ROJEVA 12'Ê ADARA 2017'AN


ROJANE

*Li Edeneyê îdianameya der barê 18 HDP'iyên hatibûn binçavkirin de hat amadekirin. Di îdianameyê de parvekirinên civaka medyayî û beşdarbûna çalakiyên demokratîk wek sûc hatin hesibandin. Her wiha di îdianameyê de tişta balkêş jî ew e ku, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi ya bi awayekî qanûnî dertê wek rojnameyeke "derqanûnî" hatiye nîşandan.

*Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê girtî li hucreyan tên ragirtin û derbkirin. Hediye Ozdemir a bi kurê xwe İdris Ozdemir re hevdîtin çêkir, got kurê wê ragihandiye ku li girtîgehê ji leşker û polîsên ku di şerê li bajarên kurdan de birîndar bûne "Ekîba Lêdanê" hatiye çêkirine.

*Dê HDP tevî organên biryarê yên partiyê îro û sibê civînan çêbike. Dê di van civînan de pîrozbahiyên Newrozê û kampanyaya referandûmê bê nîqaşkirin û biryar bê dayîn.

*Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên siyasî di roja 17'emîn de ye. Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re Şule Recepoglu got, heke daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin dê girtî greva birçîbûnê berfirehtir bikin û bidomînin.

*Dayikên Aştiyê li dijî binçavkirina Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiranê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Ji ber Havva doza aştiyê kir, hat binçavkirin. Heke xwestina aştiyê sûc be, em jî heman sûcî dikin."

*Tirkiyeya ku li Şehbayê destûra wê ya ji El Babê wirdetir nayê dayîn, ji aliyekî ve Ezazê ji xw ere dike binke û bi vî awayî demografiya herêmê diguherîne, ji aliyê din ve jî bi odeyên operasyonan ên ava kirine dixwaze li hêla Helebê jî bi awayekî aktîf tevbigere.

12'ê Adarê ji ber ku hikûmet hat tasfiyekirin wekî roja darbeyê tê zanîn. Geşedanên di darbeya 12'ê Adarê de darbeya 15'ê Tîrmehê bi ruh dike. Bi darbeya 12'ê Adarê re rêya ku cemaet xwe di nava artêşê de bi rêxistin bike vekir, di darbeya 15'ê Tîrmehê de jî hikûmeta AK partiyê hemû artêş û polîs xist kontrola xwe.

*Akademîsyenên jin ên bi KHK'yê ji KOU'yê hatin îxrackirin anîn ziman ku ew ê ji bo azadî û mafên xwe bibêjin "Na".

* Li Stenbolê nûnerên saziyên elewiyan dê bi munasebeta salvgera qatlîama Gaziyê ji Cemxaneyê heta Goristana Gaziyê meşê li dar bixin. (14.00)

POLÎTÎKA

*Tirkiye piştî krîza balafirê, bi hin tawîzan dixwaze Rûsyayê îkna bike. Bi taybetî jî di demên dawî de serdanên xwe zêde kirin. Bi van tawîzan mebest ew e ku Rûsya li hemberî kurdan rawest e. Pisporê Rojhilata Navin Bereket Kar, got ne mumkune ku ev plan bi cih bê.

JIN

*Xwendekarên jin ên li zanîngehê êrîş li wan hat kirin bi gotina "Îktîdara ku nikare xwendekarên şoreşger ji zanîngehan bavêje, dixwaze bi êrîşan wan bitepisîne" bertek nîşan dan û wiha gotin: "Heke bivê em ê xweparastina xwe bikin."

ABORÎ

Li Tirkiyeyê di sanayiya herî zêde hilberîn tê kirin OSTÎM de karker ji negitina heqdestê xwe gilîdarin. Hosteyê kewakerê Mustafa Saygili, diyar kir ku ew ji rizîbûnê re hatine terkirin, serhoste Yucel Ladîk jî wiha got: "Piyasa xiraba û para di sanayiyê de nazivire."