ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Serokê Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê Coşkun Selçuk, anî ziman ku daxwazên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dê li Tirkiyeyê bibe wesîleya destpêkirina pêvajoyeke nû.

*Nivîskar Metin Kayaoglu, anî ziman ku Serokomar Erdogan dixwaze di nêvengeke bêmuxalefet de îktîdara xwe bidomîne û wiha got: "Erdogan, xwe mehkûmî qesrê kiriye. Mirovekî xwedî ew xuyê ye ku, ji bo ji qesrê nekeve dê serî li her cure riyê bide. Di dîrokê de ev ne taybetmendiyên mirovên dewletê ne, ev taybetmendi aîdî reîstiya çeteyan e."

*Nûnerê ETUC'ê Patrick Itschart, diyar kir ku wan li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li qada jîngehê biryara lidarxistina hin çalakiyan daye û wiha got: "Ne mûmkun e ku em van tiştan qebûl bikin." Istchart, diyar kir ku wî berê endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê diparast û wiha got: "Lê îro, li gel evqas tiştî parastina ji bo vê endamtiyê ne tiştekî hêsan e."

*Bazarvanên êlihî, diyar kirin ku ji ber ew nikarin kar bikin rewşa wan a aborî ber bi nebaşiyê ve diçe û gotin, da vê rewşa nebaş rawestînin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

*Hevalê zarokatiyê û cîranê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Tarhan diyar kir ku, wî û Ocalan di zarokatiya xwe de bi hevdu re avjenî dikir û Ocalan di dema li ser piştç avjenî dikir digot "Ez tu astengiyan nas nakim." Her wiha Tarhan anî ziman ku dema ew biçûk bûn Ocalan tim digot "Wê roj bê û dê li van deran gelek tişt biguherin", lê belê wê demê ji ber ew zarok bûn, wan ji van gotinên Ocalan fêm nedikir.

*Dayîka Seher ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di zarokatiya xwe de her tim diçû mala wê û xwarina destê wê dixwar wiha qala Ocalan dike: “Carekî min gulek ji baxçe jêkir û da Apo. Wî jî tizbiya ku bi destê xwe ji dendikê zeytûnan çêkiribû diyarî min kir. Heta ez hebim ez ê vê tizbiyê veşêrim."

* Dozgeriya Şemzînanê der barê 'Tîma Înfazê ya Gerdî' ku Hevşaredar Nahîde Yildiz, rêveberên HDP û DBP'ê, endamên TJA û esnafên Şemzînan jî di nav de gefa mirinê li 30 kesî xwaribû, biryara neşopandinê da.

* Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mehmet Guleş ê bi hinceta nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re hat girtin û der barê wî de 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, dê sibê cara ewil derkeve pêşberî dadwer.

* Nûçegîhanên me yên ji bo bûyera îstismarkirina 35 xwendekarên Dibistana Navîn a Kevirşînê çûn gund, ji aliyê cerdevanê gund M.A. û Fermandariya Cendirmeyan a Qereqola Dêrikê hatin astengkirin.

* Konya ya ku heta niha wekî keleha siyaseta muhafazakar bû di referandumê de li ber guhertinê ye. Li Konyayê muxalefet bi îdia ye û dibêjin ku dê ji sedî 40-50 dengên "Na" derkeve û "Xeyalên AKP'ê di keleha wî de têk biçe."

*Li Amedê, dê gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Şaxa Egîtîm Sen'ê bi mijara "Ji Bo Amedê Girîngî û Rêbazên Têkoşîna Baxçeyên Hevselê" panelekê li dar bixin. Her wiha dê Platforma Parastina Baxçeyên Hevselê jî li têketina Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniyê bide. (12.00-15.00)

*Dê HDP, DBP, KCD, HDK û TJA di çarçoveya referandûmê de; li navçeyên Yenîşehîr û Sûrê yên Amedê, li Sîncana Enqereyê, li Stenbol, Îzmîr, Riha û Semsûrê xebatan bi rê ve bibe. (11.00- 17.00)

JIN

*Jinên gundê Atlasê, bi avakirina Komeleya Piştevaniya Jinan a Gundê Atlasê berên xwezayî hildiberînin û li bazaran difiroşin. Elmas Topçu, diyar kir ku dema wan ewil komele ava kiriye mêr li dijî vê derketine û got, bi demê re ew ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derketine.

*Jinên li Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê di parkan de dixebitin, diyar kirin ku bi kedek mezin reng didin parkan, lê keda wan naye dîtin. Jinan anîn ziman ku, rastî tundiyê tên û keda wan tê binpêkirin.

ABORÎ

* Li Mêrsînê cotkarên ku ji ber lehiya ku di Kanûna 2016'an de rabû rastî gelek zor û zehmetiyan hatin, anîn ziman ku hikûmetê hin soz ji bo wan dabûn, lê sozên xwe bi cih neaniye. Cotkar Ahmet Yaman wiha got: "Piştî lehiyê wezîrê me hat, çepikên xwe girtin, paşê pişta xwe da me û çû."

EKOLOJÎ

*Li Qada Avî ya Tuzlayê ya terkirî ya Mîlasa Mûglayê, çivîka keravî (pelîkan) a neslê wê li ber nemanê ye jî di nav de bi giştî 197 cureyên çivîkan, ji ber bermayiyên avahiyên qaçax û pîşesaziyê bi talûkeya tunebûyînê re rû bi rû ne.