ROJEVA 13'Ê ADARÊ YA 2017'AN

*Komisyona Şopandina Girtîgehan a Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zinanan re, rapora girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtîgehan a Herêma Marmarayê ya Çile-Sibata 2017'an û sala 2016'an amade kir.

Hekîm û bijîşkên ku hatin îxrackirin û 14'ê Adarê Cejna Tipê di bin bayê OHAL'ê û tundiyan de pêşwazî dikin diyar kirin ku dê di referandumê de bêjin "Na" û beyî demokrasiyê tenduristî nabe. Prof. Dr. Gençay Gursoy, diyar kir ku hekîm dê teqez bêjin "Na" û Prof. Dr. Ozdemir Aktan jî anî ziman ku hekîm dizanin ku tenduristi bê demokrasî nebe û dê bêjin "Na"

* Li Şirnexê zêdetîrî ji sedî 70 xaniyan zerarek mezin dît. Walîya Şirnexê der barê malên saxlem de jî biryara hilweşandinê da. Malbata Barkin a xaniyê wan saxlem, bertek nîşanê biryarê da û got: "Dema yekîneyên hilweşandinê hatin ber deriyên me, diyar kirin ku li gorî projeya walîtiyê ev xanî ji dê werin hilweşandin.

*Mecbure Demîr a di sala 1996'an de hevserê wê di zindana Amedê de hat kuştin, di qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê de xaniyê wê hat wêrankirin. Malbata Demîr, xaniyê ku zerar dîtiye ji nûve ava dike û dixwaze êdî ev êş û jan bi dawî bibin.

* Rûniştina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag dê li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)

* 7'emîn runiştina doza JÎTEM'êya Kerboranê dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin. (12.00)

* Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)

JIN

*Gîzem Nalbant a li Sulukuleyê dijî bi reqsa ku wekî "azadiya min e" pênase dike reqs kiriye parçeyeke jiyana xwe çanda roman vedibêje. Nalbant a gotina "dema ku reqs dikim demên ku giriyame û qîr kiriye" bi kar tîne diyar kir ku bi reqsên xwe ve ferqindebûnekî biafirîne.

*Qeyûmê tayînî şaredariya Bazîde hat kirin, hemû saziyên bi navê jinê girt. Qeyûmê Navenda Tipê ya Ayşenur Zarakolu, Navenda Piştevaniya Jinê ya Sema Yuce, cilşoxane û krêjên zarokan girt.

POLÎTÎKA

*Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Koçyigît, têkildarî krîza welatên Ewropa û îktîdra AK Partiyê diyar kir ku ew ne alîgirin ku wezir bên astengkirin û wiha got: Lê divê hikûmet vê yekê baş zanibe ku tiştê AKP'ê li welat pêk anî îro li dervê welat bi serê wê de tê.

* Parlamenterên CHP’ê Gursel Tekîn, Enîs Berberoglu, Bariş Yarkadaş, Mahmut Tanal, Murat Emir, Necati Yılmaz û Ali Demirçali di çarçoveya xebatên referandumê de tên Amedê, dê li Rêxistina CHP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin û esnafên li Amedê ziyaret bikin. (11.00)

ABORÎ

*Li herêma Egeyê kundirê avî dineqişînin û ji wan çembera lembeyan çêdikin. Esnaf Erkin Ozgur, 24 salin kargeriya bi navê “Le Kabbak” kundirê avî dixemilîne û ji wan lembeyan çêdike. Ozgur, diyar kir ku 24 salin kundiran dixemilîne û dike lembe, lê êdî ev huner pere nake û nikare bê debara xwe bike.

SPOR

*Ciwanê bi navê Mazlum Kîbar ji bo Cem Karabay ê 192 saetan di bin avê de ma û rekora cîhanê bi dest xist, ketiye nava hewldanan.

EKOLOJÎ

Hevserên bi navê Merve û Mustafa Eren ên ji Stenbolê koçî gundê Kermeyan ê Tegîrdagê bûn û li gund dest bi jiyana xwezayî û çotkariyê kirin. Hevseran diyar kirin ku çareserî hilberîna di nava xwezayê de ye û bang li mirovan kirin ku bên gund bi xwe hilberîna xwe bikin û bê pere bijîn.