ROJEVA 25'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

* Dê di 27'ê Adarê de biryara der barê "Doza Sereke ya KCK'ê" de ya di 2009'an di bin navê "KCK"ê de li Amedê dest pê kir û paşê berbelavî hemû bajaran bû, bê daxuyandin. Piraniya dadwer, dozger û polîsên di dozê de cih digirtin ji endamtiya "FETO/PDY"yê hatin îxrackirin û hin jê jî hatin girtin.

* Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê di 10'ê Adarê de îdareya girtîgehê ji girtiyê bi navê Ferhat Mukyen re got "Dadgeha te heye" û ew ji odê derxistin. Ji wê rojê ve agahî ji Mukyen nayên wergirtin. Parêzer Bulent Aşa, anî ziman ku ew agahî ji Mukyen wernagirin û der barê jiyana wî de şik û gumanên wan hene.

* Şanoger Kemal Ulusoy ê bi "Hayirli Dakîkalar"ê piştevaniya kampanyaya "Na"yê dike, bi "Şoreşa Cotmehê" re "Na" û pergala serokdewletiyê vegot. Li ser çapemeniya civakî vîdeo rastî eleqeyeke zêde tê û di vê vîdeoyê de bi peyama "Em ê te nekin Çar" qelîneyan dike.

* Li gelek bajaran piştevaniya kampanyaya HDP'ê ya "Tenê NA be" tê kirin. Di vîdeoyên hatine kişandin de, ji her derdorê welatî sedemên xwe yên "Na"yê vedibêjin.

* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin, 148 karker ji kar hatin derxistin. Hat îdiakirin ku li şûna karkerên ji kar hatine derxistin, şaredarî bi şertê endamtiya AK Partiyê û beşdarbûna çalakiyên wê karkeran digire.

* Welatiyên Amedê serdana Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim ê di 1'ê Nîsanê de dê bê Amedê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku ew bi kîjar rûyê bên û wiha gotin: "Em naxwazin Erdogan bê Amedê. Bila berê hesabê Ceylan Onkol, Dayika Taybet û Kemal Kurkut bidin û piştre bên."

* Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut hedef hat nîşandan û hat kuştin û wiha got: "Hem di qada neteweyî de û hem jî di qada navneteweyî de em ê serî li hemû riyên darazê bidin. Kuştina Kurkut carek din nîşan da ku karneya daraz û hiqûqê nebaş e.

* Serdozgerê Komarê yê Amedê nivîsek şand ji Rektorê Zanîngeha Dicleye re û xwest akademîsyenên "têkiliya wan bi rêxistinê re' heye ji wan re bêje. Rektor jî bersîv da dozger û got: "Di nava hîndekarên perwerdehiyê de kesên têkiliya wan bi rêxistinê re tune'. Li gel vê yekê dozger dîsa ferman da û bi rojan avahiya rektoriyê xist bin dorpêç û çavdêriyê.

* Hevalên Fermandarê Giştî yê Hêzên Şemsî Şîmalê Faysal Ebû Leyla yê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, di operasyona Tabqayê de cih girtin. Hevalên Ebû Leyla, diyar kirin ku wan soz daye fermandarê xwe û heta şoreş temam bibe ew ê dev ji soza xwe bernedin.

* Derket holê ku ji ber Keyayê Taxa Gaffar Okanê ya navçeya Salihliyê Kamuran Kocaman, beşdarî mîtînga Serokomar Erdogan a li Manîsayê nebûye, ji peywirê hatiye girtin. Li şûna Kocaman kesekî din wek keya hat tayînkirin.

* Li Rihayê, penaberên bê statu ji bo ji xizmetên cemaweriyê sûdê wergirin, mecbûr in ku "Karta nasnameyî" wergirin. Penaber ji bo vê kartê wergirin, bi şev û biroj dikevin rêzê.

* Li gundê Dilezî, Şîşemzîn yên girêdiyê Geverê, leşker ji bo gundên xwe vala bikin, gefa li gundiyan dixwin. Gundiyên ku ji aliyê leşkeran ve gef li wan hatin xwarin, anîn ziman ku wan di salên 90'î gundê de jî gundên xwe vala nekirine, niha jî valla nakin.

* Lijneya Daîreyên Dozên Şûreya Dewletê ya ku berê îtiraza ji bo rawestandina "Rêziknameya Revandina Cenazeyan" red kiribû, li ser serlêdana malbata Azîz Yural tevahiya rêziknameyê betal kir.

* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 424'emîn dê li dar bixin. (12.00)

* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Sumer Bank a Kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)

* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00)

* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)

* Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê dê têkîldarî girtina 16 şaxên komeleyên wan dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)

* Li Stenbolê "Meclîsên Na" yên hatine avakirin li gelek noqteyên bajar nepoxan bifirin. (17.00)

JIN

* Jinên Enqereyî dê di dawiya hefteyê de çalakiya "Em ji bo karekî bixêr 'Na' biçin bazarê" li Bazara Sihhiyeyê bên cem hev. (16.00)

CIWAN

* Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê, dest nîşan kirin ku guherandina rejîmê naşibe girtina erseyan, ev pergal tenê bi ji sedî 50'yê welat çênabe û gotin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

SPOR

* Amedspor a ku di ber bi şampiyonayê ve diçe, ji be tengasiyên madî kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin. Serokê Lijneya Rêveber a Amedsporê Nurullah Edemen ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir û wiha got: "Em ê bi piştevaniya gel bibin şampiyon."