ROJEVA 14'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

*Li Nisêbîna Mêrdînê ya di dema qedexeyên derketina derve yên sala çûyîn de 6 taxên wê hatin serobinkirin, li dijî îktîdarê gel bi hêrs e. Bedia Akalan a her tiştên xwe winda kir wiha got: "Niha Erdogan dibêjem 'ez ê bibim serok', lê di hizûra Xwedê de dibêjim: Em ê wî nekin serok."

*Nivîskar Bulent Forta, diyar kir ku li gel hemû çewisandin û newekheviyan dê gel destûra rejîma yekzilamî nede û wiha got: "Dewlet dibêje 'Erê', lê dê gel bibêje 'Na'."

*Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Cengiz Aktar, diyar kir ku ev demeke dirêj e ku AK Partiyê AK Partiyê li riyên veqetîna ji rojavayê digere. Aktar, balê kişand ser krîza di navebra Tirkiye û Hollandayê de û got, ev jî nîşan dide ku dixwaze ji nav Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve.

*Hilberînerên Bazara Hilberîneran a Bodrûmê yên berên bêyî madeyê kîmyewî û bi temamî bi xwezayî hildiberînin, bêyî navbeynkar digihînin xerîdaran. Li vê bazarê, hilberînerên ku li gor rêgezên diyarkirî tevnegerin ji bazarê tên îxrackirin û her wiha di navbera hilberîneran de bi tu awayî reqabet tune ye.

*Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Dîlokê Hevseroka Guler Erat diyar kir ku, amadekariyên wan li ber temambûyînê ne û wiha got: "Gel li benda coşa Newrozê ye. Ev demek dirêj e her şahî û mitîngên me hatine qedexe kirin, ev stres dê bi coşa Newrozê ji holê rabe."

*Doza endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Weşanê, nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay, Asli Erdogan, Ragip Zarakolu, Eren Keskîn, Zana Kaya, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Bîlge Oykut dê li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Doza têkildarî kuştina Gerînendeyê Giştî yê Weşanê ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Gİran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

POLÎTÎKA

*Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Altan Tan, biryara hin partiyên kurdistanî yên ku aşkera kirin gotin di referandumê de neçin ser sandoqan û boykot bikin rexne kir û got ku boykot "şîke ye", "Erê ye".

* Partiyên ku di Meclîsê de komên wan hene dê civînên xwe yên heftena li dar bixin. (11.30-13.30)

JIN

*Li Erziromê, Ayşenur Ozkaçar a li qehwexaneya ku tenê mêr diçin çay belav dike û piyaleyên vala berhev dike, wê bîrbiriya "karê mêr e" serobino kir.

ANALÎZ

*Beriya referandûmê krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropayê de, krîza Davosê ya 2009'an bi bîr dixe. Krîza Davosê, beriya hilbijartina herêmî ya 29'ê Adarê dest pê kiribû û heta hilbijartinên giştî yên 2011'an dewam kiribû. Piştî van hilbijartinan Tirkiye ji daxwazên xwe bi paş ve gav avêtibû û heta mexsedên mexdûrên Mavî Marmarayê jî di ber wan de hiştibû.