ROJANE
* Li Manîsayê ji sala 2014’an heta niha 3 operasyonên li dijî DAÎŞ'ê hatin meşandin. Di operasyonan de de endamên rêxistinê, dokuman û çek hatin girtin. Lê li gel ku çek û belge li ser endamên DAÎŞ'ê hatin girtin jî endamên DAÎŞ'ê dîsa hatin berdan. Endamên rêxistinê yên hatin berdan dîsa xebatên we berdewam dikin.
* Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê didomin. Colemêrgiyan anî ziman ku ew ê bi ruhê salên 90'î li qadan bin.
* Li Wanê, krîza aborî herî zêde bandorê li esnafên biçûk kiriye. Esnafên li benda Newrozê ne li ser dezgehên xwe qedîfe, fîstan û şalûşepikên rengorengo raxistine.
* Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Wanê ya tê payîn ku dê bi sedhezaran kes beşdarî wê bibe li ber qedandinê ne. Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, diyar kir ku ew ê bi daxwazên gel li qadan bin û Hevseroê DBP'a Wanê Ahmet Aygun jî wiha got: "Dê her kes bi rengê xwe, bi dirûşmeya xwe û daxwaza xwe dakeve qada Newrozê. Dê gelê Wanê bi Newrozê kurmê xwe bişkîne."
* Li Çorlûyê ji xwendekar, esnaf û emekdaran bigire her ke diyar dike ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Enver Yildiz (60) ê bêhnfiroş wiha got: "Di Qanûna Bingehîn de hebûna min tune ye. Ji ber xwe tê de nabînim ez ê bibêjim 'Na'."
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, hat îdiakirin ku îdareya girtîgehê ji girtiyên edlî xwestiye ger ku di referandûmê de dengê "Erê" bi kar bînin dê cazeyên wan 5 sal bê kêmkirin.
* Mistefa Muhammed Elî yê dema bi riyên qanûnî ji Kobaniyê derbasî Tirkiyeyê bû hat binçavçikirin û paşê hat girtin, ji ber îfadeya bi zimanê tirkî yê pê nizane, sal û 7 meh e girtî ye.
* Atom a wek kokteyleke vîtamînan ji dahan fêkiyan tê çêkirin, ji nexweşînên wek bêhalî û sermayê re derman e. Hostayê Atomê Alî Yilmaz, diyar kir ku di nava 5 salan de atom li Dîlokê belav bû û niha ji ber feydeyên wê pir tê vexwarin.
* Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê, dê têkildarî binçavkirina Alîgirê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Raci Bilicî, daxuyaniyekê bide. (13.00)
* Baroya Amedê, dê têkildarî kuştina Tahîr Elçî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.30)
* Doza "KCK'ê" ya ku di nav de bijarte jî hene ya 154 kesan dê li 2'yemîn Dadgeha Cesaya Giran a Amedê bidome. (10. 00)
* Doza parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ya bi îdiaya di beşdarbûna merasîma cenazeyê Cîhat Turkan "propagandaya rêxistinê kiriye" hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê bê dîtin. (13.30)
POLÎTÎKA
* Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, anî ziman ku li welat di serdemeke şaşaya şer tê kirin de dê agirê Newrozê bê vêxistin û got, dê li zêdeyî 100 navendî agirê Newrozê bê vêxistin. Yildirim, dest nîşan kir ku ew ê wek destkeftiyeke mezin pêşwaziya Newrozê bikin û wiha got: "Heke em biherikin qadan û govenda azadiyê bigerînin, dê faşîzm winda bike."
JIN
* Zekiye, Alkan, Rahşan Demirel, Bedriye Taş, Nilgun Yildirim, Sema Yuce û Elefteriya Fortulakî yên bi agirê bedena xwe agirê Newrozê gur kirin, di dîroka berxwedanê de rûpeleke nû vekirin û wateyeke din li Newrozê bar kirin.
ÇAND Û HUNER
* Peykertiraş Cuma Altuntaş, 31 sal e bi heriyê peykeran çêdike. Altuntaş, anî ziman ku ew li atolyeya xwe ya li ser araziyeke 5 donimî çêkiriye, jiyaneke hem ji bajêr hem jî pereyan dûr dijî. Her wiha Altuntaş, diyar kir ku wî bi 3 hezar peykerên xwe, bi 11 pisîk û kûçikekî xwe, qebîleyek çêkiriye.