ROJEVA 21'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

* Dayika 3 zarokên bi navê Abdurrahman, Vedat û Îsa Şahîn ên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, Fatma Şahîn diyar kir ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş bû wan berê xwe daye Stenbolê û mirin bûye para zarokên wê.

* Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê yê berê Faruk Unsal, got ji ber pirsgirêka kurd komek rêveberiya komeleyê xistiye destê xwe.

* Wezareta Dadê guhertina xala rêvebirnameya der barê veşartina cenazeyan a "Ger ku cenaze neyê nasîn divê di nava 3 rojan de li goristana bêkesan bê definkirin" îtiraz kir. Lê ev îtîraz ji aliyê Şewira Dewletê ve hat redkirin Şewira dewletê got "Karê wezaretê ewe ku xizmetê bide saziya tipa edlî. Ne şeklê definkirina cenazeyan e."

* Dê li Amed, Dersim, Êlih, Çewlîg, Sêrt, Şirnex, Wan, Bedlîs, Agirî, Colemêrg, Mûş, Dîlok, Semsûr, Gever, Qoser, Bûrsa, Stenbol, Mûgla, Aydin, Manîsa, Mêrsîn, Edene, Enqere û Konyayê bi şîara "Em ê Bi Serkevin" Newroz bê pîrozkirin. (10:00-19.30)

EKOLOJÎ

* Nêrîna hevpar a pisyoran ew e ku di demeke nêz de av dê gelek kêm bibe. Gaye Yilmaz a ku bi mijarê re eleqedar e wiha got: "Di sîtema kapîtalîst de parastina avê nepêkan e."