ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Malbatên cizîrî yên xizmên wan di dema qedexeya derketina derve de hatin kuştin, der barê referandûmê de axivîn û sedemên xwe yên "Na"yê vegotin.

*Girtiyê bi navê Ridvan Taniş ê nexweşê atiyê ye, ragihand ku dema ji bo tedawiya diran wî birine nexweşxaneyê, bi awayekî kelepçekiri hatiye tedawîkirin û got, dema destê wî kelekçekirî bûye xwestine diranê wî bikşînin. Taniş, diyar kir ku wî vê rêbaza tedawiyê red kiriye û ew dubare birine girtîgehê.

*Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 49'emîn de, li girtîgehên Manîsa, Bandirma, Bûrhaniye, Kepsut, Kiriklar û Salihliyê jî girevên birçîbûnê yên dorveger di roja 21'emîn de jî didomin. Berdevka Înîsiyatîfa Pişetvaniya Zindanan a Îzmîrê Selma Altan, bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û raya demokratîk kir û wiha got: "Beriya ku girtîgeh veguherin malên mirinê, divê demildest liv û tevger çêbibin."

*Di çarçevoya hilbijartinên referandumê de, li Amedê mîlyonek welatî ji bo çûyîna ser sindoqan amade ye. Her wiha amadekariyên ji bo peywîrdarên sindoqan didomin û endamên HDP’ê yên ser sindoqan, piştî lêpirsînên li muduriyetên polîsan tên diyarkirin.

*Der barê Hevşaredarê Şaredariya Hênê Abdurrahman Zorlu yê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin de, ji 32 sal û nîvan heta 65 sal cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin. Dozger beşdarbûna nimêja înê ya Zorlu, pirtûk, rojname û kovarên li mala wî, li xwekirina kincên gelêrî wek sûc hesiband û her wiha heman dozger di îdianameyê de ji bo 34 kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin jî îfadeya "qaşo qaçaxçî" bi kar anî.

*Hêzên QSD'ê yên ji her du aliyên Çemê Firatê Tebqayê dorpêçkirine, hat diyarkirin ku hindik maye Tebqa bê stendin. Ji bo QSD a ku ji gelek welatên cîhanê ciwan tevlî wê bûne û li eniyên wê yên pêş jin cih digirin pênaseya "Hêza azadiyê ya cîhanê" tê kirin.

*Mizgîndêra biharê soryazik a li lûtkeyên çîyayan hêşîn tê, niha li ser dezgehan balê dikêşe.

*Karkerên siyê (sî; çermê nerm ê rûyê pêlavan), dest nîşan kirin ku ji bo heqê keda xwe bistînin û ji bo pêşeroja zarokên xwe ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

*Li navenda Îdlîbê ku di kontrola OSO û El Nusra yên Tirkiye piştgiriyê didê de êdî zarokên di navbera 10 û 15 salî de weki mîlîtan tên perwerdekirin. DAÎŞ'ê jî berê zarokên biçûk wekî bombeyên zindî perwerde dikir.

*Li Girtîgeha Şakranê, di dema hevdîtina vekirî ya çend roj berê de, gardiyan û cendirmeyan êrîşî xizmên girtiyan kiribûn. Malbatan behsa wê kêliyê kir. Malbatan diyar kir ku, di dema hevdîtinê de li ser serê her girtiyî 2 gardiyan disekinîn û gotin, gardiyanan gotiye "Em peywira xwe bi cih tînin" û êrîşî wan kirine.

*Husamettin Ozdem û Barbaros Yilmaz ê di pêvajoya 19'ê Kanûnê de zêdeyî sed rojî di rojiya mirinê de man, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne dewletê hişyar kir. Ozdem wiha axivî: "Îktîdar di warê bedenê de mirov dîl girtin, lê dixwaze di warê mêjî de jî dîl bigire, lê belê şoreşger di warê mêjî de bi tu awayî teslîm nabin."

*Kerengên ku bi zehmetiyeke mezin li quntarên Qerejdaxê tên berhevkirin, welatî li dezgeh û bazaran wan difiroşin.

*Gelê Êlihê, dest nîşan kir ku hikûmet bi tu awayî sozên xwe bi cih nayîne û ji ciwanan bigire heta extiyaran her kes dibêje "Na".

*Dê Baroya Amedê, 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran bêyî Tahir Elçi bi awayekî dilmayî pêşwazî bike. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, dest nîşan kir ku di ser cinayeta Elçi re 15 meh derbas bûne, lê hîn jî di dosyeya lêpirsînê de wek kiryar an jî gumanbar îfadeya(ên) tu kesî nehatine wergirtin.

*Ji bo referandûmê dê li Aydinê 2 hezar û 330 sindoq bên danîn û her wiha xebatên ji bo ewlehiya sindoqan jî bênavber didomin. Rêveberê Lijneya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Osman Dagtekin, anî ziman ku wan ji bo hezar û 101 sindoqî kes peywirdar kirine.

*Hat ragihandin ku, li Silopiyayê kesên ku li tax û bajarokan cerdevantiyê dikin, di heman demê li noqteyên kontrolê yên polîsan jî sixûrtiyê dikin û navên HDP'iyan radigihînin polîsan.

*Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê li avahiya şaxa xwe têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û "Grevên Birçîbûnê" daxuyaniyê bide. (12.30)

*TJA, dê li Amedê boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li semta Eşêfçiyan a Sûra Amedê gulan belav bike û her wiha dê bi heman mebestê li Buroya Îplîkê ya hilbijartinê jî pîrozbahiyekê li dar bixe. (13.00)

* Ji bo 4'ê Nîsanê 68'emîn salvegera Rojbuna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li gelek bajaran bi bernameyên cuda Rojbûna Ocalan bê pîrozkirin. Li Amara jî dê dê bernameya pîrozbahiyê bê li dar xistin.

* Komeleya Pira Gelan bi armanca balê bikşîne ser pirsgirêka penaberan dê li komeleya xwe civîna çapemeniye pêk bîne. 11.00

* Bi tevlêbûna Sekretera Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu dê li Navenda Çanda Maltepe Turkan Saylan a Stenbolê şahiya hevdîtina "Na"yê pek bîne. (14.30)

ABORÎ

*Esnafên Bazîdê ku bi salan e debar û bazirganiya xwe li ser Deriyê Sînor ê Gurbulakê dike, ji ber OHAL'ê derî hatine girtin û esnafên 8 pasajan hatine asta ku deriyê dikanên xwe bigirin.

*Her çi qas îsal têketina Muzeya Mevlanayê belaş be jî, esnafên li hawirdora muzeyê anîn ziman ku hema hema îsal hejmara turîstên ku tên vir nêvî nêvî ketiye. Esnafan li dijî krîza bi welatên Ewropayê re bertek nîşan dan û gotin, ew li ber îflasê ne.

*Dema mirov dikeve çarşiya dîrokî ya Rihayê ji her derî bêhna qehweyê tê. Niha hem firoşkarên vê qehweya ku bêhna wê li her derî belav dibe hem jî kirîgerên wê, ji ber kura dowîzê ya ku her diçe zêde dibe gilîdar in. Firoşkarê qehweyê Vedat Akbaş wiha axivî: "Digotin, qehwe ji Yemenê tê. Lê êdî qehwe nikare ji Yemenê bê."

ÇAND Û HUNER

*Lîstikên Anton Çehov ên nehatine nivîsandin, dê di 6-7'ê Nîsanê de li Şanoya Bajêr a Amedê ji aliyê lîstikvanên îstanbûlîmproyê ve bên lîstin.