ROJEVA 03'YÊ NÎSANA 2017'AN

ROJANE

* Hevalê dibistanê yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Şevket Uçar qala bîranînek xwe bi Ocalan re kir û wiha got: “Carekî 2-3 kesan li min xist, li gel ku ew xizmên Ocalan bûn, ji ber niheqî li min kirin Ocalan li wan xist. Ocalan di wê demê de li hemberî niheqiyê disekinî.”

* Xizma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ferehnaz Ocalan diyar kir ku wê di jiyana xwe de carekî Ocalan dît û wiha got: “Carekî di dema îşkenceyê de Ocalan ji min pirsîn, min jî got ‘bi xwedê min tenê carekî dîtiye, ez pêrejî neaxivîme ‘. Leşkeran ji min re got ‘Ji bo rêxistinê carekî dîtina Ocalan bes e’ .”

* Şervanê QSD'ê yê ji Çînê balê dikişîne Huang Lei wiha got: "Li vir hemû kes jiyana hevpar înşa dikin. Li vir ji bo mirovahiyê hin tişt tên bidestxistin. Divê ev baş bê dîtin. Di refên QSD'ê de em dikarin bibin şahidê hemû cudatî û dewlemendiya Sûriyeyê. min nexwest temaşe bikim, min xwest şoreşê bijîm."

* Karmendên li Antalyayê bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku dê di 16'ê Nîsanê de bêjin 'Na' Karmend û akademîsyen Erdal Gîlgît, diyar kir ku ji bo wekî Almanyaya Hitler Tirkiye jî neçe felaketê dê bêjin "Na".

* Hunermendên mêrsînî diyar kirin ku ew ê di refendumê de ji bo pêşxistine hunerê bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji qanûnên bav û fermanên zilmê re Na."

* Xwarziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Dîlek Ocalan bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûyîna Ocalan behsa ziyareta li Îmraliyê bi Ocalan re kir. Dîlek Ocalan anî ziman ku dema di hevdîtina li Îmraliyê de Rêberê PKK'ê û Xalê wê Abdullah Ocalan destê wê jidand bêtir baweriya wê bi wê hat û wiha got: "Mirov matmayî dimîne di odeyek wisa biçûk û şertên ew qas giran de çawa dikare ew qas bi afirîne."

* Rêvebera ÎHD'ê ya Îzmirê Necla Şengul, li dijî zextên li ser girtiyan tê meşandin û berxwedana girtiyan a li dijî zextan diyar kir ku heta niha hemû berxwedanên pêş ketine bi serkeftinê bi encam bûne. Şengul, anî ziman ku girtî ji bo zilma li ser wan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Ev ne întîhar e. Ev berxwedan e. Her berxwedan bi serkeftinê bi dawî bibe."

* Dozgerê Komarê yê Amedê têkildarî doza kuştina Şahîn Oner ê polîsan di sibata 2013'an de maşina zirxî lê qeliband û kuşt de biryara bêşopandinê da. Dozger pêdivî bi lêpirsîna polîsê kujer nedît. Parêzerê malbatê biryara dozger îtîraz kir.

*Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Êlihê, li gel derfetên kêm û astengiyên li pêş xebata "Na"yê jî, dîsa mal bi mal digerin û "Na"yê bi rêxistin dikin.

* Endamên Meclîsa Dayikên Aşktiyê yên Êlihê amadekariyê dikin ku ji bo 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin biçin Amarayê. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy anî ziman ku ew hêvî dikin ku di sala pêş de Ocalan di nava gel de rojbûna xwe pîroz bike û wiha got: "Heta Ocalan azad nebe ev xwîn naskine."

* Biryarên qedexekirina li ser strana hilbijartina referandûmê ya HDP’ê ya “Bêjin Na” li ser hev didomin. Niha jî der barê nivîskarê stranê hunermend Seyda Perînçek de di çarçevoya lêpirsîna de biryara cezayê hepsê hat dayîn.

* Rûniştina doza Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş ê ji ber nûçe dişopand hat binçavkirin û girtin û 20 sal ceza jê tê xwestin, dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xerpêtê bê dîtin.

* Navenda Giştî ya ÎHD'e, tê tekildarî greva birçibûnê ya li girtîgehan dê civina çapemeniyê pêk bînin. (11.00)

* Sazî û rêxistinên KCD, HDK, TJA, HDP û DBP, di çarçoveya xebatên referandumê re li Stenbol, Dersim, Amed û Xerpêtê bi gel re bên cem hev. (12.00-19.00)

EKOLOJÎ

* Pira Clandras a li Karahalliyê ya di dema Frîgyayê de di 2 hezar û 500'an de hatiye çêkirin ji 2014'an heta niha di bin navê "qezenckirina ji bo turîzmê" de bûye hedefa rantê. Berdevkê Hewldana Jiyana Çandî û Xwezayî Tuncay Karaçorlu diyar kir ku mîrateya dîrokî ne wekî amûrê bazirganiyê divê wekî nirxên çandî bêyî cewherî wan bê xirakirin bê jiyankirin.