ROJEVA 18'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

* Rahşan Demirel li Kadifekale ya Îzmirê bersîv da Newrozên Cizîr, Nisêbîn û Amedê û meşaleya Zekiye Alkan ji destê wê girt û li herêma Egeyê geş kir. Xwişka Rahşan Semire Kut, diyar kir ku Rahşan bi zanebûn û bi vînek mezin meşiya ser agirê Newrozê bi Agirê Newrozê re dans kir.

* Di hilbijartina herêmî ya 2004'an de nûçegîhanê DÎHA'yê Volkan Eryigit ê tevî nûçegîhanê Evrenselê Hasan İşler dema nûçe dişopand, di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Eryigit, Aydin Eryigit kurê xwe bi bîr anî û wiha got: "Kurê min rojnamegerê hemû bidestan bû."

* Di sala 2008'an de Newroza Wanê hatibû qedexekirin û di vê qedexeyê de ji ber gulebaran polîsan Zeki Erinç hatibû kuştin. Ji wê rojê heta niha êşa malbata Erinç wek roja ewil e. Melek, dema bavê wê hat kuştin hîn ewji dayik nebûbû û niha tenê ji wêneyên li ser dîwarên mala wan daliqandî bavê xwe dinase.

* Li gundê Eynê, piştî deriyê malbata Yildirim ji aliyê cendirmeyan hat mohrkirin, malbat di şaneşînê re dikeva malê û dertê.

* Amediyan diyar kir ku ew m roja Newrozê bi reng û dengê xwe li qadan bin û ji 7 saliyan heta 70 saliyan gel vexwandin qadan.

* Niştecihên gundikê Sûmanê yê girêdayê gundê Xenanîsê, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Gundiyan anî ziman ku, divê her kes guh bide wijdanê xwe û bibêje "Na".

* Der barê Parlementerê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê İdris Baluken de, bi hinceta di sala 2014'an de li Çewlîgê beşdarî meşa ji bo Komkujiya Helebçeyê hat lidarxistin bûye, bi daxwaza 3 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.

* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî Newroza Amedê got ku ew ê împaratoriya tirsê birûxînin û dakevin qadan û encama vê di 16'ê Nîsanê de bibînin.

* Bavê Newroz Guvercîn a PKK'î ya dema ku PDK'ê êrîşî Şengalê kir û wesayîtên zirxî da rawestindin, xwest diyalogê pêk bîne lê ji aliyên komên PDK'ê ve hati kuştin, Yaşar Guvercîn banga yekîtiyê kir û wiha got: "Ger ku em nebin yek em ê gelek zarokên xwe winda bikin."

* Komîteya Amadekar a Newroza Enqereyê dê li avahiya şaxa ÎHD'a Enqereyê têkildarî qedexekirina pîrozbahiya Cejna Newrozê daxuyaniyê bide. (12.00)

* HDP'a Îzmîrê, dê li avahiya partiyê bajêr têkildarî xebatên Newrozê daxuyaniyê bide. (11.00)

* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 423'yemîn dê li dar bixin. (12.00)

* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)

* Însiyatîfa Ciwanan a Navneteweyî ji bo zarokên Sûrê li 14 bajarên 12 welatan bi awayekî hemwext bernameyê li dar bixin û di çarçoveya bernameyê de li Amedê jî li Kooperatîfa Zarok û Jinê ya Umut Işigi bername bê lidarxistin. (12.00)

POLÎTÎKA

* Ji avakarên AK Partiyê û Wezîrê Karên Derve yê berê Yaşar Yakiş, dest nîşan kir ku sedemeke kûrbûna krîza dîplomatîk jî pirsgirêka kurd e û wiha got: "Pêvajoya Dolmabahçeyê rûxiya. Lê li cîhanê bereksê wê heye. Yanî cîhan hîn bêtir pirsgirêka kurd derdixe pêş, lê me ev mijar ji rojevê derxistiye."

* Parlementerekî AK Partiyê yê berê ku bi şertê navê wî neyê nivîsandin axivî, diyar kir ku di nav AK Partiyê de herî kêm ji sedî 6 derdoreke ku bêje "Na" heye û wiha got: "Lê ev derdor bi awayekî aşkere nikare tercîha xwe bîne ziman. Yên dibêjin 'Na' bi xayîntiyê, wek FETO'yê û PKK'yî tên tawanbarkirin."

* HDP û DBP dê di çarçoveya xebatên referandumê de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê û navçeyên Sîlopî û Hezexê yên Şirneyê xebatên xwe bimeşînin. (15.00)

JIN

* Ji fermandarên Eniya Parastina Jinê ya Şehbayê Bêrîvan Amara banga "Werin em bi hev re xaka xwe azad bikin. Di nav pergala wir de nahêlin hûn bijîn. Tenê em dikarin li xaka xwe bi awayekî azad bêhnê bistînin" li şehbayiyan kir.

* Jinên erdîşî yên ku her roj serê sibehê tên cem hev kom bi kom li taxan belav dibin bûyî ku cudatiyê bikin li her deriyê didin û "Na"yê vedibêjin.

CIWAN

* Ciwanên îzmîrî bi şîara "Ji Serokatiyê re 'Na', Ciwan Hene", bênavber xebatên "Na"yê bi rê ve dibin. Ciwanan diyar kir ku, ji bo sewdaya serokatiyê ya Serokomar Erdogan bitemirînin, peywireke zêde dikeve ser milê ciwanan û gotin, ew ê li her qadê ji bo "Na"yê bitêkoşin.

ABORÎ

* Li Ceyhanê, jinên ku bi berhevkirina bermayiyên fisteqan debara xwe dikin, anîn ziman ku kar zehmet e û qezenca wê kêm e. Jinan got, pereyê zêde kesên ew dibin ser erd û bazirgan qezenc dikin.