavoka aştiyê îmze kir peymana wî hat betalkirin û di 25'ê Sibatê dde întihar kir, behsa wî kirin. Heval û xwendekarên wî diyar kirin ku, bûyer ne întihar e cinayeteke siyasî ye û gotin, ew ê şopdarê bûyerê bin.
*Hevserokên Komeleyên Elewiyên Demokratîk, diyar kirin ku hilbijartina referandûmê di navbera heq û neheqiyê de roja hesabpirsînê ye û gotin, divê hemû elewî li dor "Na"yê bibin yek.
*Kedkarên cemaweriyê, diyar kirin ku dê pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a nû bi KHK’yan rê li ber îxrackirina û aloziyê vebike û wiha gotin: “Li ber destê yekî kombûna evqas rayeyî, li dijî xwezayê ye. Ji ber vê em ê bibêjin ‘Na’.”
*Malbata Necmetîn Ayhan (40) ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtî ye pêlava mekab şandin girtîgehê, lê rêveberiya girtîgehê pêlav desteser kir û nedan Ayhan. Bavê Ayhan Yehya Ayhan diyar kir ku li sûkê serbest e, li girtîgehê qedexe ye.
*HDP û hevparên wê di 2’ê Adarê de li Amed, Stenbol û Îzmîrê hemwext starta hilbijartina referandûmê ya "Na'yê dide. Hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê banga tevlîbûna mîtînga kampanya “Na”yê li gel kirin.
*Berdevkê Giştî yê Komeleya 78’an Cellatîn Can, têkildarî referandumê û piştî wê diyar kir ku Erdogan bi tirs û çewisandina gel dixwaze "Erê" bi ser bikeve û wiha got: “Berxwedanên mezin di rojên tegn de pêş dikevin. Ger ku 'Na' bi ser bikeve dê piskolojiya Erdogan têk biçe û moralê gel baş bibe."
*Rêxistina HDP'a Bahçelîevlera Stenbolê dê têkildarî qedexeya derketina derve ya li gundê Xerabê Bava li avahiya navçeyê daxuyaniyê bide. (14.00)
* Doza "Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 46 rojnameger tên darizandin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Doza nêçegihanê DÎHA'yê ya hate girtin Erdem Muhircî dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin.
Rûniştina doza Xwediya Îmtiyazê ya Kovara Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. 10.00
POLÎTÎKA
*Serokwekila Meclîsa Tirkiye û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, têkildarî Mutabakata Dolmabahçe û helwesta Serokomar Erdogan diyar kir ku ger mutabakata Dolmabahçe esas hatibûya girtin îro ev qeyran û kaos li Tirkiye pêş nediket û wiha got: "Rêya dawîlêhatina vê krîz û kaosê ji nûve hevdîtina bi Birêz Ocalan û muzakere ye."
* Parlamentera HDP'ê Huda Kaya ku di pêvajoya 28'ê Sibatê de ji ber bawerî, nivîs û têkoşîna xwe bi darvekirinê ve hate darizandin bal kişand li ser binçavkirina wan û wiha got: "Tiştên ku me wê demê jiyan kir niha em bihezaran qat zêdetir dijîn." Kaya diyar kir ku beşa oldar ê bûn îxtidar Rêgezên xwe ji bîr kirin û nirxandina "mafê herî mezin ê îbadetê parastin e" kir.
* HDP, CHP û AK Partî dê li Meclîsê civînên komên xwe li dar bixin. (11.30-13.30)
JIN
*Platforma Jinan a Çorlûyê, bi berhevokên têkildarî 8’ê Adarê amadekirine, li her qadê xwe digihîne jinan û ji bo piştevaniya jinê û “Na”yê amadekariyên 8’ê Adarê dike.
*Jinên ku bi EKOJIN'ê jiyana wan guherî, ji bo 8'ê Adarê banga xurtkirina têkoşîna jinê kirin.
*Jinên êlihî, ji bo mîtînga 8'ê Adarê bang li hemû jinan kirin, da bi reng û dengê xwe, bi tilîliyên xwe li qadan bin.
*Jinên edeneyî, ragihandin ku ew ê di 8'ê Adarê de li qadan bin û li dijî "rejîma yekzilamî" dest bi berxwedanê bikin û gotin, ew ê vê berxwedanê pêl bi pêl mezin bikin û di 16'ê Nîsanê de bigihînin "Na"yê.
*Koma Jinan a HDP'ê, dê li Meclîsê b nûnerên saziyên jinan ên li Enqereyê hatine girtine re bên gel hev. (11.00)