ROJEVA 31'Ê ADARA 2017'AN

ROJANE

*Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, dest nîşan kir ku dê guhertina Qanûna Bingehîn bi xwe re beriya her tiştî li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkê din kûrtir bike û got, heke di referandûmê de “Na” jî “Erê” jî derbikeve dê pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a nû, sivîl, azad û demokratîk hebe.

*Du birayên hev Xalid Cuma Muse (12) û Beşîr Cume Muse (16), li Helebê di encama teqîna cismekî de bi giranî birîndar bûne û li Dîlokê bi cih bûne. Dema her du bira birîndar bûn dayika wan li Helebê dimîne. Lê niha ji ber şerê li Sûriyeyê û sînorê Tirkiyeyê dayik û xwişk û birayên wan ên din nikarin bên Tirkiyeyê.

*Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan her kesî vexwand rojbûna Ocalan û wiha got: “Dibe ku em di demek nexweş û hesas re derbas dibin, lê divê rojbûna Ocalan bê pîrozkirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê.”

*Welatiyên navçeya Elmaliyê diyar kirin ku ew ê di referandumê de ji bo pêşeroja zarokên xwe ya Tirkiyeyê dê dengê "Na" bi kar bînin.

*Dergûşa Mîrazê biçûk ê tevî dayika xwe Gulistan Diken Akbaba di girtîgehê de ye, li benda wî ye. Dapîr, bapîr û bavê Mîraz ê ji bo hevdîtina wî û dayika wî çûn girtîgehê, xwestin Mîraz û dayika wî bên berdan.

* Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê greva birçûbûnê ya jinên girtî di roja 17’emîn de jî didome. Girtiya bi navê Saadet Akin, bi telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku bi grevê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne û heta daxwazên wan bi cih bên dê berxwedana xwe bidomînin.

* 4 endamên DBSP'ê yên li Metroya Batikentê belavoka 'Na' belav dikirin hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. 4 kesên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin serî li TÎHV'ê dan diyar kirin ku dê glî bikin.

* Li navçeya Yunusemre ya Manîsayê avahiyên bê xwedî maye bûne navenda tiryakêş û hişbiriyê. Welatiyên cîran diyar kirin ku tiryakêş li van avahiyan bi şevê agir pêdixin û li dora agir heta serê sibê tiryakê dikişînin. Cîranan bang li rayedaran kir ku tedbîra vê yekê bigirin.

*Ji ekîba Hatiye Dîtin Adil Okay, anî ziman ku şert û mercên li girtîgehê ji yên ku li derve gilî û gazinca wan tê kirin dijwartir in û wiha got: "Divê ji derve ji bo yên hundur gelek name bên nivîsandin, da ku zebaniyên zindanan bibêjin 'Nexwe ev mirov ne bêxwedî ne'. Ji bîr nekin zexîreya herî girîng a girtiyan name ye."

*Li Stenbolê welatiyan dest nîşan kir ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan navê hişyarbûna kurdan e û wiha gotin: "Heta ku Rêberê me li Îmraliyê be, dê aştî neyê vê xakê."

*Dê di 1'ê Nîsanê de Serokomar Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Hat zanîn ku beriya mîtîngê, Navenda Giştî ya AK Partiyê, ji bo weadan ji Ajansa Pêşvebirinê ya Karacadagê daxwaza projeyan kiriye.

*Baroya Enqereyê ya diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan şik û gumanên wê hene, di çarçoveya projeya 'ji bo her sindoqê parêzerek' de, ji bo hezar parêzerî perwerdehiya ewlehiya sidnoqan kir.

*Li Êlihê, mamosteyê 14 salan Reşat Akinci yê hat îxrackirin, niha li cem kekê xwe li ser înşeatê dixebite. Akinci wiha got: "Heke di referandûmê de 'Na' derkeve, dê li pêşiya rojên ronî hebin. Lê heke, 'Erê' derkeve, dê pêşerojeke hîn tarîtir li benda me be."

* Dayika girtiyê bi navê Cengiz Dogan ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye Şukriye Dogan diyar ku girtiyên di greva birçîbûnê de rastî şîdetê tên û ew tazîkirine. Dogan banga "divê dayik li hemberî van zextan rabin ser piyan û bibin parçeyeke berxwedana zarokên xwe" kir.

* Endamê MP a DBP'ê Suleyman Oztoprak ê xebatên referandumê ya li herêma Bakurê Serhedê nirxand wiha got: "Na ya gelên azerî, terekeme, kurdan a hevpar ji bo pêşerojê dibe hêvî."

* Doza rojnameger Hasan Cemal a ku ji ber rêzenivîsa "Ronivîska peşvekişandinê" ya ku di 16'ê Gulana 2013'an de li T24'ê hate weşandin hatiye vekirin dê li 24'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)

* Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) li Stenbolê têkîldarî çûna referandumê ya di şertê OHAL'ê de dê li Taksîm Hîll Otelê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)

* Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê ji bo balê bikişînin li ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê ku 45 roj in berdewam dike dê li avahiya Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)

* Baroya Amedê ji bo ku kujerên Tahîr Elçî bê dîtin û dosyaya lêpirsînê bi bandor û zû bê meşandin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)

* Rêxistina HDP'ê ya Rezan a Amedê dê li buroya hilbijartinê li Dortyolê veke. (14.00)

* KCD, TJA, HDP û DBP dê li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê hevdîtina gel pêk bîne. (12.00-15.00)

* Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê de ne dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)

JIN

*Li Wanê piştî sermayê êdî hewa germ bû û tav derket. Dayika bi navê Nalîne Demîr a ji bo tovên yekem biçîne zend û bendên xwe badan û diyar kir ku pîvaz, bexdenoz û gihayên bi şîfa yên ewil li baxçeyê wê hêşîn dibin.

*Jinên hatayî, diyar kirin ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ji bo "Erê" tu sedemên wan tune ne, lê ji bo "Na"yê gelek sedemên wan hene.

*Jinên amedî, yên nêrîn û fikra xwe ya der barê referandûmê de bi awayekî kurt vegotin, diyar kirin ku ew ê ji qanûnan bingehîn a ku wan nahesibîne re bibêjin "Na".

ABORÎ

* Li Tirkiyeya ku sînorê birçîbûnê hezar û 480 TL ye, welatiyê bi navê Mustafa Saat ê nexweş ê dil e dîrekên ku davêjin çopan bi hors dişikîne, bi hesinên ku derdixe hewl dide debara malbata xwe bike.