ROJANE
* Mehmet Ali Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, diyar kir ku bi hinceta "ewlehiyê" her cure sepandin rewa kirine. Adar Ozel ê li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Maltepeyê tê ragirtin jî, anî ziman ku ji girtîgehê heta edliyeyê hatine derbkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
* Li Edeneyê, tercîha gel a referandûmê diyar û zelal e. Gelê ku êdî şer û aloziyê naxwaze, dest nîşan kir ku dê li bajarê wan ji sedî 60 "Na" derkeve.
* Abdulvahap Çile yê bi saya parêzeran li Girtîgeha Jinan a Sîncanê serdana keça xwe Zeynep Dilan Çileyê kir, diyar kir ku ew ji jiyana keça xwe û girtiyên jin n din bi şik û guman e. Çile wiha got: "Li gor vegotinên keça min, lêgerîna tazî li keça min ferz kirine. Dema keça min ev qebûl nekiriye bi awayekî dijwar îşkence lê kirine."
* Li Amedê, di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de kamsuleke gazê li serê Mahsun Mizrakê 14 salî ketibû û ji ber vê Mizrak miribû. Di ser bûyerê re 11 sal derbasbûne lê hîn jî kiryarên kuştina Mizrak nehatine cezakirin. Parêzerê malbatê Bariş Yavuz, diyar kir ku her çi qas di vî warî de DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiribe, lê hîn jî lêpirsîneke çalak nehatiye birêvebirin û got, dixwazin ser dozê bê girtin.
* Ji karkeran heta emekdaran, ji xwendekaran heta hunermendan li her qadê her diçe piştevaniya ji bo kampanyaya "Na"yê ya HDP'ê xurtir dibe.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Şakranê hate îdiakirin ku midûrê yekemîn Mustafa Sonmez gefa "Bila malbatên we bên we xilas bikin. Tiştên ku Esad Oktay nekiriye ez ê bînim serê we" li girtiyên di grevê de ne xwar.
* Li Taxa Yaylayê ya Kirklareliyê ku yek ji wan cihnişînên kevn ên bajêr e, avaniyên dîrokî yên kevn ji nû ve tên restorekirin. Bi vê restorasyonê mebest ew e ku taxê veguherînin navenda turîzmê.
* Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, 4 girtî ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî dijwar hatine derbkirin û ji ber vê derbkirin û îşkenceyê girtiyê bi navê Muhammed Said Kulu ji ser hişê xwe çûye. Her wiha dîsa hat zanîn ku Kuluyê ku rakirin nexweşxaneyê, rapora "derbkirin tune ye" dane wî.
* Ji ber karêrên qaçax ji Çemê Êlihê qûmê dikêşin, li nav çem û hawirdora wê gelek gravok û gol çêbûne û ev jî dibe ku bibe sedema mirina kesên ji bo xwe hênik dikin dikevin çem.
* Li Dersima ku her deverên wê di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de hatiye qedexekirin, Gulika ku bi awayekî xwezayî şîn tê, bi zor û heft bela li herêmên qedexe tê berhevkirin.
* Li Dîlokê, zarokên penaberan li nav malan rojane bi beramberiya 5 lîreyî wek karkerên fasonî tên xebitandin.
* Hevseroka Tum Bel-Sen'ê ya Mêrdînê Metiye Guzel a ku bi KHK'ê ve hate îxrackirin diyar kir ku bi referandûmê ve rayeya derxistina KHK'ê ji bo yek zilam^itê dayîn û wiha axivî: "Ger ku piştî referandumê îktidara yek zilamî derkeve rayeya derxistina KHK'ê jî didin yek kesî. Ev jî dê be wateya gelek kesên din ji kar bên îxrackirin."
* Li avahiya DBP'a Wanê dê der barê greva birçûbûnê ya li girtîgehan daxuyanî bê dayîn. (11.00)
* Doza rojnamegerên ku di çarçoveya kampanyaya "Gerînendetiya Giştî ya Weşanê ya Nobedar" de piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê dê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Doza Hevserokê Giştî ya DBP'ê Kamuran Yuksek a bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hatiye vekirin û heta 15 salan ceza tê xwestin dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo binpêkirin, tecrîd û sirgunên li girtîgehan şermezar bikin dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Doza KCK'ê ya 154 kesên ku di nav de siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan, rewşenbîr û rojnamger jî hene dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (16.00)
* Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û parlamentera Agiriyê Dîrayet Taşdemîr dê têkîldarî grevên birçîbûnê ya li girtîgehan dê li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
POLÎTÎKA
* Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir xebatên "Na"yê nirxandin. Pir, dest nîşan kir ku ji bo hesabpirsîna polîtîkayên înfaz û rûxandinê, gelê herêmê bê sebr û tebat li benda 16'ê Nîsanê ye.
ABORÎ
* Mutehîtan dest nîşan kir ku, sektora înşeatê jî nesîbê xwe ji krîza ku ji ber siyaseta derve ya dewletê jêderk dibe stendiye û wiha gotin: "Ji ber der barê pêşeroja Tirkiyeyê de tu hêviyên wan nemane, veberhênaniyê nakin."
* Jinên esnaf ên bal kişandin ser krîza aborî ya Tirkiyeyê, dest nîşan kir ku ji bo rewş baş bibe divê dawî li polîtîkayên şer bê. Jinan, diyar kir ku ji bo krîza aborî ji holê rabe, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".