ROJEVA 29'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE


* Saziyên Elewî yên ku helwesta xwe ya ji bo referandumê “Na” nîşandan diyar kirin ku qanûna bingehîn a 1980’ê elewî tune hesiband û ev qanûn jî me înkar dike.”

* Bavê endamê DAÎŞ'ê yê 20 salî ku tev li DAÎŞ'ê bû û piştre ji nava DAÎŞ'ê derket, A. diyar kir ku DAÎŞ xwe li bajaran wekî xwendekaran nîşan didin û piştî bi ciwanan re dikeve diyalogê bi gotina "Em dê 8-10 hezar tl meaş bidin" ciwanan dikin endamên xwe.

*Li Hatayê, şerê 6 sal e li Sûriyeyê didome û geşedanên li Rojavayê, tercîha referandûmê ya bajêr diyar dike. Der barê referandûmê de, qenaet û tercîha gelê Hatayê bi piranî "Na" ye.

*Hevrêyên girtî Mehmet Yildizbakan ku roja bihata berdan ji ber nexweşiyê li girîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku Yildizbakan tu carî serî netewand. Hevalê Yildizbakan Turan Suzen, diyar kir ku li gel tevî malbatê girtî bûn jî dest ji têkoşînê berneda û wiha got: "Birayê Mehmet tu carî serî netewand. Her dem serbilind bû. Her dem bi rûmeta xwe jiya."

*Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azad Prz. Serhat Çakmak, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê girtiyên çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ziyaret kir. Çakmak, anî ziman ku tenduristiya girtiyan her ku diçe xerab dibe, lê di têkoşînê de bi biryar in. Çakmak, anî ziman ku girtî dixwazin cemawerî û parazvanên mafên mirovan hestiyar tev bigerin.

*Ekîba Hatiye Dîtîn (Gorulmuştur) ya ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş, kampanyaya "Tu jî Navnîşanekê Bigire, Tu jî Nameyekê Binivîsîne" da destpêkirin.

*Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, dema Waliyê Dersimê bû di hilbijartinên herêmî de amûrên spî belav kiribûn û ji ber vê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Tê îdiakirin ku niha heman walî li Mêrdînê tevlî xebatên "Erê" bûye.

*HDP dê starta mîtîngên referandûmê li ber girtîgehên Kandira û Edîrneyê yên parlementerên HDP'î û siyasetmedarên DBP'î lê tên ragirtin, bi daxuyaniyekê bide. (12.00)

*HDP'a Îzmîrê ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a li Girtîgeha Şakranê, dê li avahiya partiyê ji bo rojekê greva birçîbûnê bide destpêkirin. (09.30/17.30)

* Sendîkaya Gelen-Îşê ya Stenbolê dê têkildarî xebatên referandumê li pêş Şaredariya Kadikoyê daxuyaniyê bide. (15.00)

POLÎTÎKA

*Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan wiha got: "Mesele ne vegera li Osmanliyê ye, mesela Tirkiyeyeke demokratîk e. Peywira me ya sereke bi awayekî topyekûn li herêm û erdnîgariya me peydekirina aştiyê ye. Ji bo vê jî gava ewil 'Na' ye."

JIN

*Jinên TJA'yî bênavber xebatên 'Na'yê bi rê ve dibin. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Çelikbilek, diyar kur ku ew bi şev û biroj derî bi derî digerin û "Na'yê bi rê ve dibin û got, li gor çavdêriyên wan dê ji sedî 90'ê jinan dengê "Na"yê bi kar bînin.

*Hediye Yilmaz a li dikana xwe ya ku kirîgerên wê navê "Terziya Koçer" lê kiriye, 20 sal e terzîtiyê dike. Yilmaz, tenê kincên gelêrî yên jin û zarokan didirû.

EKOLOJÎ

*Hawirdorparêz Haydar Çetinkaya yê li erdnîgariya Dersimê der barê floraya nebatan xebatan bi rê ve dibe , dest nîşan kir ku bendav, ocaxên keviran û madenan yên tên plankirin ku dê bên çêkirin, bi awayekî zêde xesarê didin floraya nebatan.

*Daristanên li Taxa Guvercinlika Bodrûmê ji ber RES'an bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne.