ROJEVA 26'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

*Mamsoteya Zimanê Îngilîzî Kader Demirkir a piştî teşxîsa pençeşêra pêsîran lê hat kirin, bi kampanyaya "Bila pora min pora te be" bû xwedî perûk. Demirkir, anî ziman ku ji bo kesên li dijî pençeşêrê têdikoşin, perûk zaf girîng e û wiha got: "Bila pora we pora wê be, da bi awayekî azad bikaribin derkevin derve."

*Ji sedî sed berastengê dîtinê Ferhat Donmez ê di 18 saliya xwe de ji ber hewaleyê bi temamî ji bînaya çavên xwe bû, ji bi li kuçeyan nikare bi awayekî serbixwe tevbigere bi gilî û gazinc e. Donmez, balê kişand ser sepandinên kêmbar ên Tirkiyeyê û got, sozên ji bo berastengên dîtinê hatine dayîn, bi tu awayî bi cih nehatine.

*Li goristana Taxa Syerantepe ya Tûşbayê 10 cenazeyên ku tê îdiakirin aîdî HPG'yiya ne, li benda wergirtinê ne.

*Ji referanduma 16'ê Nîsanê re 20 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re xebatên eniya 'Na' li hemû kolan û taxan berdewam dike. Eniya 'Na' wekî gloka berfê mezin dibe. Xwendekarên Meclisa Hiqûqê jî di milê hiqûqî û naverokê de gel agahdar dikin û xebatên 'Na' dimeşînin.

*Ji referandumê re 20 roj man. Nerazibûnên li dijî guhertina qanûna bingehîn bi kampanya "Na" belav dibe û mezin dibe. Helbestvan û Nivîskar Şukru Erbaş, anî ziman ku dê di 17'ê Nîsanê de bibînin ku ev xerabî heta heta naçe û dê dawiya wê bibînin.

*Ji endamên heyeta alman Civaknas Livia Mattmüller a Newroza Wanê û xebatên referandûmê yên di şert û mercên OHAL'ê de tên birêvebirin nirxandin wiha got: "Berî bêm vir, min digot qey her tişt qediyaye, têkoşîneke westdar heye. Lê ez hatim, min dît ku a rast her tişt didome."

*HDP'ê li ser civaka medyayî bi ser navê "Ji bi çi em dibêjin Na' kampanyayek din da destpêkirin. Ewil vîdoeyê ku bê têmaya xwe li ser azadiya ramanê ye hat parvekirin û di vê vîdeoyê de balê dikêşe ser rojnamgerên girtî, çewisandina û astegiyên li dijî çapemeniyê.

*Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, li dijî betalkirina serokên lijneya sindoqan û endamên HDP'ê yên li ser serlêdana AK Partiyê ve yeko yeko tên betalkirin bertek nîşan da. Aslan, vê sepandinê wek "barbariyê" nirxand û bang li gel kir, da xwedî li sindoqan derkevin.

*Xwendekar û rêveberên Şaxa KURDÎ-DER'a Êlihê ya bi KHK'ê hat girtin, diyar kirin ku bi girtina saziya wan mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê hatiye desteserkirin û gotin, ji ber vê ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

*Dayikên ku li dijî kuştina Kemal Kurkut bertek nîşan dan, diyar kirin ku gule berdan bangewaziyên aştiyê yên gelê kurd.

*O.P. yê piştî pîrozbahiyên Newroza Êlihê ji aliyê polîsan ve pozê wî hat şikandin, anî ziman ku ji ber fulareke kesk û sor û zer li dor stuyê wî bûye, polîsan ew derb kiriye.

* Meclîsa Na ya Kadikoya Stenbolê dê li Parka Mehmet Ayvalitaş şahiya "Na" li dar bixe. Meclîsên Ciwanan ên HDK û HDP jî dê li Dika Hunerên Pêşandanêya Avê ya Stenbolê şahiya "Na dê ciwan bi serkevin" li dar bixe. (14.00)

POLÎTÎKA

*Serokê CHP'a Agiriyê İbrahim Aslan, diyar kir ku dê ji sedî 80'ê gelê herêmê di referandûmê de bibêje "Na" û wiha got: "Bertekên mirovan zaf xweşik in. Em ji mîmîkên wab fêm dikin ku tercîha wan 'Na' ye."

* KCD, HDK, TJA, HDP û DBP ku bi ruhê Newrozê xebatên referandumê didomîne li 15 bajarên cuda mîtîngên herêmê, li 7 herêman li 66 bajar û navçeyan jî pêşwazîkirin, konvoy û hevdîtinên gel dê pêk bîne. Starta xebatê dî li Edîrneya ku Demîrtaş girtî ye û Kandiraya Fîgen Yuksekdag û parlamenter girtî ne bê dayîn.

JIN

* Koma Bisîkletê ya Femînîst dê li Stenbolê ji bo dengê "Na" bilind bikin li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê, "Na Berstûka Spî" jî dê li Qada ÎSkele ya Beşîktaşê bên cem hev û bi xeml û dowîzên "Na" tur bavêjin. (13:00-15.30)

ÇAND Û HUNER

*Ji avakarên Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hikmet Çalişkan, diyar kir ku piştî qeyûm hat tayînkirin û hunermend ji kar derxistin, îktîdar jî dixwaze feraseta xwe li vê valahiyê bi cih bike û got, divê huner ji bo berjewendiyên îktîdaran neyê fedakirin."