ROJEVA 6'Ê ADAR 2017'AN

ROJANE

* Li Ameda ku ji ber qedexeyên derketina derve jiyana rawestiya ye, di 14 mehîn dawî de li 9 navçeyan qedexe hat îlankirin û bi giştî dike 724 roj. Qedexeya herî dirêj a ku li Sûrê hat îlankirin û 16 meh li pey xwe hişt, li Licê ji ber 30 caran qedexeya derve hat îlankirin 86 rojan welatî ji malên xwe derneketin.

* Welatiyên Amedê diyar kirin ku dê bi guhertina qanûna bingehîn rejîma zilamekê bê dê ev bi xwere tiştekê ji wan re neyîne û wiha gotin: “Em ê çima bêjin ‘Erê’.”

* Der barê Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ji bo nûçe çûbû Cizîrê û ji ber ku mala dima hate bombekirin û jiyana xwe ji dest da de vê carê jî bi hinceta nûçeya (!) mirina xwe çêkirine bi daxwaza 7 sal û nîv doz hate vekirin. Der barê Aktaş de piştî ku hate kuştin 4 meh derbas bû di doza ku hatibû jekirin de bi hinceta neçûye îfadeyê biryara girtinê hatibû derxistin.

*Jina bi navê Sabîha Dogan a ku ji ber ku gundê wan hate valakirin koçî Nisêbînî kirin ji vir jî ji ber êrîşan careke din vegariyan gund diyar kir ku di dorpêça 19 rojan de leşkeran sîxurî li ser wê û zarokên wê ferz kirine.

*Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, têkildarî êrîşên komên PDK'ê diyar kir ku ev êrîşên li dijî Şengalê pêk tên berdewama fermana 73'emîn e û xwest êzidî li hember van êrîşan li her dera cîhanê rabin ser piyan.

JIN

* Sê jinên ji Sûriyê koçber bûn û hatin li Qersê bi cih bûn, di xaniyê 3 odeyan de tevî 15 kesan li dijî serma û zahmetiyên penaberiyê têdikoşin. Li aliyekî tekoşînê didin ku kîraya xanî ya 300 TL bidin, li aliyêdin, têkoşîna parastina zarokên xwe didin. Ji ber ketine derdê têkoşînê 8'ê Adarê ji bîr kirine.

* Girtiyên jin ên li girtîgehên cuda dimînin bi nameyên xwe yên ji "gorulmustur.org" re şandin qala binpêkirinên mafan û berxwedana xwe parve kirin.

* Jinên Geverê yên ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz dikin anin ziman ku ew ê bi ruhê 8'ê Adarê di referandûmê de biçin ser sandoqan û "Na' yek xurt derbixin."

* Jinên kedkarên perwerdehiyê yên hatine îxrackirin ked û hêzên xwe kirin yek û piştevaniyek mînak avakirin. Jinên ku bi hatine cem hev keyfxweşin wiha gotin: “Nikarin morale me xirabikin, dê kenê me kêm nemine. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê tu caranan nebin ‘Jinên AK’.”

* Jinên Roman ên ku dê di 8’ê Adarê de jî bixebitin diyar kirin ku ew ê di 8’ê Adarê de biçin kar û wiha gotin: “Em dixwazin di roja jinan de bêhndan bê dayîn.”

* Hikûmeta AK Partiyê bi guhertina hin zagonan û îlanên KHK'ê bi deh hezaran karker ji kar derxistin. Li gorî daneyên TEPAV'e di salekê de 40 hezar karkerên jin ji kar hatin derxistin. Endama KEİG'ê Semiha Arî diyar kir ku hikûmet dixwaze hemû karê jinan li gorî pîvanên malê û berjewendiyên sermayedaran plan bike.

* Dê li gelek navçeyên Amedê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bername bê lidarxistin. (12.00-15.00)

EKOLOJÎ

* Li Dersima ku bi cureyên giya û sewalan bi Îngîltereyê re dipêşbirkê de ye, ligel 5 bendavên heyî dixwazin 27 bendav û projeyên HES’ê yên din çêbikin. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim diyar kir ku xwezaya Dersimê nikare bendavek din rabike û wiha got: “Bendav û HES bandorek nerênî li ser jiyana mirov û civakê dike.”

ÇAND

* Dayika 7 zarokan Leyla Ayaz ji bo ku çanda xwe winda neke û çanda jina kurd bide jiyandin ji 15 saliya xwe heya niha tevnê li dar dixe. Ayaz diyar kir ku dayîka wê tevn hînî wê kiriye û wê jî hînî keça xwe kiriye.

SPOR

* Tîma Futbolê ya Jinan a Batmanspor a ku di 1955'an de hatiye avakirin nîşan didin ku qadên futbolê tenê qada zilaman nîne û spor bêşîdet jî dikare bê lîstin.