ROJANE
*Necbîr Kara ya li Nisêbînê di dema qedexeyan de cîrana xwe Selamet Yeşîlmen winda kir, erseyên vala yên li hawirdora mala xwe nîşan dide û li gel hemû tiştî jî dixwaze vegere mala xwe.
*Li gel hemû çewisandinan jî, pîrozbahiyên Newrozê bi awayekî girseyî û hêzdar derbas bûn. Niha jî çav li ser mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên dê ji bo referandûmê li dar bixe ne. HDP'a ku hewl dide li 5 navendan mîtîngan li dar bixe, li seranserê Tirkiyeyê bi awayekî berfireh û berbelav plana xebatan dike.
*Têkildarî mirina 3 zarokên ku di şewata kawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de mirin, dozger ji dêvla berpirsiyaran derxîne holê, daxwaz kir ku derbarê Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek ê ji bo berpirisyar derkevin holê bi zarokên birîndar re hevdîtin çêkir, lêpirsîn bê destpêkirin. Bek wiha got: "Ji bo ser bûyerê bê girtin lêpirsîn tê vekirin."
*Elewiyan, li dijî polîtîkayên înkar û bişavtinê "Meclîsa Pîran" ava kir. Serokê Lijneya Baweriyan a Elewî-Bektaşî Huseyîn Guzelgul wiha got: "Ji ber jiyîn û jiyandina baweriya Elewî-Bektaşî ya di cewhera me de heye, pêdivî bi lijneyeke wisa çêbû."
*Îdareya Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, pirtûka helbestan a bi navê "Şengal" a ji aliyê Adnan Çakir ê girtî ve hat nivîsandin û bi bandrol e, neda Çakir. Îdareya bi hinceta "Pirtûkeke bi zimanekî nenasbar û nayê fêmkirine" ne da Çakir.
*Lijneya Hilbijartinê ya Elkê, sindoqên 20 gundên girêdayî navçeyê bi hinceta "ewlehiyê" veguhastin gundên cerdevanan.
*Hevgirtiyên HDP, HDK, DBP, DTK û TJA'yê dê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê li avahiya HDP'a Amedê daxuyaniyê bidin. (10.00)
* Rûniştina der barê Berdevkê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, dê li 4'emîn dadgeha Asliye Ceza Giran a Amedê dê bîdin. görülecek. (10.00)
* Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (10.30)
JIN
*Jinên antalyayî, dest nîşan kirin ku li dijî derxistina ji karan, ji bo pêşeroja zarokên wan "Na"yek jî zaf girîng e û gotin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
JÎNGEHA KEDÊ
*Karkerên li Çerkezkoyê, li dijî şert û mercên giran ên xebatê û tengaviyên xwe yên aborî bertek nîşan dan û sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin. Oguz Aktepe wiha got: "Di 14 salan de ev îktîdar çi daye min? 14 sal berê jî heman kes bûm, niha jî wisa me. Nebûm xwediyê tu tiştî jî. Bi pereyê dikeve destê min, bi zor û heft bela debara xwe dikim. Ji ber vana hemûyan dibêjim 'Na'."
ÇAND Û HUNER
*Pirtûka ‘Îroya Berxwedana Sivîl' ji Weşanên Amarayê derket. Di pirtûkê de nîqaşên berxwedanên sivîl ên cîhanê, encam û mînakên berxwedana sivîl a jinan, berxwedana gelên Rojhilata Navîn, berxwedanên sivîl ên Amerîkaya Latîn, Ewropayê û gelek cihên din vedibêje.
ABORÎ
*Li Pasaja Medîneyê ya Rihayê ku ji kirîgeran xalî nedibû, niha esnaf ji ber pêldariya dolar, hin cotkarên ku car caran ji bo danûstendinê tên jî ji ber buhayên mazotê yê her diçe zêde dibe bi gilî û gazinc in. Esnafan diyar kir ku ew li ber îflasê ne, kar tune, pere tune, danûstendin tune.