ROJEVA 5'Ê ADAR 2017'AN

ROJANE

* Bîrên avê, şkeft û şkeftên weke axur tên bikaranîn ne stargehên PKK'iyan e. Ev şkeft û bîrên avê dîrok, çand û erdnîgariya dewlemend a gundê Xerabê Bava ye.

*Kedkarên perwerdehiyê yên hatin îxrackirin, li dijî daxuyaniya teserûfa îdarî ya têkildarî îxrackirinan a Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya huqûqî bidomînin.

*Li Edeneyê, ciwanên ku di operayonên 13-15’ê sibatê de hatin binçavkirin, anîn ziman ku di bin çavan de polîsan heqaret li wan kiriye û sîxurtî li wan ferz kirine.

*Li gundê Eynê yê Dihê bi ser gelek malan de hatibû girtin. Yek ji wan malan jî ya Fadîle Yildirim bû. Yildirim, diyar kir ku leşkeran kîsik dixist destên xwe û li hudurê tuwaletan jî lêgerîn dikirin û wiha got: “Me heta niha tiştekî wisa nedîtiye.”

*HDP ya bi dirûşmeya “Tenê Na be” starta kampanya û xebatên hilbijartinên referandûmê da, bi broşuran jî sedemên “Na”yê vedibêje.

*Welatiyê bi navê Abdullazîz Bîlgîç ê ku leşkeran 7 caran gundê wan şewitandiye, diyar kir ku ew ê li dijî zilimkaran ne 7 caran 7 hezar caran bibêje "Na".

*Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a girtî ye, ji bo wefata Essa Moosa parêzerê Pêşengê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, peyama sersaxiyê şand.

JIN

*Nuriye Erkmen a 3 meh berê li Qersê bûtîka kincên gelêrî vekir, bal kişand ser piştevaniya jinê û hişmendiya zayendî û wiha got: “Bila jin hay ji cudahiya zayendî hebin. Heke em bibin yek em ê ji derheqê her tiştî derkevin.”

*Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku di 14 salên îktîdara AK Partiyê de ji bo jinan dîmeneke tarî derketiye holê, ji ber vê dê jin di 16’ê Nîsanê de li pêş rejîma sultaniyê bariyeran deynin.

*Zuhal Guneş a li Organîze Saniyaya Manîsayê rastî taciza gerînendeyê Valfsel A.Ş.’yê hat û ji kar hat derxistin, li ber fabrîkeyê piştî nobeta bi rojan doza îadekirina kar qezenc kir. Guneş wiha got: “Heta em dengê xwe dernexin em ê tim rastî taciz û tecawizan bên.”

*Platforma Jinan a Stenbolê, dê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê mîtîngê li dar bixe. (13.00) BI DÎMEN

* Rêxistinên jinan di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de dê li gelek navendan çalakiyan li dar bixin. (14.00 -16.00)