ROJEVA 11'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

*Di 12’yê Adara 1995’an de li Taxa Gaziyê 22 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin û li ser bûyerê re 22 sal derbas bûn. Erkan Şimşek ê di qetliamê de bi giranî hatibû derbkirin wiha got: “Berê jî em dihatin qetilkirin û niha jî tên qetilkirin.” Mahmut Engin ê di komkujiyê de kurê wî hat qetilkirin jî wiha got: “22 sal e di wî cihê kurê min lê hatiye qetilkirin re derbas nabim.”

*Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Yusiv Bab parast kir ku bi awayekî lihevkirî Bab radestî TSK û komên OSO'yê hatiye kirin û wiha got: "Taliya talî em ê çeteyan ji Babê paqij bikin. Em ê gelê xwe mehkûmî DAIŞ'ê û OSO'yê nekin."

*Ceren Çoban diyar kir ku piştî îxrackirina mamosteyê wan Îbrahîm Kaboglu, tu wesfeke dersên wan nemaye û wiha got: "Mamosteyên me yên lêpirsîna darazê dikirin ji me dûr xistin. Divê polên 1'emîn dersa Hiqûqa Qanûna Bingehîn bibînin. Niha kesên ku dê vê dersê bidin diyar dikin. Heke tu wesfeke dersan tune be, ji bo çi ez ê vê beşê bixwînim?"

*Parêzer Tugay Bek, ragihand ku di ser lêpirsîna dosyeya Mahmut Can Çakir ê li Edeneyê ji aliyê polîsan ve hat kuştin zêdeyî salekê derbas bûye lê di dosyeyê de hîn jî tu pêşveçûyînek çênebûye û dixwazin bi awayekî sîstematîk ser dosyeyê bigirin.

*Malbata Şerîf a 3 sal berê ji neçarî ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kir, li maleke 3 odeyî 9 kes dimînin. Malbatê anî ziman ku 5 kes ji wan dixebitin lê nikarin debara xwe bikin û Tirkiyeyê şert û mercên jiyanê gelek zehmet in.

*Servet Mut ê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin ji kar hat derxistin, nêrgîzan difiroşe. Mut ê debara xwe bi firotina nêrgîzên ku temenê wan tenê mehek e dike, nizane ku dê piştî bidawîbûna demsala nêrgîzan çi karî bike.

*Li Tetwanê, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê biryar da ku dê ji bo referandûmê sindoqên 28 gundan veguhêzînin gundên cerdevanan û ew ê li hin herêman sindoqan daneynin.

*Hicran Turan a dema xwestin di 8'ê Adarê Roja Jinan de li Kocaeliyê meşekê li dar bixin û di dema astengkirina meşê de hat derbkirin û binçavkirin wiha got: "Ji ber em dibêjin 'Na', em hedef hatin girtin."

*BEKSAV'ê strana "Min ker berda çîman û çayiran" întibaqî "Na"yê kir û bi navê "Ez ê dengê xwe bidim Na'yê" besteya wê çêkir. Ji hunermendên BEKSAV'ê Înan Soker anî ziman ku di referandûmê de gotina "Na" dê mirovan azad bike û wiha got: "Em destûrê nedin rejîma yekzilamiyê, em bi hev re bibêjin 'Na'."

*Huseyîn Kolay, li Bazara Masiyan a Karakoyê masiyên bermayî dide qaqlîbazan. Kolay ê xwe wek "Bavê Qaqlîbazan" pênase dike, diyar kir ku ji ber ew tevkariya hevkêşeya ekolojîk jî dike bextewar e.

*HDP’a Enqereyê dê bi tevlîbûna Parlamenter Sirri Sureyya Onder li Neva Plas Otelê ji bo danasîna kampanyaya “Na” civînekê li dar bixe. (11.00)

*Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00)

*Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)

*ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 422'yemîn dê li dar bixin. (12.00)

*DBP'a Amedê, dê li eywana konfersansê ya avahiya xwe bi malbatê kesên di pêvajoya pevçûnêî de jiyana xwe ji dest dane bê gel hev. (12.00)

*Rojnamegerên li ser banga Înîsiyatîfa Ji Bo Rojnamegeran Azadî hatin gel hev, dê ji bo hevpîşeyên xwe yên li Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyê tên ragirtin, ji Postexaneya Kadikoyê nameyan bişînin. (11.00)

POLÎTÎKA

*Serokên giştî yên kurd HAK-PAR û OSP ên daxuyandin ku ew ê di referandûmê de bibêjin 'Na', diyar kirin ku guherandina Qanûna Bingehîn a heyî bi tu awayî bi kêrî kurdan nayê û neçûyîna ser sindoqan tê wateya "Erê".