ROJANE
*Mirza Aydin ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê tê ragirtin, bi riya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Aydin, ragihand ku li tuwalet, serşo û li nivîngehan kamera hatine bicihkirin.
*Serokê Giştî yê ETUCE'yê Cristine Blower wiha got: "Tenê ji ber belavokeke ku daxwaza pêvajoyê aştiyê dike îmzekirine, îxrackirina akademîsyenan nayê qebûlkirin. Çimkî, perwerdehiyeke biwate û wesfdar di nêvengeke aştiyane de pêkan e."
*Haci İsa Sezekê 80 salî yê li Girtîgeha Sêrtê tê ragirtin, hat îdiakirin ku ji ber nûçeyên der barê wî de rastî çewisandinan tê û dozger jê re gotiye, "Ji ber nûçeyên di rojnameyan de derketine em ê te neşînin cem kurê te."
*Dê yekemîn rûniştina doza Amine Demirtaşa 17 salî ya ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin, di 2'yê Adarê de li Êlihê bê dîtin. Parêzerên endamên Komîsyona Mafên Jinan ên Baroya Êlihê, ji bo xurtkirina piştevaniya jinê û ji bo dawî li her cure binpêkirinên mafan ên jinan bên, banga xwedîderketina li dosyeya Demirtaşê kirin.
*Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê heta niha li Manîsayê 16 operasyon pêk hatin û di van operasyonan de 87 HDP'î hatin girtin. Der barê kesên hatine girtin de 18 meh e îdianame nehatine amadekirin. Hevserokê HDP'a Manîsayê Behçet Parilti, anî ziman ku operasyonên li dijî partiya wan operasyonên siyasî ne.
*Naciye Ertaş a bi KHK'ê ji hemşîretiyê hat îxrackirin, bi KHK'ya 7'ê Sibatê hat weşandin jî mamosteyên wê yên pîşeya wê ya duyemîn ên Beşa Şanoyê ya DTCF'ya Zanîngeha Enqereyê hatin îxrackirin.
*Daneyên TOKÎ'ya "deriyê rantê" yên têkildarî Amed û Rihayê, poltîkayên AK Partiyê yên di bin navê bajarbûniyê de raxistin ber çavan
* Ji gundê Xerabê Bava Adîle Bal a ku di 1994'an de bavê wê Hamît Bal û karapê xwe Bayram Bal di bin çavan de hatin windakirin û di 1995'an de jî gundê wan hate valakirin tiştên ku dema dorpêçê de jiyan kirin anî ziman û wiha got: "Dema ku bavê min hate windakirin min zilmekî wisa nedît."
*Rûniştina doza nûçegihana Jinha'yê Aysel Işik ku di 21'ê mijara 2016 hatibû girtin û bi îdeaya, "endama rêxistinê ye" tê darizandin wê li 2'emînDadgeha Cezayên Giran a Şirnex were dîtin. (14.30)
* Doza 38 kesên ku di nav de hunermend, rojnameger û nivîskar hene ji ber ku piştgirî dabûn mamosteya bi navê Ayşe Çelîk a di bernameyekî televîzyonê de gotina "Bila zarok nemirin" bi kar anîbû û doz lê hatibû vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Doza 22 parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ên ku di 2013'an de di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin dê li 18'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
JIN
* Jinên ku îsal di bin şertên OHAL'ê ve 8'ê Adarê pêşwazî dikin ji bo xwedî li keda xwe derkevin, hesabê her jinên ku ji nava wan tên girtin bipirsin, li dijî feraseta yekperest, mîlîtarîst û şîdeta zilam û dewletê îradeya xwe ya berxwedan û redkirinê ya 160 salan dê li qadan bi "Na" ve bigihînin hev.
*Li Manîsayê, rêxistinên jinan diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê li dijî qetlîamên jinan û "rejîma yekzilamî" dakevin kuçeyan û ji bo dawîlêanîna rejîma çewisandinî ya li jinan tê ferzkirin, bang li jinan kirin da di 8'ê Adarê de dakevin qadan û "Na"yê biqîrin.
*Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Gulistan Akel, diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo jinên kurd tê wateya berxwedanê û balê kişand ser hêza jinê. Akel, dest nîşan kir ku li her deverên cîhanê 4 krîzên sereke yên ji aliyê pergala serdest a mêrî ve hatine afirandin hene û wiha axivî: "Yek ji vana krîza demokrasiyê, yek jê newekheviya zayendiyî, yek jê krîza ekolojîk û ya din jî krîza aborî ye. Lê navenda van krîzan, krîza newekheviya zayendî ye. Lê belê, dema krîza newekheviya zayendî bê şikandin, dê ev krîz jî bên çareser kirin.
*Saime Kaya ya zivistanan bi keda destan û havînan jî bi firotina simîtan li ber xwe dide, hêza xwe ji jinan digire û tevî zarokên xwe bi vî awayî xwe li jiyanê radigire.
* *Starda 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya TJA'yê de pêk tê wê bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK Gulistan Koçyigit û parlementerên HDP'ê û hunermendên jin li Silopî destpê bike.
(13.00)
* KESK, DİSK, TTB û TMMOB dê li Amed û Rihayê bi munasebta 8'ê Adarê kartan ji jinên girtî re bişînin. (11.00-14:00)
EKOLOJÎ
*Ocaxa kromê ua li Gundê Kizilkaya yên li quntarên Çiyayên Torosê ne gundî, yûrik û daristanan tehdît dike. Gundiyan anî ziman ku, bi her dînamîteke ku tê teqandin ew bêtir dilnerihet dibin û gotin, her ku ocaxa kromê mezin dibe, qadên daristanan ên tên qetilkirin jî berfireh dibin û ew ji vê rewşê zaf nerihet in.
JÎNGEHA KEDÊ
*Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê ku hîmê wê di sala 2015'an de hatibû avêtin, ji bo di dema hatiye plankirin de bê qedandin, saetên xebatê hatin zêdekirin. Bi zêdekirina saetên xebatê cinayetên karî jî zêde bûn.