ROJANE
*Du kesên dema di çalakiyekê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" berz kiribûn, ji ber "Propagandaya rêxistinê" ceza li wan hatibû birîn. Dadgeha Îdareyê ya Antalyayê ceza xera kir û destnîşan kir ku divê dirûşme di çarçoveya azadiya vegotinê de bên nirxandin.
*"Qerta zexîre" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dabû nisêbîniyên ku malên wan hatibû rûxandin, ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin. Ji welatiyên cara duyem hatin mexdûrkirin Meryem Sonmez, banga piştevaniyê kir.
*Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Divê em bersiva vê hikûmetê wisa bidin ku da em rojên xweş bibînin. Dê 'Na' gelek tiştan biguherîne."
*Parêzerê Abdi Aykut ê li Xerabê Bava bi awyaekî derbkirî hat binçavkirin û paşê hat girtin, Ridvan Alp rewşa muwekîlê xwe nirxand. Alp, anî ziman ku rewşa Aykut ji bo girtîgehê ne guncaw e û ew ê bi awayekî şexsî serî li AYM'ê bidin.
*Dê Înîsiyatîfa Ciwanan a Navneteweyî, li 14 bajarên 12 welatên Ewropayê bi awayekî hevwext çalakiyan li dar bixin. Dahata ku ji bernameya wan a di 18'ê Adarê de bi dest bikeve dê ji bo perewerdehiya zarokên Sûrê bê xerckirin.
*Dê HDP, DBP û KCD li Îzmîr, Amed û Stenbolê bi gel re bên gel hev û starta kampanyaya "Na"yê bidin. (12.00-17:00)
*Dê doza Amîne Demîrtaş a ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bê dîtin. (10.00)
JIN
*Clara Zetkîn a digot, "Li cihê jiyan lê hebe dixwazim şer bikim", li gel têkoşîna çînî bi têkoşîna xwe ya li dijî şerê emperyalîst jî navê xwe li dîrokê nivîsand. Mîrateya ku Zetkînê dewr kir, ji aliyê hemû jinên cîhanê ve 160 sal e bi biryardariyeke mezin nifş bi nifş tê veguhastin.
*Beriya 8'ê Adarê raxbeta ji bo cilûbergên gelêrî zêde bû. Jinên ji bo kincên rengorengo berê xwe dan çarşî û bazaran, gotin ligel astengiyan jî heta ew sax bin ew ê her vê çandê bidomînin.
*Li herêmê qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, heta niha 52 saziyên jinan girtine.
*Jinên îzmîrî yên amadekariyên 8'ê Adarê dikin, diyar kir ku ew ê hemû kuçeyan veguherînin rengê jinê û ew ê di referandûmê de heman rengî biçin ser sindoqan jî.
*Jinên sêrtî, bal kişandin ser têkoşîna jinên kurd û banga beşdarbûyîna çalakiyên 8'ê Adarê li hemû jinan kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Suçi wiha got: "Divê ji bo 8'ê Adarê hemû jin rabin ser piya. Dest bidin destê hev."
POLÎTÎKA
* Di ser girtina parlamenterên DEP’ê re 23 sal derbas bûn. Lê polîtîkaya Enqere ya li hemberî siyasetmedarên kurd bi girtina parlamenter û hevşaredaran xwe dubare dike. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku polîtîkayên 2'ê Adara 1994’an îro xwe dubare dike û dê taliya kesên îro zextan li ser siyasetmedarê kurd dimeşîne û wê demê parlamenter girtin yek be.
ÇAND Û HUNER
*Wênesaz Îbrahîm Çîftçîoglu, anî ziman ku li Tirkiyeyê di 15 salên dawî de xebatên hunerî yên wekî hunera plastîk, sînema, şano, opera, bale, wêne, peykertraşî û hwd. bi paş ve çûne. Çîftçîoglu têkildarî refrandûmê jî wiha got: "Ji bo azadiya rengan û firçeyê divê em bêjin 'Na'."
SPOR
*Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, hat xwestin ku rêveberiya heyî ya Tîma Futbolê ya Jinan 1955 Batmansporê îstifa bike û tîm dewrî qeyûm bê kirin, lê tîm ev pêşniyar red kir. Tîma ku ligel serkeftinên xwe jî, niha li benda piştevaniyê ye.