ROJEVA 22'Ê ADARA 2017'AN

*Endamê KESK'ê Cemal Yildirim ku 18 salin di Midûriyeta Muhasebeya Defterdariyê de dixebitî, bi KHK'ê hat îxrackirin. Yildirim ji bo mafê xwe bistine li ber saziyê çalakiya rûniştinê pêk tîne. Li aliyê din endamên KESK'e yên piştgiriyê didin Yildirim ji rastî gefên îxracê tên.

*Ciwanê ku di sibeha 21'ê Aderê de xwest beşdarî Newroza dîrokî ya Amedê bibe, li ber çavê rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Lê gel şahidiya dehan kesan Walîyê Amedê kuştina ciwanê tazî berovajî kir û îdîa kir ku ciwan bombeya zindî ye. Di wêneyên kelî bi kêlî hatin kişandin de derket holê ku çawa polîs gule berdidin ciwan û wî birîndar dikin.

*Parlamenterên AK Partiyê yên li Amedê xebatên referandumê dimeşînin, dema bi otobusa hilbijartinê ya AK Partiyê di welatiyan re derbas bûn, girsê bi nîşaneyen serkeftinê ew pêşwazi kirin. Lê wekîl û xebatkarên AKP'ê jî bi nişaneyên Gurên Boz a MHP'ê bersîv da girsê.

* Wekîlê Serokê Meclîsê yê berê Halis Uluç Gurkan, têkildarî krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de diyar kir ku hikumetê ji bo kampanya 'Erê' rûmeta Tirkiye xist bin lingan.

* Hevserokê QSD'ê Îlham Ehmet, têkildari niqaşên xwe û DYA yên li ser Pergala federal axivî û wiha got: "QSD hedef dike ku bibe artêşa nû ya Sûriyê. Ber bi artêşa nû ya Sûriyê ve diçe. Hêzên QSD û MSD, di şerê li Sûriyê pêş ket de talan û wêran nekir. Her dem bi feraseta çareseriya demokratîk têkoşîya."