ROJEVA 24'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

* Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz Muhterem Suren têkildarî kuştina Kemal Kurkut ê di Newrozê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin diyar kir ku polîs ji Qanûna Selahiyet û Vaziyet a Polîsan (PVSK) hêzê digire. Suren kuştin wekî înfaz binav kir.

* Di 10'ê Adarê de ji girtiyê siyasî Ferhan Mukyen ê li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Maltepeyê tê ragirtin re gotin "Dadgeha te heye" û ew ji odeya wî derxistin. Ji wê rojê ye ku hevalên wî hay ji Mukyen tune ne.

* Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Arif Yilmaz, peyama girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne parve kir û wiha got: "Divê gelê kurd li kuçeyan xwedî li greva birçîbûnê ya zarokên xwe derkevin. Berî ku ji girtîgehan darbest derkevin divê dest deynin ser vî karî."

* Qada ku 40 sal e roman lê boyaxvaniyê dikin, şaredarî wê vediguherîne otoparkê. Boyaxvanan li dijî vê bertek nîşan dan û gotin, Şaredariya Bajarê Mezin a Tekirdagê ji bo rantê sindoqên wan ê boyaxê ji wan distînin.

* Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir têkidlarî înfazkirina Kemal Kurkut de axivî û wiha pirsî: "Ev cinayet, ji bo bi awayekî din Newroz veguhere xwînê hat kirin. Ew guleya ku ji bedena wî hat derxistin, bi awayekî hêsan dikarin tespît bikin ku ji kîjan çekê derketiye. Diyar e ku gule aîdî kê û kîjan çekê ye. Ma hûn ê vê cinayetê jî nebînin?"

* Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, derket holê ku ji komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê ya ku 109 sivîl hatin qetilkirin xelas bûye.

* Amediyên ku Newroza Amedê niraxndin wiha gotin: "Li gel hemû çewisandin û şidetan jî, di Newrozê de 'Na' bi ser ket."

* Serokwezîr Binali Yildirim, li mîtînga Dersimê diyar kiribû ku divê CHP ji bo komkujiya Dersimê lêborînê bixwaze. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu gotinên Yildirim nirxandin û diyar kir ku, beriya her hilbijartinê AK Partî tim manîpulasyonan ike û wiha got: "Heke lêborînxwestinek hebe, divê Yildirim ji bo komkujiya duyemîn a Dersimê ya li Cizîr û Sûrê lêborînê bixwaze."

* Deniz Ozdemir ê nêzî salekê ye li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê di hucreyeke yekesî de tê ragirtin, ji bo daxwazên wş bi cih bên 14 roj e di greva birçîbûnê de ye.

* Esat Kaplan ji 1989’an ve pereyên hemû welatan ên ji beriya zayînê heta niha di qebanozan de vedişêre. Kaplan diyar kir ku, ew pira hafizeya cîhanê ye û wiha got: “Kesên tên vir dîrokê dibinin. Dibînin ku kesên ji bo pere dilê hev hiştine, têkoşiyane yan jî kefxweş bûne hemû di bin axê de ne, lê pere li vir e. Ji ber vê jî pere şeytan e. Xapînok e.”

* Li Diloka ku hevserokên HDP'a Bajêr û gelek rêveberên wê girtî û di bin çavan de ne, li gel hemû çewisandinan jî xebatên ji bo referandûmê didomin. Endamê Lijneya Rêvebir a Meclîsa HDP’ê yê Dîlokê Mehmet Karayilan wiha got: “Desthilatdarî dixwaze bi tirsê hişmendiya dîktatorî bide pejirandin. Lê çewisandin, bandorê li xebatên me nakin. Em ji bo hilbijartinê amade ne.”

* Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, dê li Meletiyê serdana taziyeya Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bike. (11.00)

* Baroya Amedê, dê têkildarî kuştina Tahir Elçi û dosyeya wî ya lêpirsînê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.30)

* Doza Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cabbar Leygara, Endamên Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê berê Edîp Yaşar, Endamê Meclîsa Domdar a TCD'ê yê berê Cafer Kan ên ku di çarçoveya lêpirsîna têkîldarî KCD'ê hate vekirin de di 28'ê Kanûna 2016'an de hatin girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

JIN

* G.K. a di temenekî biçûk de zewicî û piştî zewacê her tir rastî şîdetê hat, piştî demekê êdî hew îdare kir û li dijî şidet û êrîşên zayendî serî rakir. G.K. anî ziman ku, ji bilî têkoşînê tu alternatîfeke jinan tune ye.

ÇAND Û HUNER

* Bahadir Donmez ê di qezayeke kar de ji du tiliyên xwe bû, berê xw eda muzîka li kolanan. Donmez wiha got: "Di warê ruhî de muzîk mirovan baş dike, terapî dike."

ABORÎ

* Zeytunê Gemlîkê ku tehma wî gelek xweş e di pevajoya ku hilberîner tiştekî qezenc nakin, bikir jî tehmê nabînin de ye. Helberînerê zeytunê Gemlîkê Mustafa Bektaş wiha got: "Zeytunê Gemlîkê ber bi mirinê ye. Em jî ji bo xwe xilas bikin an fêlbaziyê bikin an jî bêyî ku qezenc bikin bisekinin."