ROJEVA 8'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

*Li Kadikoyê esnaf, xwendekar, emekdar, perwerdekar û gelek derdor diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji bo jiyanê, bêhnstendinê, azadiyê divê 'Na' bê gotin."

*Esnafên Erziromê diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Hikûmeteke ku welat ber bi krîzeke aborî ve, bila qet doza 'Erê' li me neke. Welat di derdê krîza aborî de ye, hikûmet jî di derdê 'Erê' de ye."

*Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ehmed Azad ê îdiayên ku dê Minbicê radestî rejîmê bê kirin derewand wiha got: "Heke em bimirin jî em ê dev ji Minbicê bernedin. Dê Minbic her azad be."

*Amediyan, êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê wek îxanetê nirxandin û gotin, gelê Başûr û pêşmerge şer naxwazin, lê Barzanî şer dixwaze.

*Li Edeneyê penaberên sûriyeyî yên ji ber zêdebûna buhayê kirêyan, li qadên vala di konan de dijîn, diyar kirin ku ji bo ew derên xwediyên erseyan gefan li wan dixwin û gotin, ji ber vê tu ewlehiya wan tune ye.

*Mêrsîniyên ku li bendê ne di referandûmê de ji sedî 76 dengê "Na"yê derkeve, diyar kirin ku ew qanûneke bingehîn a piralî, demokratîk û azadîxwaz dixwazin û gotin, ew ê apartmanê jî teslîmî yek zilamî nekin.

POLÎTÎKA

*Endamê MYK'ya DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen, madeyên guherandina Qanûna Bingehîn û pergala serokomartiyê nirxandin û dest nîşna kir ku, ewqasî rayeyên Serokomar tên zêdekirin ku, bi vê re dixwazin weziyeteke nîvxwedayî lê bar bikin. Ozen, got dê ev guherandin demokratîkbûyînê û hemû azadiyan ji holê rabike.

*Siyasetmedar Hasîm Kaplan, têkildarî referandûmê de got, mijara dengdayîna li bajarên hatine hilweşandin gelekî girîng e û wiha axivî: "Bajarekî weke Şirnexê ji sedê 75 hatiye hilweşandin. Hilbijêrên li wir ê çawa dengê xwe bikar bîne? Divê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê bibîne."

JIN

*Jinên ku sala 2005'an li Datçayê bi awayek kolektîf Atolyeya Hunera Destan vekirin hestên xwe yên ku nikarin bînin ziman, kêl bi kêl bi berikên dinexşînin vedibêjin.

* Bi pêşengiya TJA'yê dê li Amed, Wan, Êlih û Dersimê mîtîngên 8'ê Adarê bên lidarxistin. (10.00-17.00)

JÎNGEHA KEDÊ

*Di 15 salên îktîdara AK Partiyê de gelek mafên tevgera kedê hatin binpêkirin. Di refrandûma 16'ê Nîsanê de da vê binpêkirin û kedxwariyê rawestînin, amadekariyên "Na"yê dikin. hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, dest nîşan kir ku ew ê ji bo hebûna kedkaran bibêjin "Na".